Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji her qadê jin tevlî kongreyê bûn

24/07/2018
in Uncategorized
A A
Ji her qadê jin tevlî kongreyê bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistinan Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yekemîn kongreya xwe li Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar xist. Di dawiya kongreyê de encamname hat eşkerek kirin. Her wiha di kongreyê de meclîseke ji 28 jinên ji hemû pêkhateyan hat ava kirin.

Encamnameya Yekemîn Kongreya Jinan a PYD’ê hate aşkerakirin. Di kongreyê de meclisek ji 28 endamên ji hemû pêkhateyan hate damezirandin.
Rêxistinan Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yekemîn kongreya xwe li Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar xist. Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê endama Meclîsa PYD‘ê Welîda Hesen ve hate xwendin.
Encamnameya kongreyê wiha ye:
“Rêxistina Jinan a PYD’ê yekemîn kongreya xwe di 22’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Rimêlan a Herêma Cizîrê bi dirûşma ‘Jinên azad mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ne’ lidarxistin. 266 endamên ji hemû herêmên ku rêxistina partiya me lê heye, çi li derve û çi li hundir, beşdar bûn.
Di hemû peyamên ku hatin xwendin de bal kişandin ser rola partiya me ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, di heman demê de rola pêşeng a jinan di partiya me de hate bibîrxistin.
Piştî peyamên pîrozbahiyê bi dawî bûn, xebatên rêxistinî yên kongreyê dest pê kirin. Di bernameya rêxistinî ya kongreyê de kar û xebat, perspektîfên siyasî û demokratîk, her wiha rola jinan hate nirxandin. Di kongreyê de her wiha çalakiyên rêxistina jinên PYD’ê ku ji kongreyê re hatine pêşkêşkirin, hatin xwendin û nîqaş li ser reşnivîsa meclisa jinan hatin kirin. Her wiha hin xalên wê di encama nîqaşan de hatin sererastkirin. Di kongreyê de rêzebiryarên siyasî û rêxistinî derbarê jinan hatin girtin. Di kongreyê de 28 endam ji bo Meclisa Jinan a partiyê hatin hilbijartin, endaman soz da ku wê xeta têkoşînê û felsefeya neteweya demokratîk bişopînin û ji bo pêşxistina rêgeza rizgarkirina jinan û şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan dê têkoşînê were domandin û xeta wan were şopandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.