Rojnameya Ronahî

Rojda Têkoşîn: Li Rojava hezkirin, hêvî û têkoşîneke mezin heye

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Jina Berazîlî Rojda Têkoşîn ku ji sala 2022’an de berê xwe dabû Rojava û di nava xebatên çandê de cihê xwe digre,  diyar kir ku li Rojava rastiya jiyan, têkoşîn û azadiyê heye û got, di şoreşa Rojava de hezkirin, hêvî û jiyana rast heye.

Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya jinan hat destpêkirin, li tevahiya cîhanê deng  veda û bala hezkerên azadî û demokrasiyê yên cîhanê kişand. Li ser wê bingehê, ji bo naskirina azadiyê û fikrê neteweya Demokratîk, herwiha beşdarbûna nava refê şoreşa gelan, bi 100’an ciwanên û kesên enternasyonal ji tevahiya welatên cîhanê berê xwe dan Rojava, herwiha tevlî nava hemû qadên şoreşê yên leşkerî, civakî û çandî bûn. Di heman çarçoveyê de bi 10’an ji wan ciwanan ji bo parastina xaka Rojava şehîd û birîndar bûn.

Yek ji jinên internasyonal ku ji bo naskirina Şoreş di sala 2022’an berê xwe dayê Rojava û di nava xbatên çandî de cihê xwe girtiye, jina Berazîlî Rojda Têkoşîn e. Rojda  di sala 1983’an li bajarê Sawpawlo yê Berazîliya ji dayîk bûye û kar û xebatên Şanoyê dike.

Jina Berazîlî Rojda Têkoşîn derbarê Şoreşa Rojava û kar û xebatên xwe yên li Rojava ji rojnameya me re axivî.

Rojda diyar kir wê ji zaroktiya xwe ve ji şano û dansê hez kiriye û tevlî xebatên şanoyê bûye, herwiha ev demeke dirêje ku ew wekî mamosteya şano û dansê kar û xebatê dike.

Rojda da zanîn ku wê yekem car di sala 2017’an de bi riya nivîsekê Rojavayê Kurdistanê nas kir û wiha got: “Di sala 2017’an  min nivîsek li ser şoreşa Rojava xwend, tê de behsa têkoşîna gel û jinan li hemberî DAIŞ dihat kirin, vê yekê pir bala min dikşand. Ji bo naskirina bingeha vê şoreşê min pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, di pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de jî tişta ku herî zêde bandor li firkên min kir,  azadiya jin û konfedralîzma demokrat bû. Herwiha piştî ku min pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin,  min pirsgirêka jinan li Berazîlya jî nas kir.”

‘Bi fikrê Rêber Apo min wateya azadiyê nas kir’

Rojda da xuyakirin ku li Berazîliya jin wekî koleyê desthilatdariyê kar dikin û wiha domand: “Li Berazîlya min kar dikr, min dixwest bi riya hunerê hinek guhertinê çêbikim, lê min nikarîbû, er ê li wir jin kar dikin, lê li gorî hişmendiya mêr kar dikin û nikarin xwe ji vê hişmendiyê rizgar bikin. Ev rastiya ku min nas kir jî, bi xwendina pirtûkên Rêber Apo pêk hat. Beriya ku ez pirtûkê Rêber Apo bixwînim, min digot ez azadim, ez çi bixwazim dikarim bikim, lê piştî min fikrê Rêber Apo nas kir, min fam kir ku rêbazê me şaş e, erê em kar dikin lê em ne azadin, ez kole ne, koleya sîstemê û desthildariyê ne.”

