Birûc Resûl/Qamişlo
Rêvebera Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolax diyar kir ku çand nasnameya gelan e û got, zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne, wê zarok û ciwanên me bi riya çand û hunerê çanda dayika xwedewend biparêzin û zindî bikin.
Bi Şoreşa Rojava re, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi berhemên dîrokî û çandî careke din dîroka xwe zindî dikin. Bi şoreşê re gelek tişt bi dest ketin û gelên ku xwedî dîrok bûn dikaribûn van destkeftiyan bi şoreşê re vegerînin û nasnameya xwe qezenc bikin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe dikaribûn careke din çand, huner û nasnameya xwe bi kar û xebatên xwe re vegerînin.
Yek ji tevgerên çandê yên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê ku bi şoreşa Rojava re gelek destkeftî ji bo jinan bi dest xistiye, Hîlala Zîrîne. Îro Hîlala Zêrîn nasnameya çanda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li gelek deran rêxistinbûna xwe ava kiriye û bi beşên hunerê dikaribû jinan vegerîne çanda jinên xwedawend. Wê bi gelek beşên xwe mohra xwe li dîrokê dide.
Avabûna Hîlala Zêrîn
Tevgera Hîlal Zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, di 2016’an de li herêma Cizîrê, di 2017’an de li herêma Efrînê û di 2018’an de li Kantona Kobanê hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî herêm û Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn hene û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên kirin. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan û zarok niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin.
Li aliyekî din jî ji bo pêşxistina çand û hunerî li cem zarokan, li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek kar û xebat tên meşandin, bi awayekî berfireh, pêşbir, çalakî û festîval ji bo wan tên li darxistin.
Di wê çarçoveyê de, di 2 Mijdarê de, 8′emîn festîvala Hunera Zarokan a li ser asta bakur û rojhilatê Suriyê bi dirûşma “Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê dest pê kiribû. Festîvala bi armanca vejandina çand, huner û kevneşopiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan hat li darxistin.
Di derbarê pêşxistina çand û hunera zarokên bakur û rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolax ji rojnemeye me re axivî.
‘Bi riya çand û hunerê histên zarokan derdixin holê’
Mizgîn diyar kir ku festîvalên zarokan her sal li ser asta bakur û rojhilatê Suriyê tên lidarxistin û wiha domand: “Festîval îsal cûda ye, bi tevlêbûna tevahî pêkhateyên kantona Qamişlo; Kurd, Ereb û Suryan vestîval hat lidar xistin. Zarokên me di vê festîval de dixwazin çanda rasteqîn a herêmê û jiyana hevbeş bidin xuyakirin. Her sal 1`ê miha Îlonê bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn û Tev Çan festîvala zarokan li ser asta bkur û rojhilatê Suriyê, herwiha li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin. Di festîvalê de tenê zarok pêşdar dibin, li ser dirêjiya salê pirovayê xwe dikin, wekî kovend, stran, şano, wêne û lêdana amûrên mûzîkê. Em dixwazin bi riya çand û hunerê histên zarokan derbixin holê. Festîvala zaroka li kantona Qamişlo, li bajarê Rimêlan ji 1 heya 3`yê Îlonê hat lidarxistin û ji hemû bajaran tevlîbûn çêbû. Di heman demê de li kantona Hesekê û Kobanê jî hat li darxistin. Li herêmên rizgarkirî wekî Tepqa, Reqa û minbicê jî festîvala zarokan beriya wê hatibû li darxistin. Festîval wê li Helebê di 28`ê Îlonê, li Şehab jî di miha Cotmehê de werin li darxistin.”
‘Em çanda dayika xwedawend zindî dikin’
Rêveberiya Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolax di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ew e ku zarok bi riya çand û hûnerê civaka xwe bidin nasîn û çandê zindî bikin. Çanda dayîkê mîna dayîka xwedawende ku berî 5000 hezar sal ked û xebat kiriye. Li ser vê bingihê em dixwazin çand û hunerê bi riya ciwanan û zarokan biparêzin, ji ber ku çand nasnameya me ye.”