Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk daristanên Başûrê Kurdistanê talan dike

18/09/2023
in ROJEV
A A
Dewleta Tirk daristanên Başûrê Kurdistanê talan dike
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker rojane bi armanca dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê bi çekên giran û balafirên şer êrişan pêktîne. Piştî wê jî dest bi têkdan û talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê dike.

Di dîmenê ku hatiye parvekirin de talankariya ku dewleta Tirk li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê dike, radixe ber çavan.

Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, cerdevan û leşkerên Tirk li devera Sindî û Rêkan ya ser bi herêma Behdînan a li parêzgeha Dihokê bi hezaran darên ter dibirin û didizin. Di dîmenan de jî diyar dibe ku cerdevanên girêdayî dewleta Tirk bi dehan traktorên ji daran barkirî ber bi xaka Bakurê Kurdistanê ve dibin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê bi dest ketine, artêşa Tirk bi hevkariya hin kes û aliyên Başûrê Kurdistanê  van daran dibire û derbasî Bakurê Kurdistanê dike.

Ji bilî talankirina daristanên Başûrê Kurdistanê, rojane di encama bombebaranên artêşa Tirk de jî bi sedan donim daristan û baxên welatiyan li Başûrê Kurdistanê dişewitin.

Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha ne Hikûmeta Iraqê ne ya Herêmê û nejî ti sazî û rêxistinek jîngehê li beramberî vê talankariya dewleta Tirk a li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê helwest nîşan nedane û lêpirsîn nedane destpêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.