Rojnameya Ronahî

Belavkirina mazota germkirinê li malbatên bajarê Qamişlo berdewam e

Ronaz Silêman/Qamişlo

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo di 20`ê Îlonê de dest bi belavkirina madeya mazotê li malbatan, kir. Hevseroka komîteya Sotemeniyê Firyal Ibrahîm diyar kir ku her malbatak li ser kerta  sotemeniyê 300 litr e mazot werdigre.

Salane beriya demsala zivistanê, Komîteyên Sotemeniyê li tevahiya bajar, bajarok û gundên bakur û rojhilatê Sûriyê mazota germkirinê li malbatan belav dikin. Îsal Komîteya Sotemeniya bajarê Qamişlo di 20`ê Îlonê de dest bi belavkirina mazota zivistanê li malabatên bajêr kir û belavkirin heta niha berdewam e. Mazot li gorî kertên sotemeniyê li ser malbatan tê belavkirin û her malbatek 300 litr e mazot werdigre.

Derbarê mekanîzma belavkirina mazota germkirinê li bajarê Qamişlo,  hevseroka Komîteya  Sotemeniyê Firyal Ibrahîm ji rojnama me re axivî.

Firyal Ibrahîm diyar kir ku bi hevkariya komîteyên sotemeniyê wan dest bi belavkirina sotemeniya germkirinê li malbatên bajarê Qamişlo kir û wiha got: “Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo di 20`ê Îlonê de dest bi dayîna kerta sotemeniyê li malbatên bajarê Qamişlo û gundewarê wê kir. Ji bo her malbatekê 300 lîtreyê mazot tê dayîn. Niha kertên elktronî yê sotemeniyê li taxan tê belavkirin. Komîteyên meclisên bajarê Qamişlo jî mazotê ji komîteya sotemeniyê werdigire û radestî komînan dike. Da ku li şêniyan bê belavkirin. Herwiha em lîsteya navan ji komînan digrin, her malbatek li gorî kerta sala bûrî , kerta nû werdigre.”

 ‘Belavkirina kertên mazotê berdewame’

Firyal Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Belavkirina kertan li Tenûrî, Taxa Cûdî, Enteriyê, Im Elfirsan û beşek Ellaya hatin belavkirin. Niha jî em di Erbrwiyê de ne, herwiha li Hîmo û Hilêliyê navendek me çêkiriye, komînên derdorê kertên xwe li wê navendê çêdikin. Di lîsteya berê de navê ku dernekevin, dibe ku qeyda wan ya wetenî şaş hatibû nivîsandin, wan navan komîna ji me re tîne, ji wan navan re kertan çêdikin û ji komînê re dişînin. Niha jî mazot li Tenûrî, Taxa Cûdî, Elaya û Um Elfirsan jî hatiye belavkirin”

 ‘Ji her kerteke sotemeniyê re 300 litr e mazot tê dayîn’

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Firyal Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Her malbatek 300 litr e mazot werdigre. Herwiha piştî bidawîbûba belavkirina mazotê li tevahî bajarê Qamişlo, emê hewil bidin li gorî derfetan careke din mazotê li welatiyên xwe belav bikin. Ji ber em niha di kemiya yekem de ne, hîn zivistan nehatiye em nizanin di dema pêş de çi çêbibe. Nirxê literya mazotê dighêje welatiyan bi 350 lîreyê Sûrî. Ji aliyê paqijiya mazotê, heta niha malbatê ku em ji wan pirs dikin, dibêjin gelekî başe. Hêviyên me hene berî zivistandest pê bike belavkirina mazotê bidawî bibe, em dizanin zivistana me zehemete, lê em ê bi gelê xwe re alîkar bin.”