Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hêzên li pişt 12’ê Îlonê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman hêz in’

12/09/2023
in NÛÇE
A A
‘Hêzên li pişt 12’ê Îlonê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman hêz in’
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman ku hêzên li pişt 12’ê Îlonê û yên li pişt dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman hêz in û got, armanca van hêzan qirkirina Kurdan e.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî axivî.

Cemal Şerîk balkişand ser darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî  wiha û got “Dema ku têkiliya navbera azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê hate destnîşankirin, divê têkoşîna li hemberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi rengekî hevgirtî bê nirxandin ku rewşa nû ya darbeya faşîst a mêtinger-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ye.”

Cemal Şerîk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de dîl tê girtin û got, “Di nava van şert û mercan de jî xwe weke mirovê herî azad ê cîhanê dibîne. Ev yek di gava destpêkê ya Tevgera Apoyî de jî, di nava şert û mercên darbeya faşîst a leşkerî, mêtingerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de jî bi heman rengî bû. Eger Rêber Apo temsîla pîvanên azadiyê yên rasteqîn di şexsê xwe de şênber nekiribûya, Şoreşa Kurdistanê îro nikarîbû ewqasî bi pêş ve biçûya, Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê bibûya malê tevahiya mirovahiyê”

‘Armanca wan tunekirina Rêber Apo û gelê kurdistanê bû‘

Cemal Şerîk wiha dewamî da axaftina xwe û got: “Ji aliyê azadiyê ve divê mirov têkiliya navbera têkoşîna Rêber Apo ya li dijî darbeya faşîst, leşkerî, mêtinger a 12’ê Îlona 1980’yî û têkoşîna di nava şert û mercên dîlgirtî yê tecrîdê de li ser vê bingehê destnîşan bikin. Ev şêweyê têgihiştinê wê bike ku têkiliya navbera darbeya 12’ê Îlona 1980’î û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi rengekî rast bê danîn. Lewma hêzên ku di dema destpêkirina Tevgera Apoyî de li ber rabûn, yên ku bi darbeya 12’ê Îlona 1980’yî re xwestin PKK’ê tasfiye bikin û Kurdan qirbikin û hêzên ku îro dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê kirin desthilatdar û dixwazin bigihêjin armanca xwe ya dawî, heman hêz in.”

‘Kevneşopiya têkoşîna li dijî 12’ê îlonê divê di asta herî bilind de bê temsîlkirin‘

Cemal Şerîk da zanîn ku êrîşên qirkirina Kurdan ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de tê kirin li Kurdistanê û derveyî welat li dijî gelê kurd bi tundî dewam dikin û wiha got: “Di salvegereke nû ya 12’ê Îlonê de, li dijî zextên faşîst, mêtinger û qirker ên ku li dijî Rêber Apo, PKK’ê, berxwedêrên zindanan û gel têne kirin, divê seknek bê nîşandan û têkoşînek bê kirin. Divê têkoşîna li dijî mêtingerî û faşîzma 12’ê Îlonê dewr bê wergirtin û hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê li dijî şopdarên 12’ê Îlonê têkoşîn bi rengê herî çalak bê meşandin. Di salvegereke nû ya 12’ê Îlonê de divê ev wezîfe û berpirsyarî bi cih bêne anîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.