Rojnameya Ronahî

‘Dakevin qadan û bi xurtî li ber xiyanetê rabin’

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk konsepta qirkirina Kurdan dispêre xiyanetê û got, “Yekane rêya têkbirina vê konseptê jî rawestandina xiyanetê ye.” KCK’ê bang li her kesî kir ku li welat û derveyî welat dakevin qadan û bi xurtî li ber xiyanetê rabin.

KCK’ê got, “Êdî ne bi gotinên şermok, lê belê bi rengekî xurt her kes rastiyê destnîşan bikin. Em neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, karibin ji xiyanetê re bibêjn xiyanet û helwestê nîşan bidin, hingî em ê karibin pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin. Em ê bi vî rengî yekîtiya Kurdan pêk bînin. Di rewşeke berevajî de em ê rê bidin felaket û xiyanetên hîn mezin. Ev yek jî wê bibe nebaşiya herî mezin a li doza Kurd û Kurdistanê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa çekdarî ya li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da ku di encamê de li Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji bo gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk bi vî rengî ye:

“Mîna ku raya giştî jî pê hesiya, dewleta Tirk êrişên xwe zêde kiriye. Herî dawî li Silêmaniye û Hewlêrê êriş hatin kirin. Beriya du rojan jî li Rojava û Şengalê êriş pêk hatibûn. Di encama van êrişan de şehadet çêbûbûn. Li aliyê din dewleta Tirk ji xwe li dijî tevgera me û gerîla bi rengekî bê navber êrişan dike. Gerîla li dijî van êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide. Di şexsê kesên ku di van êrişan de hatin qetilkirin û şehîd bûn, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi têkoşîn û bîranîna şehîdan dubare dikin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz wê teqez ji dijmin û xayinên bi dijmin re tevdigerin hesabê van hemûyan bixwaze.

Êriş ne bi hêza dijmin lê bi piştgiriya xiyanetê têne kirin

Mixabin di van êrişan hemûyan de tiliya xiyanetê heye. Ev êriş ne bi hêza dijmin lê belê bi piştgiriya xiyanetê têne kirin. Di encama van êrişên bi xiyanetê de şehadet çêdibin. Ev yek mirovan diêşîne lê belê rastî ye. Têkiliyên Barzaniyan ên bi dewleta Tirk re xiyaneteke eşkere ye û ev êriş û şehadet hemû jî ji ber vê yekê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne û qebûl bike. Eger ev rewş hîn bêhtir ji nedîtî ve bê û helwesta pêwîst neyê nîşandan, hingî weke gel em ê bikeve rewşeke hîn bi êş û nebaş. Eger helwesta pêwîst li dijî xiyanetê neyê nîşandan hingî wê xefika li ser xiyanetê hatiye avakirin bi cih bê. Kurdek nîne ku ev xefik çi ye. Ev xefik plana dewleta Tirk a ji bo qedandina Kurd û Kurdîtiyê ya bi komkujî û qirkirinê ye. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê vê planê bi cih tînin. Polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk ma ne ev e? Eşkere ye ku ev e. Yên ku li wan tevdigerin jî hevkarên vê planê ne. Ev jî eşkere ye. Lewma em vê dibêjin; tevî ku tê dîtin ku têkiliya Barzaniyan a bi dewleta Tirk re hevkarî û xiyanet e, ev rewş bi şênberî nayê bilêvkirin û helwesta pêwîst nayê nîşandan. Heta vê demê ev yek teqez nehatiye kirin. Bi vî rengî pêşî lê hatiye girtin ku gel helwest û nerazîbûneke xurt li hemberî xiyanetê nîşan nede.

Plana dewleta tirk dagirkirin û desteserkirına tevahıya başûrê kurdıstanê ye

Piştî ku Hakan Fîdan çû Iraqê û Başûrê Kurdistanê û hevdîtin kir, êriş zêde bûn. Bûyerên ku rojên dawî li herêma Bradostê diqewimin nîşan didin ku planên nû jî têne kirin û tê xwestin ku dewleta Iraqê jî tevlî vê yekê bê kirin. Li herêma Bradostê hewl tê dayin ku bikevin qadên gerîla, zext li gel tê kirin ku cih û warê xwe biterikîne. Eşkere ye ku ev yek amadekariyeke ji bo êrişê ye û parçeyek ji plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk e. Ya ku li Kerkûkê tê kirin jî parçeyek ji vê planê ye. Berevajî îdîayên Barzaniyan ev hewldan ne ji bo rizgarkirina Kerkûkê ye, lê belê di berdêla wergirtina parek ji petrola Kerkûkê radestkirina ji dewleta Tirk re ye. Plana ku li ser Kerkûkê hatiye kirin planeke dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi çend gotinên nerazî yên biçûk bûyerê dinixumîne. Naxwe dewleta Tirk xwedî nêzîkatiyeke welê nîne ku bixwaze Kerkûk weke parçeyek ji Kurdistanê pirsgirêkên wê bêne çareserkirin. Plana dewleta Tirk dagirkirin û desteserkirina temamiya Başûrê Kurdistanê ye.

