Birûc Resûl/Qamişlo
Bi salvegera yekemîn ya şehadeta Jîna Emînî û serhildana Jin Jiyan Azadî, jinên kantona Qamişlo çalakiyek li dar xistin û tê de serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silv kirin.
Bi boneya salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî, jinên kantona Qamişlo li ber navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Kongra Star hat li dar xistin û tê de bi 100’an jinên Kantona Qamişlo beşdar bûn.
Di çalakiyî de berdevka Kongra Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl axifî û got: “Di destpêkê de em serhildana Rojhilat a bi durşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ silav dikin. Herwiha bi durşûmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê hemû jinên cîhanê yên bindest azad bikin, bi çirûska Jîna Emînî û serhildana keziyan karîbû di nava salekê de, deng bigihîna tevahî cihanê.”
Jina Kurd Jîna Emînî di 16′ê Îlona 2022′yan de bi hinceta ku serê xwe baş girê nedaye, ji aliyê “Polîsên Exlaqê” yên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengiya jinan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” serhildana gel dest pê kiribû.
Bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û serhildanê tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê çalakiyan cûr bi cûr li dar dixin.