Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hezkiriyê welat koça dawî kir

12/09/2023
in NÛÇE
A A
Hezkiriyê welat koça dawî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/ Qmişlo

Hunermendê Kurd yê navdar Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber nexweşiya kanserê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Malbat û dostên hunermendê kurd yê navdar Beytocan ragihandin ku hunermend Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê koça dawî kir.

Beytocan demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çenga wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan ku navî wî yê rast Beytullah Gunerî, di 1’ê Cotmeha sala 1955’an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di 8 saliya xwe de mala wan hatiye Amedê.

Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew nêzî 6 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987’an hate berdan.

Beytocan sala 1990’î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike.

Beytocan piştî 23 salan cara yekem sala 2014an çûbû Amedê û konser dabû. Hunermendê Kurd Beytocan bi hesreta welêt li xerîbiyê koça dawî kir.

Ji stranên wê yên herî zêde ku di nava gelê Kurd e  hatiye guhdarkirin û hezkirin, her; Agir Ketiye Dilê Min, Ji Te Dûrim, Zenga Zenga Dilê Min, Her Tişt Vire, Lo Dilo, Gula Zer, Diyarbekir Mala Min û bi 10’an Stranên din. Hêjayî gotinê ye ku stranên Beytocan ji aliyê gelek hunermendên kurd ve hatine gotin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.