Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rûspiyên eşîra Şemer û Begara piştgirî dane QSD’ê

02/09/2023
in NÛÇE
A A
‘Rûspiyên eşîra Şemer û Begara piştgirî dane QSD’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî û eşîrên Bagara diyar kirin ku ew piştgiriyê didin QSD`ê û gotin: “Em ji bo têkbirina hemû hewldanên xirakirina ewlehiya herêmê amade ne.”

Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî têkildarî hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê ji ajansa me re axivî. El Şemerî got:”Em destekê didin Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku QSD′ê 27′ê Tebaxê dijî şaneyên DAIŞ′ê, kesên destên xwe di sûcên li herêmê de hene, bazirganên hişbirê û xirabkaran daye destpêkirin.”

El Şemerî wiha domand: “Destên derve hewl didin fitneyê di nava êl, eşîr û QSD′ê de li Dêrazorê derxin, da ku tirs û xofê di nava welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belav bikin. Lê ev hevgirtina nîştimanî ku di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de pêk hatiye, têk naçe.”

El Şemerî anî ziman ku tevahî pêkhateyên eşîra Şemer li dijî planên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kêleka QSD′ê ne.

El Şemerî bang li tevahî eşîrên Ereban kir ku hişyar bin û nekevin xekfa propagandaya dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê  û ya rejîma Baasê ku hewl didin ewlehiyê têk bibin.

 

Qebîleya Begara jî ji QSD′ê xwest ku gundên wan rizgar bikin

Qebîleya Begera û xekê bajarê Dêrazorê bang li QSD û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku gundên wan ji milîsên Îran û hikumeta Şamê rizgar bikin.

Qebîleya Begera û xelkê bajarê Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew aliyên derve yên hewl didin herêmê ber bi fitneyekê ve bikişînin red dikin.

Di daxuyaniya hatî xwendin de hate gotin: “Em zarokên qebîleya Begera û xelkê Dêrazorê bi daxwazên aştiyane yên şêniyên me re ne ku dikevin xizmetî ewlehî û istiqrara herêmê. Em ê nehêlin milîsên Îranê û rejîma sûcdar derbasî herêmên me bibin. Em amade ne li hemberî çi kesên ku ji destpêka şoreşê ve xwîna gelê me yê Sûriyeyê rijandin, şer bikin. Niha jî hewl didin herêmê ber bi şerkî vekirî ve bikişînin û istiqrara herêmên me xirab bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û QSD′ê hat kirin ′′Berpirsyarên xwe yên parastina herêmê ji destwerdana Îran û rejîma Şamê pêk bînin û her heft gundên wan ji milîsên Îran û rejîma Şamê rizgar bikin da ku şênî vegerin gundên xwe.′′

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.