Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peymana ku Kurdistan birîndar kir

24/07/2018
in Uncategorized
A A
Peymana ku Kurdistan birîndar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji êş û trajediyên ku Kurd dikişînin û heta niha bedewam dike encama Peymana Lozanê ye. Bi mor kirina Peymana Lozanê re li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê ket meriyetê û pêrsgirêka kurd her çû kûr bû rê li ber gelek êş û eleman vekir. Hêzên komploger û navnetewî bi vê peymanê xwestin gelek armancên xwe di berdêla qurban kirina kurdan de pêk bînin.

Kurdistan ku weke cografîk cara yekem di sala 1639’an di navbera împaratoriyên Osmanî û Safewî de hat du perçekerin, di 24’ê Tîrmehê sala 1923’an de bi Peymana Lozanê hat çar parçekirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Peymana Lozanê ya ku ji di dîroka Kurdistanê de û ji bo Kurdan xwedî trajediyeke mezin bû diyar kir ku bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komara Tirkiyê re qonaxeke nû dest pê kir. Ocalan wiha dibêje, “Aloziya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê.”
Ocalan wiha dibêje, “Neteweparêziya Anatolyayê bi pêşengiya Mistefa Kemal weke tevgera rizgariyê bi gewde bû. Di vê de para rastiyê heye. Destpêkê isyaneke li dijî hêzên hegemonîk kiribû bingehê xwe. Di vê tevgerê de Kurd û Cihû bi rola damezrîner radibin. Tevî xwediyên erdan û eşrafên Kurd, sermayedar û kadroyên elît ên Cihû, bi hêmanên milliyetgir burokratîk ên Tirk re hevgirtin. Xiristiyan li derveyî vê hevgirtinê man û bi giranî bûn hedefa wê. Ev hevgirtin di qonaxa damezrandina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de dibe û di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tê pêkanîn. Di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de (1919-1922) tê tengkirin û dewamkirin. Herçiqasî hin gumanên xwe hebin jî pirraniya rewşenbîr û eşrafên Kurd destekê didin vê hevgirtinê. Protokola Amasyayê, Kongreyên Erzirom û Sêwazê, pêkhênerên pêşî yên Meclîsa Tirkiyê vê hevgirtinê eşkere nîşan didin. Bi Qanûna Reforma Kurd a di 10’ê Adara 1922’an de ev hevgirtin tê xurtkirin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê. Peymana Enqereyê ya bi Fransiyan re herçiqasî ji Mîsak-î Millî paşvegavavêtinek bû û hinekî jî li dijî Kurdan û Tirkmenên li Sûrî bi encam bûbe jî di asta felaketê de pêk nehatiye. Beşekî Kurdistanê ji Franseyê re hatiye hiştin. Lê ji ber neyêniyên wê yên li ser rastiya netewe ya Kurd divê mirov bi girîngî li ser raweste.
Li ser bingehê avakirina Iraqê Kurdistan hat parçekirin û ev bi awayekî eşkere binpêkirina Mîsaq-î Millî bû. Vê bûyerê li Parlementa Tirkiyê û di navbera Kurdan de rê li ber tengezariyeke mezin vekir. Ev peymana di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Ingilîzan re hatiye mohrkirin, gelek aliyên wê yên tarî hene. Şert e ku mirov vê peymanê weke destpêka dîroka qirkirina Kurdan binirxîne. Çawa ku tê zanîn, Mistefa Kemal di vê mijarê de jî gelekî tengav bûye û di warê hesabdayînê de ketiye zehmetiyê. Bi vê peymanê, dinamêt xistine bingehê lihevkirina dîrokî ya Kurd û Tirkan. Ya rastî, isyana sala 1925’an a bi serokatiya Şêx Seîd ji bo sergirtina vê xiyanetê hem hatiye provokekirin, hem jî bi awayekî gelekî bêmane bi xwînrijandin û bêrehm hatiye tepisandin. Di vê çarçoveyê de sala 1925’an, ne bi tenê isyan, bi awayekî rastî dema destpêkirina komplo, xiyanet û qirkirinê ye. Di vê de dîplomasiya Ingilîz û hêmanên Cihû bi rola diyarker rabûne. Çawa ku tê zanîn, di vê demê de ji ber ku Fethî Okyar gotiye “Ez destê xwe bi tevkujiya Kurdan nakim” ji serokwezîrtiyê hatiye xistin û li şûna wî Îsmet Înonî hatiye wezîfedarkirin. Fethî Okyar ji zarokatiya xwe ve hevalê Mistefa Kemal bû û herî zêde ji wî piştrast bû. Di dema ceribandina Firqeya Serbest de kengî hat dîtin ku serketiye, dîsa ji aliyê Îsmet Înonî ve hatiye xistin. Eşkere ye ku di van salan de bi tenê hêmanên Çepgir û Îslamî nayên tesfiyekirin, bi awayekî rastî yên weke netewe têne tesfiyekirin Kurd in. Wekî din, M. Kemal û koma wî gelekî bêhêz hatine hiştin. Ne ku komareke demokratîk, lê sîstemeke dîktator a tesfiyeker derdikeve holê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.