Rojnameya Ronahî

Malbatên Şehîdan: PDK’ê di xiyaneta gelê kurd e bi israre

Birûc Resûl/Qamişlo

 Malbatên Şehîdan yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku PDK`ê dijminatiya xwe li dijî hebûn û azadiya gelê Kurd herdem nû dike û gotin, emê li ser xeta şehîdên azadiyê têkoşînê dewam bikin û xayînan têk bibin.

 PDK’ê herdem ji bo berjewendiyên xwe, bi dijminê gelê kurd re peymanên veşartî imze dike û plana li dar dixe. Herwiha herdem li pêşiya azadiya gelê kurd bûye kelem ji dijmin re bûye destek. Ji destpêka avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û heta niha, PDK’ê ji dagirkeriya Tirk re bûye destek û herdem li dijî doza gelê kurd kar kiriye. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser  Qadên Berxwedanê yên dawiyê de , PDK’ê bi awayekî eşker li kêleka dagirkeriyê cihê xwe digre, herwiha li Rojava jî xiyaneta wê ya bi gelê kurd re ji her kesî re zelal e.

Derbarê xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

 ‘Zarokên me bi destê PDK`ê şehîd dibin’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan, dayîka Şehîd Sozadar Ibrahîm, Bedriya Hiso diyar kir ku ev ne carê yekê ye ku PDK’ê xiyaneta gelê Kurd dike û wiha got: “Xiyanetên PDK`ê û tiştê ku bi serê gelê kurd e anîn e di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin. PDK’ê li dijî tevgerên kurdan herdem bi dijmin re bûye yek, ji destpêka avabûna Tevgera Azadiyê de, PDK’ê li kêleka dagirkeriya Tirk şerê Tevgera Azadiyê kiriye û hewil daye wê têk bibe. Bi 10’an zarokên me bi destên mala Berzanî şehîd ketin e.”

 ‘Em ê xeta şehîdên azadiyê dewam bikin’

Bedriya Hiso di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re sînorê xiyanetê jî derbas kiriye û wiha got: “Em hemû dibînin ku li Rojava çi diqewime, her roj êrîş li ser gelê me tê kirin, zarokên ku tu sûcê wan nîne ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên qetil kirin. Li vir PDK’ê bi xiyaneta xwe hazir û piştgiriya dagirkeriyê dike. Em weke dayikên Şehîdan soza ku me daye Rêberê xwe Abdullah Ocalan biparêzin û xeta şehîdên xwe bidomînin.”

 ‘PDK`ê xiyaneta xwe her dem nû dike’

Di heman çarçoveyê de hevserokê Saziya Malbatê Şehîdan Mehsûm Hesen da zanîn ku dewleta Tirk ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê, herwiha ji bo şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi hemû hêza xwe êrişî destketiyên gelê Kurd dike û wiha got: “PDK`ê dijminatî û xiyaneta xwe ya bi Tevgera Azadiyê re nû kir û bi vî rengî piştgiriyê dide her cûre planên ji bo lewazkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê. Dewletên mêtinger ên li herêmê jî destekê didin êrişa li dijî Tevgera Azadiyê, ku tevgera Azadiyê yek ji dînamîkên herî girîng ên antîemperyalîst e û ji bo rêveberên emperyalîst weke gefekê tê dîtin. Lewra êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li ser Tevgera Azadiyê, ji bo têkoşîna azadiyê ya li herêmê metirsiyeke mezin e.”

‘Dewleta Tirk a faşîst dixwaze gelê kurd parçe bike’

Mehsûm wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “PDK`ê, a ku li ber hewldanên yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd radibe, bi hevkariya xayin a bi dewleta Tirk a faşîst re dixwaze gelê kurd parçe bike, ji bo ku karibe her devera Kurdistanê dagir bike. PDK`ê xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike. Di vê ev plan bê têkbirin û piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Kurd re bê birêxistinkirin.

‘PDK’ê li ser bingeha xiynetê hatiye avakirin

Mehsûm diyar kir ku ger rêvebiriya PDK’ê xwe ji vê rewşa hevkarî û xulamtiyê xelas neke û neyê xeta neteweyî ya azadiya gelê kurd, dê tinebûnek mezin bijî û wiha domand: “Divê PDK’ê bizanibe ku xeta hevkariya dijmin ya ku ew temsîl dike têk diçe. Her wiha li herêmê ji ber hevkariya dewleta tirk û PDK’ê tê zanîn ku li ser bingehê qirêj hatiye avakirin, kes bawerî bi piştgiriya Tirkiyeyê jî nayîne. Her kes dizane ku di bingeha vê hevalbendiyê de dijminantiya gelê kurd heye. Lewra ji gelek aliyên cuda nerazîbûn tên. Lê ev nerazîbûn di van demên dawî de derket astek cuda.”

‘Ma ne bese ji xiyanetê re’

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Mehsûm Hesen di dawiya axaftina xwe de bang  Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê kir ku dest ji xiyaneta xwe berde û wiha got: “Em wekî malbatên şehîdan li bakur û rojhilatê Sûriyê kiryarên PDK’ê û xiyaneta wê ya bi gelê kurd re bi tundî  şermezar dikin. Herwiha em bang PDK’ê dikin dest ji xiyanet û rijandina xwîna gelê kurd berde û jê re dibêjin”Ma xiyanet ne bes e.”