Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê bê girtin’

19/09/2023
in NÛÇE
A A
‘Divê li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê bê girtin’
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê têkoşîna li dijî terorê asteng dike. Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê jî bang kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serî de dewleta Tirk a dagirker, hêzên dijber piştî di pêkanîna armanca xwe ya têkbirina îradeya gel de bi bin ketin, berê xwe dan hedefkirina herêmên bi balafirên bê mirov ên bi çek û hate gotin: ” Hin caran jî bi hincetên derew û bi rêya derxistina fitneyan, dixwazin yekitiya gelê me û pêkvejiyana wan ji hev bixin.′′

Rêveberiya Xweser  daxuyand ku  armanca van hêzan ew e ku nakokiyên mezhebî pêş bixin  û got:′′Beşdarbûna Tirkiye û aliyên dîtir di bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê rû dan de û bûyerên beriya vê yên li herêmên din qewimî bûn, îsbata vê yekê ye. Hêzên dijber armanc dikin ku pêngavên gelê me yê ji bo pêşxistina rêveberiya xwe asteng bike. Di heman demê de armanc dikin ku pêşî li têkoşîna domdar a hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê ya li dijî terorê bigirin.′′

Êrişên li ser rêya Amûdî- Qamişloyê, di heman rojê de li Şengalê erebe kirin hedef, beriya wê li Minbicê jî heman êriş pêk anîn. Di encamê de têkoşerên dijî terorê û tundrawiyê şehîd bûn. Ev hemû îsbat in ku Tirkiye dixwaze hincetan ji binkeftina xwe ya li herêmê re bibîn, nemaze ku armancên wê yên taybet ên li dijî herêmên me û li dijî projeya gelê me pêk nehatin. ′′

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û gelê wê bi tundî şermezar  kir û wiha pê de çû: “Di serî de hêzên dijî terorê yên bi hevkariya gelê me têkoşînê dikin, em bang li civaka navneteweyî dikin ku  bikevin tevgerê û gavên cidî û aktîf biavêjin, divê rê li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê bê girtin. Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmên me aşkera têkoşîna dijî terorê asteng dike. Em diyar dikin ku ev êrişên tirsonek me ji xeta têkoşînê û xebata ji bo pêkanîna hêvî û mafên gelê me dûr naxe, ji ber ku em hêz ji îrade û îsrara gelê xwe digirin. ′′

Rêveberiya Xweser di dawiyê de ji malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.