Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku tecrîd rê li ber şer û krîzê vedike û xwest, bi lez û bez hevdîtin bi Ocalan re were kirin.
Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP’yî 20-22’ê Tîrmehê li Wanê li hev rûniştin û ji bo dema bê nexşerêyek amade kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, “tevî her tiştî jî HDP bi tenê nehatiye hiştin û ji bendê derbas bûye.”
Bûldan wiha axivî, “Di vê demê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelên Tirkiyê. Di vê demê de ku hiqûq û mafên mirovan hatine betalkirin, gelên Tirkiyê neçar in ku hîn bi xurtî têbikoşin.”
Bûldan diyar kir, yekane hêza ku li dijî faşîzmê têdikoşe HDP ye û bi bîr xist rewşa li Kurdistanê timî awarte ye. Bûldan hişyarî da û got, “wê hîn bi tundî êrîş li hêzên mûxalîf, çep-sosyalîst were kirin.”
TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Di dewama axaftina xwe de Bûldan işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan got, “Tecrîd caran li hin girtîgehan dihate pêkanîn. Lê bi taybetî di nava 3 salên dawî de, yanî ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdeke gelekî giran li ser Birêz Ocalan heye. Destûr nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne û agahî jê nayê girtin. Ev yek nîşan dide ku em ketine serdemeke ku îradeya siyasî rol û misyona Birêz Ocalan a dema bihurî ji nedîtî ve tê û hewl dide tine bike. Pêvajoyeke aştiyê û danûstandinan a ji 3 salan rû da. Bêguman ev pêvajo ji bo siyaseta Tirkiyê gelekî girîng bû. Di vê pêvajoyê de ku Birêz Ocalan tevlî bû, aramî û bawerî derkete holê û mirov nemirin. Weke serdema herî erênî cihê xwe di nava siyaseta Tirkiyê de girt.”
Bûldan da xuyakirin ku bi qedandina hevdîtinên bi Ocalan re şer ji nû ve dest pê kiriye û bi vê yekê re li Tirkiyê gelek krîz derketine. Bûldan bi bîr xist ku 3 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin û wiha dewam kir: “3 sal in agahî ji Birez Ocalan nayê girtin û di vî warî de biryareke îradeya siyasî heye. Pêwîste tecrîd bê rakirin. Divê Birêz Ocalan karibe ji mafên xwe yên însanî û hiquqî sûdê werbigire.”
Bûldan diyar kir ku meseleya tecerîdê ne tenê meseleya Kurdan e, pêwîste di rojeva gelên Tirkiyê de be û got, “Ji ber ku şer ne tenê Kurdan mexdûr dike. Vê rewşê bi tecrîdê dest pê kir û bi rakirina tecrîdê dikare bê qedandin. Eger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, bi dîtina min wê gelek krîzên li Tirkiyê ji holê rabin.”






