Rojnameya Ronahî

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî û Serhildana Jin Jiyan Azadî de, li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

Di ser qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirin Serhildana Jin Jiyan Azadî re salek derbaz dibe. Bi boneya salvegera serhildanê îro li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Esnafan dikanên xwe venekirin û bazar girtî man.

Li bajarên Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Bane, Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye û Mehabadê greva giştî dest pê kiriye.

Her wiha bi boneya salvegera Serhildana Jin Jiyan Azadî li bajarên Îranê jî hêzên ewlekariyê hatine belavkirin