Rojnameya Ronahî

Akademiya Perwerde û lêkolînên Stiratîjîk

Deriya Çiya\Qamişlo

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca pêşxistina asta rêveberan, yekemîn Akademiya Perwerde û lêkolînên Stratîjîk li  bajarê Qamişlo vekir.

Di sîstema Pergela Neteweya Demokratîk de girîngiya perwerdeyê li akademiyan cihekî girîng di avakirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt, mirov hînî rihê berpirsyarî, parastin, xwebirêvebirin û wekheviyê kirin. Li ser vê bingehê û ji bo pêşxistina asta rêveberan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê li bakur û rojhilatê Sûriyê Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk li bajar Qamişlo da vekiirin û yekem dewreya perwerde di akademiyê de dest pê kir.

Derbarê mijarê de berdevka Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk Henan Iniz ji rojnameya me re axivî.

Henan Iniz  da zanîn ku armanca vekirina akademiyê, pêşxistina rêveberan e û wiha got: “Ji destpêka avabûna sîstema perwerdeyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, me zêdetir akademiyên perwerdeyê ji bo mamosteyan da vekirin, lê dema niha pêwîstî bi pêşxistina rêveberan jî heye, ji bo perwerdekirin û pêşxistina rêveberan di milê rêbaz, danûstandin û rêvebirina kar û xebatan de, me yekem akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk da vekirin.”

Naverok û pîvanên wergirtina mamosteyan

Henan Inz derdarê rêvebirin û naveroka perwerdeye akademîyê de wiha got: “Yên ku li ser vê perwerdeyê disekinin ew kesên ku ji kevin ve di karê perwerdeyê de kar dikin û şêwiremendin li ser asteke bilind, mebesta me ew e ku em bighêjin armanceke serkeftî. Waneyên me jî bêtirî xwe girêdayî rêveberina rê û rêbazê sîstema kar, sîstema sekina mamoste û şêwazê danûstandinê ne. Herwiha ji pîvanên wergirtinê; hin mamoste li ser pêşinyara navendên perwerdeyê tevlî akadimiyê dibin,  herwiha rêveberên ku asta wan di meşandina kar û rêbaz de qelsbe, tevlî akademiyê dibin. Dewreya akadimiyê 3’ê mehan dirêj dike, di navde 5 roj navbere.”

‘Ji bo pêşxistin û avakirinê pêwîstî bi perwerdeyê heye’

Berdevka Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk Henan Inz diyar kir ku akademî ji sê beşan pêk tê û wiha domand: “Perwerde li akademiyê li ser 3’ê beşan tê birêvebirin; beşa perwerde, beşa lêkolîn û beşa wegerê ye. Beşa lêkolînê, lêkolînên li ser awayê pêşxistina dibistan û kar de dikin, û piştre lêkolînên xwe pşiniyar dikin û em li gor ya rast û guncaw tev digerin wek nimûne; pirtûkxaneya dijîtal li ser van pêşinyran kar dikin û heya niha şêwazek hazirkirina û wê li ser 3’ê dibistana bikar bînin ku bi ser ket wê li hemû dibistanê din jî bikar bînin. Hejmara karmendan li gor rêziknamê 5 in du hevserokin, yek berdevkê komîta wegerê, yek komîta lêkolîna û yê din jî berdevkê komîteya perwerdê ye. û wekî din jî wê endamê werger, lêkolên û perwerdeyê jî hebin .”

Berdevka Akademiya Perwerde û lêkolînên Stiratîjîk Henan Iniz wiha axaftina xwe qedand: “Em bi hêvî ne ku mamoste û rêveberên ku tevlî perwerdeyê bûne serkeftî derbas bikin, herwiha mamosteyên ku bixwazin tevlî akademiyê bibin, navê xwe pêşinyar bikin.”