Rojnameya Ronahî

Dagirkeriya tirk di mehekê de 51 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, di Tebaxê de, herî kêm 51 caran êrişî her du herêman kiriye.

Li gorî bîlançoya meha Tebaxê ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê ve hatiye parvekirin, artêşa Tirk di navbera 3-31’ê Tebaxa 2023’an de 33 gund, bajarok, navçe û bi sedan qadên Efrîn û Şehbayê bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniyê, di 51 êrişên bi hawan, drone û obusan de 256 topên hawanê, 164 obus, 6 roket, 6 caran drone û Sîha hatin bikaranîn. Di êrişan de zirera madî rû da.

Dewleta Tirk a dagirker heman mehê, 4 caran bombe li baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê barand. Di êrişan de 10 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rojane deverên şehba, Efrîn û heremên bakurd û rojhilatê Sûriyê têne bombebaran kirin û rojane welatî têne hedefgirtin û kiryarên dagirkeriya tirk li pêş çavê cîhanê tev têne meşandin û kes dengê xwe jêre nake.