Rojnameya Ronahî

Hêviya avakirina civakek azad

Deriya Çiya\Qamişlo

Akademiya Civaka Demukratîk di sala 2013’an de li bajarê Amûdê bi navê akademiya Nûrî Dêrsimî hatiye avakirin, armanca wê jî rakirina hişmendiya hezarê salan û avakirina civak û kesayeteke azad.

Akademiya civaka demukrat di meha 6an ji sala 2013’an de hat ragihandin. Kongireya yekemîn bi navê Nûrî Dêrsimî li bajarê Amûdê hat ragihandin. Piştî konfiransa wê ya yekemîn navê wê hat guhertin û ji navnenda Nûrî Dêrsimî bû Akademiya ronakbîrî û ramanên azad. Piştre bi navê Akademiya Civaka Demukrat hat ragihandin û tespîtkirin. Şaxên akademiyê li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê hatine avakirin.

“Akademiya Civaka Demukrat hişmendiya hezarê salan têk bir”

Rêvebera Akademiya Civaka Demukratîk Şîlan Reso derbarê Kar û xebatên Akademiya Civaka Demukratîk de wiha axivî:” Akademiya Civaka Demukratîk ji dema damezrandina wê heya roja îro li ser bingeha civakeke exlaqî, siyasî û di bin diruşmeya ronîkirin û azadkirina civakê hatiye avakirin. Akademî bi perwerdekirin û avakirina kesayetên civakê hatiya avakirin. Li ser vê bingehê jî kar û xebatên ku akademî dide meşandin ew e ku tevahî civak, pêkhate, endam û kesayetên xwende û nexwende yên di nava civakê de di perwerdeyê re derbas bike û wan li ser remanê azad pêşbêxe. Bi giştî em dikarin bêjin ku diruşmeya akademiya Civaka Demukratîk ji nûve avakrina civak û kesayetên azad e.” Herwiha zanebûn û perwerdekirin bingeha avakirina mirovan ne. Ji dema destpêkirina Şoreşa Rojava heta roja îro Akademiya Civaka Demukrat roleke pir girîng di nava civakê de lîstiye. Em van pêşketinan bi çavan dibînin û di nava civakê de guhertinên ku hatine çêkirin di milê pêşxistina hizrê ku bi salan di serê civakê de hatibû rûniştin û guhertina wê pêkanîn. Hişmendî û fikirê netewperestî, olperestî, nijadperestî ewqas di nava civakê de hatiye rûniştin, bi saya Şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha azadiyê hatiya avakirin, Akademiyên Civaka Demukratîk dikarîbûn vê rolê bi awayekî serkeftî bilîze.

“Şikenandine qalibên hişmendî ji şikandina atomê zehmetir e”

Şîlan balkişand ser zehmetî û pêwîstiya şikandina vê hişmendiyê û wiha pêde çû: Guhertin û veghuhertinên di nav van 10 salên şoreşê de, di warê hişmendiya civakê de, akademiya Civaka Demukrat bi gelek zehmetiya re derbas bû. Zehmetiyên ku hatin jîn jî, giştî di milê  guhertin û veguhertina hişmendî û qalibên doxmatîk yên ku bi salan di hişmendiya mirov de hatine avakirin. Zehmetî di wir de ye ku em Karibn wan qaliban bidin şikandin, lewra Rêber Apo di parêznameya xwe de bi rengekî zelal dide nîşandan ku” şikandina qalibên hişmendî ji şikandina atomê zehmatir e.” Ger em ji dîroka destpêkirina civaka mirovahiyê ve heya roj îro bigrin dest, em ê bi awayekê zelal van guhertin û asta ku akademiyên Civaka Demukrat gihiştiyê û bandora wê li civakê bibînin.

Rêvebera Akademiya Civaka Demukratîk Şîlan Reso dawî li axaftinên xwe anî û got: Şaxên Netewa Demukratîk li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevahî xwe birêxistin kiriye. Di hemû bajarên rizgarkirî û yên di bin siya Rêveberiya xweser de, Akademiyên Civaka Demukratîk li gor pêwîstî û bi zimanê wê deverê hatiya avakirin û bi rengekî serkeftî kar û xebatên xwe dide meşandin