Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Li Efrînê  sûcên dijmirovî  yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didomin

05/09/2023
in NÛÇE
A A
​​​​​​​Li Efrînê  sûcên dijmirovî  yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tebaxa borî de jê 6 jin, 62 welatî revandin û 4 avahiyên mêtingeriyê bi hevkariya rêxistinên îxwanî ava kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî yên revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku di meha Tebaxa borî de welatiyê bi navê Elî Nûrî (65) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hat qetilkirin.

Dema ku Elî Nûrî li motorsîklêta xwe li ser rêya Şiyê – Anqelê siwar bûbû, erebeyeke çeteyên “Emşat” pêl wî kir.

62 welatî hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 62 welatî ji nav wan 6 jin revandin, yek ji wan jinan ji aliyê çeteyan ve rastî tecawizkirinê hat.

Rêxistinê da zanîn ku piraniya kesên revandî ji wan welatiyên ku bi sozên derewîn ên ENKS’ê bawer kirine û nû li Efrînê vegerîne.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birîn, bi deh hezaran hîktarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin.

4 avahiyên mitîngeriyê hatin avakirin

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, di meha Tebaxa borî de avahiyeke mêtingeriyê bi navê “Ehil El Xêr” bi hevkariya rêxistinên “Sewasiye” û “Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)” li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan tê de kir. Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn.

Li bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir. Li nêzî gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.

Li gor çavdêran, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne, bi armanca ku wan bitirsîne û koçber bike û guhertina demografiyê li kantonê pêk bîne. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.