Rojnameya Ronahî

‘Divê Rêxistinên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin’

Dewleta Tirk a fşîst bi ferzkirina Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tevhiay pîvan û zagonên mafê mirovan bi pê dike. Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku li hemberî sûcê tecrîdê, divê rêxistin û saziyên navneteweyî bi erka xwe ya exlaqî rabin û helwsta xwe nîşan bidin.

Vîndar Roj/ Şehba

Hêzên desthilatdar û dagirker ji bo berjewendiyên xwe, pirsgirêk û qeyranan di Rojhilata Navîn de derdixin û kurtir dikin. Di sedsala 21’emîn de li hember van diyardeyan hêza çereseriyê bi modêla Netewa Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşkêşkirin. Ev fikirê ku hatiye pêşxistin, ji bo berjewendiyên tavahî mirovahî, netew, ol û pêkhateyan  hatiye afirandin. Rêber Apo li hemeberî pirsgirêkên cîhanî yên ji aliyê hêzên serwer ve hatine derxistin, herwiha li hemberî pirsgirêkên gelan xwe berpirsyar dît û çareserî ji hermû cîhanê re da xuyakirin. Lewra hemû hêzên navnetewî li hember Rêber Abdullah Ocalan bûn yek û bi Kompiloyeke Navneteweyî  xwestin vî fikirî ji holê rakin û di bin destên xwe de têk bibin. Îmralî ne girtîgeheke ji rêzê ye, mirov di aliyê fîzyeolojî û hişmendî de têk dibe. Rêber Apo ev 24 sal in ku di nava lepên dijmin de li ber xwe dide û fikirên hêzên faşîst yên ku dixwastin îdeolojiya Rêbertî ji holê rakin, têk bir. Ji lewra ev bû nêzî 3 salan ku dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke girankirî daye ferizkirin û tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin.

Têkildarî tecrîda giran ya  ku li ser Rêber Apo tê meşandin, endamê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê yên ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan,  Cibrayîl Mistefa ji rojnameya me re axivî.

‘Li hemberî sîstemên desthilataran, Konfedralîzma Demokratîk’

Cibrayîl anî ziman ku fikrê Rêber Apo ji bo xelasiya mirovahiyê ji qirkirinê ye û wiha got: “Li hemberî siyaseta Modernîteya Kapîtalîst ya ku ji aliyê hêzên desthilatdar yên ku dixwastin cîhanê tavahî bixin bin kontirola xwe de, Rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe yên ji bo azadiya tavahî mirovahiyê, pirojeya Konfedralîzma Demokratîk da pêşkêş kirin. Ev yek di encama lêgerîn û nîqaşkirina pirsgirêkên gilobal û yên civakê, her wiha li hember modernîteya Kampîtalîzim yê ku hakimiyeta xwe li ser tavahî mirovahiyê kiriye û nirxên civakî di nava xwe de tune kiriye, hat derketin. Bi kurtasî ji bo hişyarkirina civakê li hember siyasetên helandinê ku tên meşandin, di heman demê de xelasiya mirovahiyê ji qirkirinê ye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di Rojhilata Navîn de tên qewmandin bibe çareserî ye.”

‘Armanc pêkanîna xeyalên dagirkeriyê û qutkirina  gel ji Rêber Apo ye’

Cibrayîl bal kişand ser armanca hêzên kompiloger  ji tecrîdê û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye ku tecrîdeke bi vî rengî re derbas bibe. Rêber Apo temsîla 60 mîlyon Kurd dike û têkoşîna azadiyê dide meşandin. Bi dawîkirina sedsaliya peymana Lozanê dagirkeriya Tirkiyê dixwaze peymana Mîsaqa Milî ya ku naveroka wê dagirkirina Kerkok, Musil û heyanî Helebê bi kurbûna 40 kîlo metir e pêk bîne. Pirojeya Rêber Apo di vê serdemê de li hember vê yekê hatiye sekinandin û pilanên faşîzma Tirkiyê têk diçin. Her wiha ji bo gelê Kurd pilanên qirkirinê yên demdirêj di hişmendiya Tirkiyê de her xwe nûjen dike, bi riya tecrîda ku tê meşandin qirkirina gelê Kurd armanc dikin. Ev nêzî 3 sala ye ku parêzer û malbata Rêber Apo ji bo hevîdtina pê re t tu agahî nayên wergirtin”.

Cibrayîl diyar kir ku rêxistina CPT û rêxistina Efûkirina navnetewî eşkere kirin ku di Îmraliyê de binpêkirin tên kirin û demokrasî nîne, lê belê yekîtiya Ewropa tu seknekî cidî li hember Tirkiyê nîşan neda ye û wiha domand: “Ji sala 1999’an ve heyanî niha rêxistina CPT 9 caran derbasî Îmraliyê bûye, herî dawî CPT û rêxistina efûkirina navnetewî her duyan eşkere kirin ku Îmralî Giwantanamoya duyemîn e û binpêkirin tên kirin, li hember van tesbîtan Yekîtiyta Ewropa tu helwestên xwe yên cidî li hember Tirkiyê heyanî niha raber nekiriye. Ji ber hebûna berjewendiyên hevpar di navber faşîzma Tirkiyê û yekîtiye Ewropa de hene yek ji wan jî armanca derbaskirina Tikiyê ji Yekîtiya Ewropa re ye.”

‘Divê rêxistinên navnetewî  bi erka xwe rabin’

Endamê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê yên ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Cibrayîl Mistafa da xuyakirin ku di van demên dawiyê de CPT derbasî Tirkiyê bû lê belê derbasî Îmarliyê nebû û wiha axaftina xwe bidawî kir:  “Di van demên dawî de hin agahî hatin girtin ku rêxistina navnetewî ya CPT derbasê Tirkiyê bûye, lê belê derbasî Îmraliyê nebûne. Me lêpirsîn kir ku çima derbas nebûne hat eşkere kirin ku gotine “Derbasbûna Îmraliyê ne hewce ye”. Hat dîtin ku li hember Rêber Apo tu seknên cidî nînin û dixwazin  Rêber Apo weke girtiyekî normal bigirin dest. Li hember vê yekê em banga rêxistinên têkildar yên navneteweyî dikin ku divê li hember Tirkiyê helwestên cidî bên nîşandan û di doza azadiya Rêbere Apo de dest ji berjewendiyên xwe berdin û cidî bin.”