Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM′ê helwesta piştgiriyê ya bi QSD′ê re silav kir

05/09/2023
in NÛÇE
A A
TEV-DEM′ê helwesta piştgiriyê ya bi QSD′ê re silav kir
Share on FacebookShare on Twitter

TEV-DEM′ê helwesta piştevaniya bi QSD′ê re silav kir û wiha got: “Divê em piştevanî û hevgirtina xwe ya bi zarokên xwe yên QSD′ê re xurtir bikin. Divê em derfetên xwe hîna bêtir birêxistin bikin, ji ber ku em nûnertiya şoreşa îradeya gelan dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM′ê destnîşan kir ku pergal dixwazin nakokiyên mezhebî û neteweyî biafirînin da ku tirsê belav bikin, îstiqrara herêmê têk bibin û herêmê veguherînin qadeke agir. TEV-DEM′ê got, xema van pergalan ew e ku bi rêbaza siyaseta osmaniya nû, siyaseta terora DAIŞ′ê û feraseta çeteyan ser bixin ku ji faşîmza Tirk hatiye girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ′′Siyaseta komployî ne ji îro ve ye, lê ji demeke dirêj ve anku di civînên çaralî yên li Astanayê de hatiye sazkirin. Tevgerên van pergalan hemaheng in. Rejîma Sûriyeyê û rejîma Îran hemû giraniya xwe dane herêma Dêrazorê da ku dest deynin ser. Xeyalê rejîma Îranê ew e ku xwe bighîne Dêrazorê da ku qada hegemoniya xwe fireh bike. Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe yên hovane yên bi çekên giran û balafirên şer ên bê mirov li ser herêmên me zêdetir kiriye û erebeyan dike hedef. Di encama van êrişan de hejmareke sivîl şehîd bû birîndar bûn. Di êrişa li Minbicê de 4 zarok şehîd bûn. Armanc ji van êriş û siyasetên hevpar ew e ku herêmê ber bi lîstokên karesatî ve bikişînin, herêmê bikin qada şer û bibe nuqteya firehbûna ber bi herêmên din ve. Di heman demê de dixwazin bi van êriş û siyasetn aştiya navxweyî têk bibin, îstiqrara herêmê bidawî bikin, hevgirtiya gelan xirab bikin û binsaziya herêmê wêran bikin. Pergalên navborî sûdê ji bûyerên rû daye, digirin da ku veguherînin şerekî daîmî, di encamê de vegera DAIŞ′ê hêsan bibe ku operasyonên qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk bînin, demgorafiya herêmê biguherin û çeteyan bi cih bikin, rola îradeya gelên berxwedêr têk bibin.′′

Têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de jî hate gotin, ji ber helwestên nîştimanî û exlaqî yên QSD′ê, rêxistinbûn û zîrekbûna şervanên wan, hewldanên qirêj ên pergalên serdest hatin têkbirin. Vê helwestê jî hêz û israr da tevahî eşîrên herêmê  û pêkhteyên wê  ku destek û piştgirî dan QSD′ê. QSD′ê ji bo zarokên vê herêmê berdêlên mezin da û jiyana bi sedhezaran ji mirinê rizgar kir.”

TEV-DEM′ê berxwedana lehengî ya QSD′ê û şervanên wê pîroz kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ji tevahî birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em helwesta exalqî û nîştimanî ya tevahî birayên eşîrên Ereb û Kurd, tevahî saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ciwan û jinan silav kir ku îsbat kir ev ne şerê Kurd û Ereban e, îsbata vê yekê ev e; yên ku li hemberî komploya fitneyî li ber xwe dan û şehîd bûn,  zarokên Kurd û Ereb in. Li ser vê bingehê divê em baş bizanibin ku komployeke mezin li dijî îradeya me heye. Divê em hevgirtina xwe ya bi zarokên xwe yên QSD′ê re xurtir bikin û piştevaniyê mezintir bikin. Divê em derfetên xwe hîna bêtir birêxistin bikin, ji ber ku em nûnertiya şoreşa îradeya gelan dikin. Mîsyon û berpirsyariyên me yên li hemberî nirx û destkeftiyên me mezin in. Me bi hêviyê dest pê kir û em ê bi hêviyê bi serkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.