Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi têkoşîn û berxwedaniyê wê tecrîd têk biçe’

10/09/2023
in ROJEV
A A
‘Bi têkoşîn û berxwedaniyê wê tecrîd têk biçe’
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/Qamişlo

Dewleta Tirk a faşîst bi armanca tekbirina vîna gelê kurd tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike û li Îmraliyê tevahiya pîvan û nirxên mirovahiyê bipê dike, endamê PYD’ê Silêman Ebû Bekir diyar kir ew ê bi têkoşîn û berxwedaniyê tecrîdê têk bibin.

Dewleta Tirk a dagirker di 1999’an de di encama komployeke navneteweyî de Rêber Gelê Kurd Ebdullah Ocalan dîl girt, herwiha ji wê demê ve û heta niha li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê feriz kirin. Dewleta Tirk a dagirker li Îmraliyê tevahiya zagon û pîvanên mafê mirovan binpê dike, lê tevî wê jî tevahiya cîhanê li hemberî van kiryaran bê denge, rêxistinên ku qaşo bi navê mafê mirovan bang dikin jî, ji berjewendiyên xwe, li hemberî tecrîdê xwe ker, lal û kor dikin.

Derbarê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê tecrîdê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Silêman Ebû Bekir ji rojnameya me re axivî.

‘Rêber Apo ji bo azadiya gelên bindest têkoşînê dike’

Silêman Ebû Bekir di destpêka axaftina xwe de balkişand ser girîngiya fikrê Rêber Apo ji bo çareseriya tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê û wiha got: “Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe ji tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn re cihê çareseriyê ye, ji bo her pirsgirêkekê Rêber Apo çareserî û  pêvajoyek daye nîşandan. Di dema ku gelê kurd ber bi qirkirinê ve diçû, Rêber Apo Tevgera Azadiyê damezrand û dest bi têkoşîneke bê hempa kir, ew ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo tevahiya gelên bindest û azadîxwaz berxwedanî kir û hîn jî dike. Hêzên hegemonîk herdem hewil dane ku gelê kurd ji kokê ve rakin û qirbikin, lê bi saya fikr û têkoşîna Rêber Apo gelê kurd zincîra koletiyê qetand.”

 `Hebûna me bi berxwedaniya Rêber Apo ve girêdayî ye`

Ebo Bekir da zanîn ku bi berxwedana Rêber Apo gelê kurd ji qirkirinê rizgar bû û wiha ûgot: “Em wek gelê kurd divê nasbikin wateya berxwedaniya Rêber Apo  çiye û em sûd bigrin, eger ne ji berxwedan û têkoşîna Rêber Apo bû ya, wê gelê kurd bi temamî hatiba qirkirin. Berxwedana Rêber Apo hebûna gelê kurd parast, ji ber vê yekê hebûna me bi berxwedaniya Rêber ve girêdayî ye û ji nav cîhanî  bi giştî de em dikarin bêjin  yê ku rastiya fikrê Rêber nas kir û şopand gelê kurd e, êdî tu kes nikare me bide tunekirin.”

Ebo Bekir di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya fikrê Rêber Apo di şoreşa Rojava de gelek destkeftî hatin bidestxistin, bi taybet di milê yekîtiya gelan de, projeya biratiya gelan bi prtaîk hat meşandin, mînaka wê jî di nava refên Yekîneyên Prastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê tevahiya pêkhateyan cihê xwe girtin û ji bo parastina xaka xwe berxwedanî kirin. Ne tenê ji bakur û rojhilatê Sûriyê, gelek ciwanên enternasiyonal jî tevlî nava refên şoreşgerî bûn. Fikrên Rêber Apo sînor derbas kirin û li tevahiya cîhanê belav bû û bandor kir.”

`Ji bo azadiyê têkoşîn pêwîste`

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Silêman Ebû Bekir axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Têkoşîn û berxwedaniya Rêber Apo hebûna gelên bindest û azadîxwaz misoger dike, divê tevahiya gelên azadîxwaz layiqê berxwedana Rêber Apo bin, bi taybet gelê kurd divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşînê bilintir bike. Hêviya min ewe ku her kes  di hişmendiya xwe de her tim  Rêber Apo jiyan bike, divê kar û xebat tev ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bin.”

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.