Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêxistinkirina Civaka Êzidî Misogeriya Têkbirina Komkojiyê Ye’

05/09/2023
in NÛÇE
A A
‘Rêxistinkirina Civaka Êzidî Misogeriya Têkbirina Komkojiyê Ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Bi dirûşmeya ‘Rêxistinkirina Civaka ÊzIdî Misogeriya Têkbirina Komkojiyê Ye’ Yekîtiya ÊzIdiyên Efrînê li herêma Şehbayê Panêlek derbarê Ola ÊzIdî û girîngiya rêxistinkirina wê bi fikrê Rêber Apo, lidarxist. Hevserokê Yekitiya Êzîdiyan Silêman Cafer anî ziman ku wan xwest bi riya vê panêlê ola Êzidî bidin naskirin.

Vîndar Roj/ Şehba

Di 4 ê Îlonê de li herêma Şehbayê ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê ve panêlek di bin dirûşmeya ‘Rêxistinkirina civaka Êzidî misogeriya têkbirina komkûjiyê ye’ hat orgenîzekirin, komxebat li ser du mijaran hat nîqaşkirin, xala yekemîn; koka ola Êzidî û wayteya wê û ya duyemîn Êzdiyatî di bin saya Ocalanîzmê de.

Ola êzidî yek ji olên herî kevnar di dîroka mirovahiyê de ye û di seranserî dîrokê de rastî qirkirinên zayendî hatiye. Heyanî niha di 73 fermanan re ji aliyê olperest û netewperestan hatine. Herî dawî di 2014’an li Şengalê ji aliyê Terora DAÎŞ’ê rastî qirkirinê hatin. Lê bi tekoşîna şervanên azadiya Kurdistanê Şengal hat rizgarkirin.

Têkildarî danasîna ola êzidî û girîngiya rêxistinbûna wan di bin fikirên Rêber Apo de hevserokê Yekîtiya Êzidiyan ya Efrînê Silêman Cafer ji rojnameya me re axivî.

Silêman destpêkê de anî ziman ku armanca wan ji vê komxebatê danasîna ola Êzidî ji kesên ku ola êzidî nas nekirine û wiha got: “Di van demên heyî de bi rastî pêwîstiya me bi rêxistinkirina komxebateke vî awayî heye. Mixabin rûxmî ku ola Êzîdî yek ji olên herî kevnar di dîroka mirovahiyê de ye, di sedsala 21’emîn de em hîn dibînin ku hin kes û civak hene ola Êzidiyan nas nakin. Armanca me ew e ku em vê olê bidin pênasekirin û naskirin. Ola Êzidî olekî çawa ye, dîrok çawa nêz vê gelî bûye û niha gihîştine çi astê.”

‘Li ser esasê aşîtî, wekhevî û hezkirinê hatiye avakirin’

Silêman diyar kir ku ola Êzidî ji aliyê hin ol û netewan ve şaş hatiye destgirtin û wiha domand: “Ola Êzidî olekî xwedî dîrok û hebûneke kevnar e, olekî xwedî pîvan û rêgezên exlaqî yên civakê ye. Ola Êzidî li ser esasê aşîtî, wekhevî û hezkirinê hatiye avakirin. tu destwerdan li olên xweda nakin û tu ol înkar nekirine. Dikarin bi hemû olên xweda re li ser esasê hezkirin û wekheviyê jiyan bikin. Di heman demê de li hember qirkirinên ku di derheqê ola Êzidî de tên kirin erka me ye ku em civaka xwe  biparêzin û weke ku tavahî ol bi aramî jiyan dikin em jî vê jiyanê heq dikin. Lê ola êzîdî ji laiyê hin ol û netewan ve şaş hatiye pênasekirin û nêzîkatiyên wan şaş in.”

‘Bi saya Rêber Apo gelê Êzidî xwe ji pencên qirkirinê rizgar kir’

Silêman di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman “Rêber Apo Êzidiyatî parastin û jiyaneke aram bû para me û wiha domand: “Bi fikrê Rêber Apo gelê êzidî xwe birêxistin kir û ji pencên qirkirinê xilas kir. Bi vê felsefê re gelê ÊzIdî di korahiya îdeolojiya Rêber Apo de xwe birêxistin kirin û  bûn xwedî jiyaneke aram û ewle. Ji roja ku Xweseriya Demokratîk hatiye avakirin gelê Êzidî weke hemû ol û pêkhateyan bû xwedî hebûneke ku wê neyê înkar kirin û qirkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.