Rojnameya Ronahî

‘Dengê heqîqetê nayê bê deng kirin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnemevan Evîn Ibrahîm êrîşa dewleta Tirk ya bi balafira bê mirov  ya li dijî kedkarên JIN TV şermezar kir û got, dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnemevanên ragehandina azad nikare dengê heqîqetê bê deng bike.

Dewleta Tirk dagirker di 23’ê Tebaxê de bi balafirke bêmirov êrîşî wesayita ragihandina JIN TV kir û di encamê de kedkarê ragihandinê Necmedîn Feysal hat şehîd xistin û rojnemevana JIN TV Delîla Egît birîndar bû. Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî rojnemevanên ragehandina jin a azad û  hedefgirtina kedkarên JIN TV, rojnemevan Evîn Ibrahîn ji rojnamaye me re axivî.

‘Rojnemevan dikare bi bênûs û kamîreye xwe guhrtinê çêke’

Evîn Ibrahîn diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dibin, bi taybet  di dema dawî de, rojnemevan tên hedefgirtin û got: “Di dema dawiyê de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser rojnemevanên ku hewl didin dengê heqîqetê û gelên bin dest, ji bo raya giştî ragihînê, zêdetir bûne. Wek tê zanîn karê rojnemevan karekî pir histyare, rojnemevan dikare siyaseta heyî bi pênûs û kamîreye xwe bide guhertin û hin şeran bide sekinanid.”

Evîn da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her berdewam dikin û wiha domand: “Her roj  gelên herêmê dibin êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ne.  Di heman demê de xaka bakur û rojhilatê Sûriyê  bi awayekî domdar tê bombebarankirin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên xwe dewam dike.”

‘Ji destpêka şoreşê ve zêdeyî 27 rojnamevan şehîd bûn e’

Evîn Ibrahîm desnîşan kir rojnemevanên ragehandina azad rastiya êrîşên dewleta Tirk yên  li dijî herêmê eşkere dikin û wiha domand: “Rojnamevanên ku rastiya êrîşên dagirkeriyê  raberî cîhanê dikin, dibin armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Ji destpêkê şoreşê ve û heta niha 27 rojnamevan di van herêman de şehîd bûne. Di heman demê de bi dehan rojnamevan ji bo şopandina rewşa herêmê birîndar bûne. Dijminahiya dewleta Tirk a dagerkir ji bo dengê azad û pênûsa azad, eşkere bûye.”

Evîn Ibrahîm bal kişand ser êrîşa li dijî wesayita JIN TV û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagerkir êrîşên xwe ên hovane li ser herêmên me berdewam dike, her wiha rojnamevanan dike armanc. Hedefgirtina karmendên JIN TV ku li Rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Suriyê dengê şoreşa jin û pêşketinên jinan di nava şoreşê de ji bo hemû cihanê radighîne, armanc wê qutkirina dengê rastiyê ye. Em weke YRJ û YRA van êrîşên hovane  şermezar dikin û em sersaxî ji malbata şehîd Necmedîn Feysal re û şîfayê ji rojnemevane me  Delîla Egît re dixwazin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirina mafê rojnamevaniyê ye. Dewleta Tirk hemû yasayên navneteweyî yên rojnamevaniyê bin pê dike. Divê êdî li hember van êrîşan rêxistinên mirovî û rêxistinên ku mafê rojnamevanan diparêzin helwesta xwe nîşan bidin.”

‘Bêdengiya dewletên navnetewî li hembrî van êrîşan’

Evîn wiha xaxftina xwe domand û got: “Ev hedefgirtina dewleta Tirk a dager kir, tê wateya hedefgirtina şoreşa jin û destkeftiyên wê li Rojava. Di heman demê de, ev êrîşên hovane û hedefgirtina rojnemevanan, li ber çavê hemû hêzên navnetewî, rêxistinên mirovî û rêxistinên parastina mafê rojnemevanan çêdibe, lê heya roja me a îro bêdengiyek mezin heye. Ev bêdengî tê wateya hevkariya bi dagirkeriyê re. Li hemberî vê bêdengiyê û li hemberî van êrîşan, me wekî rojnemevan, bi pêşengtiya YRA’yê çalakiyek li dar xist û helwesta xwe nçşan da. Ji bo em dengê xwe bighînin hemû cîhanê, me daxwiyanî li ber navenda Neteweyên  Yekbûyî  ya bajarê Qamişlo li dar xist.”

 ‘Dewleta Tirk hemû zagonên rojnamevaniyê bin pê dike’

Rojnemevan Evîn Ibrahîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em dengê xwe dighînin hemû cîhanê; wekî rêxistnên mirovî û rêxistinên ku mafê rojnemavanan diparêzin, êdî pêwîste li hemberî van kiryarên dewleta Tirk a dagerkir ku li ser gelên herêmê û li ser rojnemevanan tê meşandin,  bê helwest nemînin. Rojane rojnemevan di nava metirsiyê de ne, pêwîste rojnemeva azad be û kar û xebatê xwe bi azadî di nava herêmê de bimeşîne. Li ser vê bingihê dewleta Tirk a dagerkir bi hedefgirtina rojnemavanan, hewil dide dengê çapameniya azad tune bike, dagirkerî bi van êrîşan hemû zagonên navdewletî yên parastina mafê rojnemavanan bin pê dike, ji ber ku tu kes li hemberî van êrîşan sînoran danayîne, êrîş dewam dike. Em wekî rojnemavanên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî wekî rojnemavanên jin, her çiqas dewleta Tirk hevalên me bike hedef jî, em ê netirsin û gavan bi paş ve navêjin, tu kes wê nikaribe dengê heqîqtê bê deng nabe.”