Rojnameya Ronahî

Di nava dorpêçê û êrişan de pêşxistina xebatên werzîş

Çalakî û xebatên werzîşê yek ji xebatên herî pêwîst û girîng ji bona ciwanan û civakê. Li herêma Şehbayê Yekêtiya Werzîşê ya Efrîn û Şehba rûxmî şert û mercên zehmet yê ku herêm tê re derbas dibe; lê bi awayekî aktîv xebatên werzîşê li ser asta herêmê dide meşandin.

Vîndar Roj/ Şehba

Piştî koçberbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, û çawa ku her sazî û deste li gorî pêwîstiya kar û xebatê rêxistina xwe ava kir. Xebatên yekîtiya werzîşê yên ku girêdayî desteya ciwan û werzîşê ye, ji bo ciwanan dest bi rêxistinkirina xebatên xwe di nava tavahî sazî û ciwanan de kir. Di seranserî salên derbasbûyî, bi hezaran çalakiyên werzîşê yên jinên ciwan û giştî hatin rêxistin kirin. Herwiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengê taximên lîstika gokê beşdarî turnûveyên giştî bûn. Herêma Şehbayê herêmeke ku di xeta yekemîn a parastinê de ye, ji her alî ve dorpêç kirî ye, ji milekî ve dorpêça hikûmeta Şamê û ji milê din ve jî rojane rastî êrişên dagirkerên Tirk tê. Di nava van şert û mercan de jiyan kirin gelek zehmete. Ji ber ku di serî de peyda kirina pêwîstî û alavên werzîşê di rewşa heyî pir zor û zehmete û gelek astengî li holê hene. Lê belê di asta herî jor a berxwedanî û têkoşînê de xebatên werzîşê tên meşandin.

Girêdayî xebatên werzîşê li herêma Şehbayê, Hevserokê Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrîn û Şehbayê Dunye Bekir ji rojnameya me re axivî.

Dunya di destpêkê de behsa xabatên werzîşê yên ku pê re mijûl dibin kir û wiha got: “Di bingeha xebata me ya werzîşê de em ciwanên temen biçûn, navîn û mezin jî digrin nava xwe, zarok û jinên ciwan jî digrin nava xwe. Li gorî astên wan perwerde ji aliyê kesên pispor di werzîşê de tên dayîn. Leystokên ku em herî zêde pê re mijûl dibin goka lingan, volleyball û lîstûkên tekane yên weke şatranc û hwd. Lê belê yê ku herî zêde tê hez kirin û tîmên wê yê herî zêde ne lîstika goka lingane. Li ser wî esasî jî rojane tîmên deste, sazî, xwendekar û zarok perwerdeyên xwe dibînin.”

“Piştî konferansê xebatên bi bandor hatin meşandin”

Dunya destnîşan kir ku îsal yekemîn konferansa Yekîtiya Werzîşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li dar xistin û wiha got:”Di sala 2023 an de yekemîn konferansa Yekîtiya Werzîşê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat orgenîze kirin.Di wê konferansê de gelek biryarên berfireh girêdayî pêşxistina xebatê werzîşê hatin parvekirin. Herwiha ji nû ve sîstema hundirîn hat rêxistin kirin. Piştî konferansê xebatên herêman jî zêdetir pêşket. Weke herêma Şehbayê yekemîn turnuve hat li dar xistin bi navê Şehîdên Kîmawî yên ku di çiyayên Kurdistanê de bi destê faşîzma Tirkiyê hatine şehêdxistin. Herwiha piştî serkeftina turnuveya ku Komeleyên ciwanan bi dirûşmeya”Cenga Azadiyê Bi Ser Bixe” du turnuveyên ji bo mêran û ciwanan li ser asta herêmê hatin pêşxistin. Di nava wan turnuveyan de 22 tîman cihê xwe têde girtin. Herwiha turnuveyek taybet a lîstoka şatrancê hat çêkirin.”

“Xebatê werzîşê li gorî pêvajoyê tê rêxistin kirin”

Dunya diyar kir ku xebatên werzîşê û turnuveyên ku tên li dar xistin ne bê armanc in û wiha domand:”Di zehmetiyên koçberiyê de û êrîşên ku li ser herêmê têne meşandin, bê guman çand, werzîş û gelek aliyên din yên girêdayî jiyanê wê ew jî bê navber werin meşandin. Hemû çalakiyên werzîşê bi bername û li gorî piroje û girêdayî dema ku têde têne meşandin xwedî diruşmeyeke taybetin. Armanca me ji xebatên werzîşê ew e ku li ser xeta pêvajoyê bi berxwedan û biryara bilindkirina tekoşînê dane meşandin.”

Dunya di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku:”Di van demên dawiyê de em li ser amedekirina taximekî ku nûnerê lîstoka gokê ya herêma Efrîn û Şehba li ser asta herêmê bike. Ji nava tîmên heyî wê tîmek nûnertiya herdû kantonan bike were destnîşan kirin. Li ser wê esasî wê beşdarî çalakiyên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.”