Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Gelên Siwêdayê ji bo parastina rûmetê serî rakirin’

03/09/2023
in ROJEV
A A
 ‘Gelên Siwêdayê ji bo parastina rûmetê serî rakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Piştî 12 salan ji kirîza Sûriyê, welatiyên parêzgeha Siwêdayê careke din rabûn ser piyan û li dijî hikumeta şamê xwepêşandanên berfireh li dar xistin. Derbarê xwepêşandanan de nûnera Partiya Nûjeniya Demokratîk Heyfa Mehmûd bang li gelên Siwêdayê kir ku nehêlin tu hêzên derve derstwerdana xwepêşandanan bike.

Kirîza Sûriyê 12 sal li pey xwe hiştin. Hikumeta Şamê, Rûsya, Îran, dagirkeriya Tirkî û çeteyên girêdayê wê yên navê oposizyonê li xwe dikin, bi ti awayî nikarîbûn çareseriyeke bingehîn ji vê kirîzê bibînin . Lê berovajî vê yekê xwesteka wan domdariya kirîzê bû. Piştî demeke dirêj ji siyaseta ku hikumeta Şamê li ser gelên Sûriyê dimeşîne, gel careke din rabû ser piyan. Herî dawiyê di 20 Tebaxê de welatiyan parêzgeha Siwêdayê careke din rabûn ser piyan û banga guhertina sîstema desthilatdar kirin. Tişta ku herî zêde bala mirov dikşîne, silogan û bankartên ku ji aliyê xwepêşandanan ve tên bilindikirin. Mînaka wê jî bilindkirina silogana ‘Berxwedan Jiyan e’, ‘Xwîna Şehîd Hevrîn Xelef li Siwêdayê kulîlik dide’ û  ‘Têk biçe hikumeta serdest’.

Têkildarî  xwepêşandanên gel Siweydayê, nûnera Partiya Nûjeniya Dîmokratîk li Sûriyê, Heyfa Mehmûd ji rojnameya me re axivî.

‘Divê gel destûrê nede hêzên derve ku destwerdana xwepêşandanan bike’

Heyfa Mehmûd diyar kir ku divê gelên Sûriyê xwepêşandanan ji mudaxeleya hêzên derve biparêzin û wiha got: “Gelên Sûriyê ji destpêkirina kirîzê ve rastî binpêkirinên zor hatine. Lewra îro gelên Sûriyê jî dixwazin vê hikumeta ku nikare bibe bersiv ji pirsgirêkên gel re, hilweşîne. Em tev dizanin ku rola gelê Siwêdayê di xwepêşandanên 2011’an de yên li dijî hikumetê çiqasî bibandor bûn. Wan li kêleka gelên herêmên din li dijî rêjîmê şoreşek dan destpêkirin. Lê ji ber ku ev şoreş ji destê gel derket û kete destê hêzên çeteyên girêdayî dagirkeran de , herwiha kete destê hêzên derve de, bi ser neket. Vaye dîsa gelê Siwêda dest bi şoreşa xwe ya 2’yem kirin. Ji bo ku careke din şoreşa wan têk neçe divê bi vîna xwe li dijî hikumeta Şamê derkevin. Herwiha nehêlin berjewndiyên derve û hêzên biyanî di vê şoreşê de mudaxeleyê bikin. ”

‘Em destekê didin xwepêşandanên Siwêdayê’

Nûnenera Partiya Nûjeniyê Heyfa Mehmûd da zanîn ku ew piştgiriya xwepêşandanên Siwêdayê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê xwepêşandanên ku li Siwêdayê çêdibin, dişopînin. Xwesteka gelên Siwêda jiyaneke bi rumet û azad e, herwiha têkbirina hikumeta Şamê ya desthilatdar e. Hikumeta Şamê îro dixwaze rewşa Sûriyê vegere weke berî sala 2011’an, lewra tişta ku ji gelên Sûriyê tê xwestin, piştgirya van xwepêşandan ye. Rengê jiyana Netewa Demukratîk ya gelên di bin sîwana  Rêveberiya Xweser de dijîn, îro bala wan kesên ku derketine xwepêşandanan, kişandiye. Ew dixwazin ev sîstem li cem wan jî pêk were. Em weke Partiya Nûjeniya Demokratîk piştigriyê didin vê şoreşê. Li nik vê jî em dibêjin rengê jiyana ku li bakur û rojhilatê Sûriyê heyî,  ji bo hemû gelên Sûriyê şêweyê jiyana azad û demukrat e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.