Em  neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet

Êrişa li Hewlêrê li ser buroya KNK’ê hate kirin û di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûr hevalê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Gelekî manîdar e ku êriş li dijî KNK’ê hatiye kirin. KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di nava hewldaneke girîng de ye. Dema dawî di vê mijarê de karên gelekî girîng kiriye. Yek ji van jî û ya herî girîng di salvegera sedemîn a Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê lidarxistina konferansê bû. Di vê konferansê de nîqaşên girîng hatin kirin, ji bo pêkanîna yekîtiya gelê Kurd biryarên girîng hatin wergirtin. Peymana Lozanê tê wateya parçekirina Kurdistanê û destpêkirina pêvajoya înkar û îmhakirina gelê Kurd. Qirkirina Kurdan bi vê peymanê destpê kir. Di sala sedemîn a vê peymanê de li bajarên ku peyman hate mohrkirin pêkanîna karekî bi vî rengî, diyarkirina hêmanên bingehîn ên ku Peymana Lozanê ya qirkirin û dijminatiya li Kurdan xwe dispêrê û destnîşankirina îradeya avakirina yekîtiya Kurdan a li dijî vê yekê, gelekî girîng bû. Lê belê Barzanî tevlî vê civînê nebûn. Ji ber ku derd û armanceke Barzaniyan a ji bo yekîtiya Kurdan nîne. Berevajî vê yekê xwedî nêzîkatiyeke welê ne ku ji qirkirina Kurdan xwe xwedî dikin û dixwazin vê dewam bikin. Eger ne bi vî rengî bûya mîna me hemûyan dilê wan jî wê ji bo yekîtiya Kurdan lê bida, ji bo ev bibe mîna me hemûyan ew ê jî ji hewldanên bi vî rengî kêfxweş bibûya. Lê belê rewşa Barzaniyan ne bi vî rengî ye. Ne ku ji ber gotina me, lê belê kiryarên wan bi xwe nîşan didin bê ew çi ne. Yekane tişta ku em dibêjin ew e ku divê ev yek bê dîtin. Ne bi gotinên şermok lê belê bi rengekî xurt divê êdî her kes rastiyê destnîşan bike. Em neçar in ku ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, em karibin ji xiyanetê re bibêjin xiyanet e û helwestê li hember nîşan bidin, hingî em ê pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin. Bi vî rengî em ê karibin yekîtiya Kurdan pêk bînin. Di rewşeke berevajî de wê rê ji felaket û xiyanetên hîn mezintir re bê dayin. Ev yek wê bibe nebaşiya herî mezin a li doza Kurd û Kurdistanê.

ÊRIŞA LI SER BALAFIRGEHÊ JÎ BI ARMANCA BELAVBÛNA MÎT’Ê YA LI HERÊMA SORAN E

Têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê jî em dixwazin vê yekê bibêjin. Li ser vê êrişê em hîn ne xwedî agahiyên berfireh û şênber in. Agahî tên ku êriş li ser balafirgehê hatiye kirin û di encamê de jî şehadet hene. Êrişên li ser Silêmaniyeyê ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyeyê ye, ji bo belavbûna dewleta Tirk û MÎT’ê li herêma Soran e mîna li herêma Behdînanê, hewldanek ji bo tevlîkirina YNK’ê bi têkiliyeke hevkariya bi dewleta Tirk re ye mîna ku PDK dike. Ji ber ku xelkê welatparêz ê Silêmaniyeyê û herêma Soran heta niha dest ji helwesta xwe ya welatparêz berneda, êrişeke nû li dij hatiye kirin. Em van êrişên ku dewleta Tirk bi destê xayinan kiriye bi tundî şermezar dikin. Divê êdî her kes li hemberî xiyanetê helwesteke xurt û şênber nîşan bide. Dewleta Tirk siyaset û konsepta xwe ya qirkirina Kurdan dispêre xiyanetê û bi vî rengî dimeşîne. Yekane rêya rawestandina vê siyasetê û têkbirina vê konseptê pêşîgirtina li xiyanetê ye. Eger rêxistinên Kurd ên welatparêz, partî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend li dijî xiyanetê helwesteke xurt û şênber nîşan bidin û gelê Kurdistanê helwesteke xurt destnîşan bike, hingî wê pêşî li xiyanetê hatibe girtin, hatibe bisînorkirin û bêbandorkirin. Em vê banga xwe careke din dikin, li welat û derveyî welat gelê me dakevin qadan, li dijî xiyanetê nerazîbûneke xurt nîşan bide, bang li partî, rêxistin, sazî û kesayetan jî dikin ku pêşengiyê ji vê yekê re bikin.”