Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîd binpêkirina tevahî qanûn navneteweyî ye

13/09/2023
in ROJEV
A A
Tecrîd binpêkirina tevahî qanûn navneteweyî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

 Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nisrîn Osman diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye, û destnîşan kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere têkoşînê dewam bikin.

 Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Cezayên nû li wî birîn, tecrîda li ser wî girantir kir û ev zêdetirî 2 sal û nîve ku hevdîtina parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocelan hatiye qedexekirin.

Parêzerên Herêma Cizîrê di 31’ê Tebaxê de plana lidarxistina semînerên derbarê rastiyên qanûnî yên girêdayî doza Rêber Abdullah Ocalan de, ragihand. Yekemîn semîner li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo lidar xistin, herwiha bi armanca ku rastî û ramanê Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de hîn zêdetir were naskirin.

Di derbarê tecrîda giran û rastiya Rêber Abdullah Ocalan û jiyana wî de, Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Nisrîn Osman ji rojnemeya me re axivî.

‘Revandina kesayeteke siyasî mîna Rêber Abdullah Ocalan sûcê herî mezin e ’

Nisrîn Osman diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji zaroketiya xwe de rêberek bû û ji bo doza delê kurd têkoşiya: “Em tev deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û divê ji bo azadiya wî ya fîzîkî xebatê bidomînin. Her wiha di qanûnê de, girtina kesayetek siyasî bi rêya komployekê sûcek e. Kelepçekirina destê girtiyê siyasî di dadgehê de jî sûcek e, ev sûc tev ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ber çavê cîhanê pêk hatin û hîna pêk tên. Sedema sereke ya bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de, bi cihanîna daxwazên dewletan ye ku di şerên cîhanê yên yekem û duyem de bi ser ketine. Ev dewlet jî li çarenûsa gelên cîhanê kontrol dikin û hêzên veşartî hene ku rewşê kontrol dikin.”

 Semînerên ku ji bo rastiya Rêber Apo li darxistine

Nisrîn wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Em wekî parêzer çalakiyek hat li darxist, ev çalakî jî wek welatiya, mafxweaz û wek parêzeran bi rengê semîner  li ser rastî û jiyane Rêber Abdullah Ocalan hat dayin. Herwiha ev binpêkirina zagonan ku li ser Rêber Abdullah Oalan hat kirin, di zagonên dewletên navnetewî de, me pilanemeya xwe diyar kir ku semîner werin dayin, di meha Tîrmehê de me dest bi çalakiya xwe kir, herwiha li bajarê Qamişlo me li darxist, herwiha yê semîner li bajarê Hesekê were dayîn. Hemehingiya me bi Kongra Star re û ofîsa jin di hindirê TEV DEM`ê de, armanca me ji vê çalakiyê re, ku hîn bihtir û zêdetir jiyan û rastiya fikirê azad yê Rêber Abdullah Ocelan, herwiha tecrîda giran ye li ser Rêber Abdullah Ocelan tê kirin di mile hiqûgî de jî, di nava civakê de bidin naskirin, ku em çawa bikaribin azadiya Rêber Abdullah Ocelan a fîzîkî, pêk bînin.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan emê pêk bînin’

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Nisrîn Osman di dawiya axaftina xwe soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: “Jin dikarin roleke mezin di vî alî de bilîzin ji ber ku azadiya me azadiya Rêber Ocalan e. Her wiha ramana Rêber Abdullah Ocalan, wek ronahiyê di nava civakê de ye û banga me li gelên welat parêzin ku li ber xwe bidin, ji bo pêkanîna azadiyê jî bi rêbazên nû zextê li hêzên mêtinger bike û azadiya gelên herêmê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.”

Post Views: 82
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.