Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîste Osman were berdan

09/09/2023
in ROJEV
A A
Pêwîste Osman were berdan
Share on FacebookShare on Twitter

Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn derhiqûqî ye û got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.

Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman biryara dersînorkirinê hate dayîn. Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn derhiqûqî ye û got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.”

Girtiyê siyasî nivîskar Abdulmenaf Osman piştî 30 sal û 6 mehan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê serbest hat berdan. Osman, di 3’yê îlonê de hate berdan. Ji bo Osman biryara dersînorkirinê û çavdêriyê hat dayîn. Osman, niha li Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê tê ragirtin. Parêzerê wî Halîl Coşkun li dijî biryara dersînorkirinê li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Manîsayê û li dijî biryara çavdêriya îdarî jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Edîrneyê îtîraz kir.

Parêzer di daxwaznameya giliyê ya li dijî biryara dersînorkirinê de got ku Osman li gorî Qanûna Hejmar 6458’ê dikeve çarçoveya kesên divê neyên dersînorkirin û biryarên mînak ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn hatin rêzkirin. Parêzer da zanîn ku dema ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûn wê derê, ji wan re hat gotin ku ewraqên paşveşandinê nehatine amadekirin û wiha cih da daxwaznameyê: “Ev biryara behsa xeberê di 5’ê îlonê saet di 14.00’an de bi miwekîlê me re hatiye parvekirin. Di nava vê pêvajoyê de hêj biryara dersînorkirinê nehatibû dayîn. Biryara dersînorkirinê ya di pêvajoya hukmên qanûnê de nehatiye dayîn jî tu hukmê xwe nîne. Li gorî armanca raye û kiryarên îdarî,  biryara dersînorkirinê li derhiqûqî ye. Biryara dersînorkirinê ya derheqê dozdar de li gorî usûl û esasên wê yekser li dijî hiqûqê ye. Heke ev biryar pêk were, dê dozdar ‘rastî zirarên ku telafîkirina wan nîne’ were. Heke dozdar bişînin welatê wî, xetereyeke mezin li ser jiyan û azadiya wî çêdibe. Lewma em dixwazin ku biryara dersînorkirinê were betalkirin.”

Nikare ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigire  

Parêzer, di daxwaznameya li dijî biryara çavdêriya îdarî ya ji bo 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Edîrneyê de jî ev tişt got: “Biryara çavdêriya îdarî ya hatiye dayîn, li dijî peymanên navneteweyî û heqaniyetê ye. Miwekîlê me 30 salan di girtîgehê de ma. Lewma gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Miwekîlê me li navenda paşveşandinê nikare mafê xwe yê tenduristiyê baş bi kar bîne. Dema biryara dersînorkirinê û ya çavdêriya îdarî li gorî çarçoveya biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û DMME’yê tê nirxandin, tê dîtin ku gelek binpêkirinan di xwe de dihewîne. Ji ber sedemeke nerast, biryara çavdêriya îdarî hatiye dayîn. Bi vê biryara behsa xeberê re mafê ewlehî û azadiyê ya di çarçoveya xala 19’emîn a Destûra Bingehîn û xala 5’emîn a PMME’yê ye. Çalakiya ku weke hinceta sepandina biryarê hatiye nîşandan 30 sal berê hatiye kirin lewma divê mijara demborînê esas were girtin. Her wiha bi vê biryarê re biryara îdare û dadgeheke din tune hatiye hesibandin. Lewma em dixwazin ev biryar were betalkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.