Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî tecrîdê çalakiyên Insiyatîfa Gel berdewam in

23/09/2023
in NÛÇE
A A
Li hemberî tecrîdê çalakiyên Insiyatîfa Gel berdewam in
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl / Qamişlo

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê di 9′ê Îlonê de bernameya xwe ya çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkere kir. Bi diruşma ′Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn e′  çalakî û meş li tevahî bajarên herêmê dewam dikin.

Di 10’ê Îlonê de li Dêrikê çalakiya konvedanê dest pê kir, konê çalakiyê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate vedan û tê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi sedan şêniyên bajêr, gund û bajarokên wê, nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn. Di 11’ê Îlonê de bi meşeke girseyî çalakî bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de, di 15’ê Îlonê de li bajarê Dirbêsiyê çalakiya konvedanê dest pê kir, konê çalakiyê  li çerxerêya Jin a li naverasta bajêr hat dayîn.  Di çalakiyê de rêxistinên jinan, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên navçeyê tev li çalakiyê bûn, çalakiya konvednê di 16’ê Îlonê de bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bû.

Li bajarê Qamişlo jî bi heman armancê, di 23’ê Îlonê de çalakiya konvedanê dest pê kir. Di çalakiyê de bi dihan şêneyên bajarê Qamişlo tevlî çakaiyê bûn, wê çalakî di 24’ê Îlonê de bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Derbarê çalakiya konvedanê  de rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Qamişlo Menîca Heyder ji rojnemeya me re axivî û got: “Em bi israrin ku vê tecrîda giran ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo feriz dike, bişkînin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê berxwedaneke bê hempa dide meşandin, bi taybet ji bo azadiya jinê têkoşîneke mezin dike. Tevhaiya mirovahiyê deyndarên Rêber Apo ne. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê, gelên Rojhilata Navîn û mirovên xwedî nirx dikin ku li himberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin. Em ê li ser fikr û felsefeya Rêber Apo civaka xwe azad bikin û dagirkeran têk bibin.”

Hêjayî gotinê ku wê çalakiya konvedanê li bajarê Hesekê jî di 26’ê Îlonê de bê li dar xistin û di 27’‘ê Îlonê de bi dawî bibe.

Post Views: 111
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.