Li Rojava Çand bingeha civakê ye

Rojda da xuyakirin ku wê ji bo naskirina cewherê azadiyê berê xwe da Rojava û wiha domand: “Di sala 2022’an de ez hatim Rojava, min nizanîbû bi kurdî yan Ingilîzî biaxivim, tenê ez bi zimanê Ispanî û Portogalî diaxivîm. Destpêkê min di ziman de hinek astengî kişandin, lê piştî wê ez hinekî ferî ziman bûm, tevî nebûna ziman jî, lê  min Atmosfêr fam kir, min ked û heskirina li Rojava fam kir. Piştî ez li vir mam min karî ez rastiya Rojava fam bikim, piştî wê min di xebatên çandî de cihê xwe girt. Min karîbû ez nasbikim rêbazê çand çawaye. Mînak, li vir karê çandê bi hevbeşî û rêbazekî demokratîk pêş dikeve, lê li Berazîlya ne wisa bû, li wir kesî berpirsyar wî her tişt feriz dikr. Li Rojava mirov dide û digre, ev li cem min tiştekî nû bû, tevî ku zimanê me ne hevpare, asoya hevfêrkirin heye. Ev yek ji bû min girîng bû. Li Rojava  çand jî perçeyek ji şoreşê ye, perçeyê têkoşînê ye, lê li Berazîliya ne wisa bû. Li bajarê Sawpawlo ku ez lê ji dayîk bûm e, 20 melyon kes dijî, lê ne civak û nerx tune ye, erê li wir min karê xwe yê hunerî dikr, lê em ji civakê dûrin, lê li Rojava çand bigeha civakê ye, min li vir fam kir girîngiya çandê ji bo civakê.”

‘Tevî zehmetiyan jî, hezkirin, hevî û têkoşîn heye’

Rojda balkişand ser filkilora Rojava û wiha got: ” Min ji filklorê li Rojava pir hez kir, li vir mirov hîz dik ku bi axa xwe ve girêdayî ye, mirov dibîne , têkilyê bi civakê re çêdike, vê yekê bala min kişand, li Rojava hezkirin û hêvî heye. Piştî ku ez careke din vegeriyam Berazîliya, tevî ku min li wir jiyana xwe derbas kiriye û koka mine, lê min hêz kir ku tiştek ji min kêm e, min pir bêriya Rojava kir, ji ber li Rojava mirov jiyane rast jiyan dike, lê li Berazîliya ne wisa ye, mirov rastî û şaşitiye ji hev nas nake, herdem ji aliyê sîstemê ve tê xapandin. Ji ber wê ez careke din hatim Rojava, li vir mirov xwedî potansiyala pozîtîve, li vir erê pirsgirêk hene, lê têkoşîn jî heye, mirov têkoşînê dike û xwedî hêvî ye, asoyên hêviyan xuya ye.”

 ‘Bingeha azadiya jin guhertina zihniyetê ye’

Rojda Têkoşîn da zanîn ku sîstemên desthilatdar ji hêza jinê ditirse û wiha domand: “Sîstema desthilatdar naxwazin ku jin  yekîtiya xwe ava bikin û bibin hêz, ew ji hêza jinan ditirsin. Pirsgirêka herî mezin ku jin ji sîstemê bawer dike. Ji bo ku planên desthilatiyê têk biçin, pêwîstî bi têkoşîn û rexistibûyîneke mezin heye,  jin bi yekîtî û rêxistibûyîna xwe dikarin dibin hêzke mezin , mînaka şoreşa Rojava jî li ber çava ye. Li Rojava jinan gelek destkeftî di tevahiya aliyan de bi dest xistin, di hemû qadan de bû pêşeng, li hemberî sîstema baviksalariyê têkoşînê dimeşînin. Divê jin xwe bi xwe rêxistin bikin û zihniyeta xwe bigherin, bê guhertina zihniyetê jin nikare tu gavan biavêje.”

‘Emê xeyalên şehîdan pêk bînin’

Rojda derbarê ciwanên ku berê xwe didin koçberiya li Ewropayê wiha got: “Sîstem bi riya tevahiya destgeh û toreyên civakî yên girêdayî wê, xwe wekî çareserî derdixîne holê, ciwan jî dikevin xefka sîstemên desthilatdar de, berê xwe dide welatên din û dibe kole, lê ew ne di wê ferqê de ye. Tişta ku min xemgîn dike çawa ciwan ji şoreş û azadiyê berê xwe didin koletiya li Ewropa  û li wir di nava koletiyê dimînin. Li Rojava ez xwe azad hêz dikim, ji ber ku mirov li vir azad jiyan dike û bi alternatêfên xwe xwe pêşt dixe. Li ser vê xakê gelek şehîd hatin dayîn, ciwanên enternasyonal jî, ji bo azadiyê berê xwe dan Rojava û tevlî nava şoreşê bûn, herwiha gelek şehîd ketin, devî em xeyalên van şehîdan pêk bînin.”