Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên îsal yên Şaredariya Tirbespiyê

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji bo pêşxistina kar û xebatên xizmetguzariyê, Şaredariya Tirbespiyê ji bo  îsal pêkanîna 30 pirojeyî xistiye nava plannameya xwe. Girêdayî vê yekê endamên şaredariyê dan xuyakirin ku ew ê ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyê hewil bidin tevahiya pirojeyên xwe pêk bînin.

Şaredariya Gel ya Navçeya Tirbespiyê  ji bo gelên navçeyê yek ji saziyên herî girîng û bingehîn e. Şaredariyê Tirbispiyê di 26’ê Îlona 2013’an de hat damezirandin. Ji wê demê heya roja îro li gor derfetên xwe kar û xebatên paqijî, xizmetguzarî û hwd… di xizmeta gelên navçeyê de dike. Şaredariya Tirbespiyê bi 98 karmendên xwe îsal piroje, herwiha kar û xebatên cuda dimeşîne.

Têkildarî xebat û pirojeyên şaredariyê hevseroka Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Tirbespiyê Dicle Umer û rêveberê Nivîsgeha Ekolojî ya Şaredariyê Ibrahîm Şeref  ji rojnameya me re axivîn.

Pirojeyên Şaredariya Tirbespiyê yên Îsal û mekanîzmeya kar

Dicle Umer têkildarî kar û xwebatên Şaredariya Gel ya Navçeya Tirbespiyê yên îsal wiha axivî: “Ji destpêka sala 2023’yan ve me weke Şaredariya Tirbespiyê pilannameya xwe ya salê diyar kir. Herwiha me bi hemû nivîsgeheyên şaredariyê û komînên navçeyê re hemehengî kir. Ev yek jî biryareke nû ye û îsal ji aliyê Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê ve kete rojeva karê me. Bi vî awayî piroje, kar û xebatên ku li ser asta salê tevî bi pejirandina me û gel bi hev re  wê werin pêkanîn. Em jî li gor rewşa heyî û pêwîst ya navçeya xwe pirojeyan ji desteya şaredariyan re pêşkêş dikin.”

Dicle Umer axaftina wiha domand : “Me û 4 şaredariyên gundên girêdayî navçeya Tirbespiyê, îsal jî li gor pilannameya xwe 30 piroje dan pêşiya kar û xebata xwe. Pirojeyên me jî çêkiririna riyên hundirê navçeyê û gundewarên wê bûn. Budçeya me ya îsal 225 hezar dolare. Me xwe li gor vê hêzê amade kir. Herwiha  Destpêkê me pirojeyên xwe ji bo munaqeseyê radigand piştre jî muteahid ji bo hilbijartina van pirojeyan serlêdana me kirin. Herwiha ev piroje hatin destpêkirin. Em jî rewşa kar û xebatên ku muteahid dikin, dişopîn. Îsal gelek pirojeyên av û qenalên avqirêjiyê yên navçeyê û gundên girêdayî wê pêk hatin. Heya roja îro jî, ji 30 pirojeyan 10 piroje pêk hatin û wê 10 ji wan bên destpêkirin. Di heman demê de pirojeyên mayî jî wê di demeke nêz de li ser wan werin erêkirin û destpêkirin. Piştî ku ev piroje bi dawî dibin jî Destya Şaredariyan ya herêma Cizîrê van pirojeyan dinirxînin. ”

Hevseroka Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Tirbespiyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha   got : “Şaredariya Tirbespiyê bi hemû nivîsgehên xwe ve peywendiyan ji bo pêkanîna piroje û kar û xebatan bi şaredariyên girêdayî wê re dike. Bi vî awayî karên gundewarên Tirbespiyê dide meşandin. Di heman demê de jî bi erkê xwe yên weke peydakirina avê, paqijkirina bajêr xizmetguzarî û rewşên awarte ve radibe. Em weke Şaredariya Gel ya Navçeya Tirbespiyê hertim hewldana me heye ku ji bo hemû pirsgirêkên şêneyên wê ku bibin bersiv.

Astengiyên ku derdikevin pêşiya xebata şaredariyê

Hevseroka Nivîsgeha Cîbicîkar ya Şaredariya Tirbespiyê di derbarê astengiyên ku derdikevin pêşberî kar û xebatên Şaredariya Navçeya Tirbespiyê wiha got: “Em hertim hewl didin ku asta xizmetguzarî ya navçeya Tirbespiyê bilind bikin. Herwiha nehêlin ku pirsgirêk derkevin pêşiya gelên wê. Lê dîsa em li gor hêz û derfeteên xwe kar didin meşandin. Hêza aborî ya ku ji bo pêkanîna pirojeyên ser asta navçeya Tirbespiyê tê destnîşankirin kêm e û ne li gor xwestek û pilana me ya salê ne.”

Kar û xebatên ekolojî ya şaredariyê

Rêveberê Nivîsgeha Ekolojî ya Şaredariyê Ibrahîm Şeref têkildarî kar û xebatên di warê ekolojî de wiha anî ziman: “Em hemû dizanin ku rewşa ekolojî çiqasî li mirovan bibandorî dike û ger jîngeh ne saxêlem be, wê mirov astengiyan bibîne. Ji bo rewşa ekolojî ya navçeya Tirbespiyê di warê paqijiyê û hejmara daran, heya astekê baş e. Li Tirbespiyê 6 bexçe hene û li  gundewarên wê jî 4 bexçeyên din hene. Rûbera van bexçeyan baş fereh e. Em weke Şaredariya Gel ya Tirbespiya karê me yê rojane baldariya li ser bexçeya ne. Gelek dar jî di van bexçeyan de hene û pêwîstiya wan bi avdan û parastinê heye. Lewma me hejmarek baş karker ji bo van bexçeyan erkdar kirine. Karkerên me jî van daran av didin, li ber wan dikolin û parastina wan jî dikin. Herwiha guhdanê bi darên navrêkên riyên navçeyên jî dikin. Li Tirbespiyê ji bilî van bexçeyan, 2 bexçeyên din jî hene, lê ne amade ne. Ev bexçe pêdiviya wan bi gelek tiştan heye, em weke Nivîsgeha Ekolojî, ji bo amadekirina wan li gor derfetên xwe li ser wan kar dikin û vekirina wan ji pirojeyên me yên dema pêş in. ”