Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo

Deriya Çiya\Qamişlo

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di dawiya sala 2012’an de hat damezrandin û ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê dest bi kar û xabtên xwe kir. Roj bi roj kar û xebatên şaredariyê berfirehtir bû û ji bo tevahiya pirsgirêkên gel yên xizmetguzariyê bû cihê çareseriyê.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di dawiya meha Îlona sala 2012’an de, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji gel re, Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo hat avakirin. Şredariyê  roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û domand. Tevî êrîşên heyî yên ser herêmê û rewşa zehmet ya aborî jî, şaredariyê  xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên wek; ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê di asteke baş de domand. Herwiha ji bo xizmeta gel bi 10’an projeyên xizmetguzariyê pêk anîn.

Di derbarê piroje, kar û xebatên Şaredariya gel ya bajarê Qamişlo , hevseroka şaredariyê Emel Şemdîn ji rojnameya me re axivî.

’Kar û xebatên şaredariyê bênavber dewam dikin’

Emel Şemdîn diyar kir ku bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê re kar û xebatên şaredariya Gel a bajarê Qamişlo dest pê kir û wiha got: “Bi destpêka şoreşa Rojava re Şaredariya bajarê Qamişlo hat avakirin û dest bi kar û xebatên xizmetguzariyê kir. Bi demê re kar û xebatên şaredariyê berfirehtir bûn heta gihişt roja îro. Tevhiay kar û xebatên şredariyê li gorî pêwîstiya gelên herêmê tê meşandin, wekî şaredarî jî em herdem hewil didin ku ji bo pirsgirêkên gel yên di milê xizmetguzariyê de bibin bersiv û alîkarbin. Hin caran ji ber kêmderfetan derengî dikeve kar de yan jî hin proje pêk nayên, ev jî zêdeyî imkanên me ne, em herdem li gor derfetê xwe xizmetguzariyê pêşkêş dikin. Em pirê caran zehmetiyan ji aliyê abûrî, bihabûna dolar û kêmbûna pisporên ku kar bi rê ve dibin, dibînin, lê tevî van zehmetiyan jî em her dem hewil didin ku tu kêmasî nekeve karê me de. Sedema sereke ya zehmetiyan jî êrîş û dorpêç e.”

Pirojeyên sala 2023’an

Emel Şemdîn da zanîn ew hin kar û projeyên xwe yên sala derbasbûyî dewam dikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pirojeyên me yên ku di sala 2022’an de nehatin  bidawîkirin yên  wek; kenalên avqirêjiyê û zifitkirina kolanan, me îsal bi dawî kirin.  Herwiha ji bo pirojeyên sala 2023’an bi gişt me giranî da beşê avê, ji ber ku pirsgirêka avê pirsgirêkek cîhanî û sereke ye. Em herdem ji tştên bin erd dest pê dikin, ji ber ku eger tiştên bin erd sererast bûn yên ser erd jî wek zifitkirina kolanan hêsanin û wê bi demê re pêk werin. Wek pirojeya 2023’an yên sereke ku li ser hatî nîqaşkirin û erêkirin, kenalên avqirêjiyê ne,  ev çend rojin me dest bi vê  pirojeyê kiriye. Li aliyekî din jî hin pirsgirêkên me yên aborî hene, lê em bi taybet wek şaredariya bajarê Qamişlo ji ber ku hinek dahatê me hene, û eger pirojeyên piçûk hebin em wan bi alîkariya gel li gor derfetên xwe diqedînin. Herwiha ji bo haziriyên me yên payîzê jî, hinek saziyên derive ji bo sererastkirina kenalên avê destek dana me.”

‘Pêwîste ku gel jî bi me re bibe alîkar’

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn bal kişand ser çawaniya rêvebirina karê şaredariyê û axaftina xwe wiha qedand: “Beşê ku herdem kar li ser tê kirin  û em zehmetî û kêmasiyan tê de nabînin, milê paqijiyîyê ye. Paqijî li gorî sîstema ku hatî dayîn, li kolanên giştî her rojê du caran û li kolanên din her du rojan carekê erebeya paqijiyê tê gerandin. Herwiha sedema ku heya niha hin pirsgirêkên paqijiyê derdikevin, ew jî  ji ber nebûna çanda paqijiyê ye. Pêwîste welatî jî jî bi me re bibin alîkar. Me gelek caran jî pêngavên paqijîyê di riya semîneran li komîn û dibistanan dane, pêngavên paqijiya giştî jî carina li taxan tên kirin. Lê bi giştî paqijiya bajarê Qamilo heya astekê baş tê meşandin. Ji aliyê paqijî, rêxistin û avdana darên pexçeyan, kêmasiyê me di milê kêmbûna bîr û sehrîcêN  avê de ne, pexçeyên ku bîr lê hebe baş tê avdan lê yên ku bîr nebe em hewil didin ku bi sehrîcan av bidin. Lê parestina wê jî  bi awayekî baş tê meşandin. Banga me ji tevahî gelê  me re ku bi me re bibin alîkar û bi erkê xwe rabin.”