Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

29/08/2023
in NÛÇE
A A
Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Şandeyeke kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û hevdîtin li herêmê pêk anîn. Şandeyê destnîşan kir ku divê civata navneteweyî piştgirî û desteka Rêveberiya Xweser bike.  

Şandeya Kanadayê, ji sentora Parlamentoya Kanadayê Kîm Butt, profesorê alîkar ê hiqûqê yê Zanîngeha Otawa û Zanîngeha Dalhousie Alex Neff, balyozê berê yê Kanada yê ji bo Baltîk Scott Hethrengton û endamê Komeleya Hiqûqî ya Ontario Hedit Nizami pêk hat.

Şande, ji aliyê cîgirên hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, Robêl Beho û endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve li navenda daîreyê hate pêşwazîkirin.

Fener El Giêt destnîşan kir ku çareseriya yekane, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ye û bang li civata navneteweyî kir ku destekê bidin xebatên çareserkirina kirîza Sûriyeyê li gor biryara 2254.

El Giêt der barê darizandina çeteyên DAIŞ’ê de bang li hikumeta Kanadayê û civata navneteweyî kir ku destekê bidin Rêveberiya Xweser û dadgeheke adil ji bo wan çeteyan ava bikin nexasim ku ew bûne bombeyeke demkî û li herêmê û cîhanê metirsî ne.

Kim Butt wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku divê civata navneteweyî piştgiriyê bide vê rêveberiyê ku bi tevahî hêza xwe dixebite ji bo ku edaletê, wekheviyê û mirovahiyê dabîn bike. Hewldanên wê yên mirovî li ber çav in ku divê civata navneteweyî û Kanada ji ber wê, hewldanên xwe zêde bikin.”

Dalhousie Alex Neff got:”Ji bo çareserkirina van zehmetiyên mezin û naskirina fedakariyên bêhempa yên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de kirine, Em bi awayekî cidî bi rola ku divê Kanada wek endameke civata navneteweyî bilîze û divê civata navneteweyî û Kanada pêkêş bikin, difikirin.”

Neff wiha domand: “3 aliyên bingehîn hene ku em bawer dikin hikumeta Kanadayê dikare pêk bîne û divê roleke mezintir tê de bilîze. Ew jî ev in; pêwistiya me bi hewldaneke cidî ji bo vegerandina kanadayiyan û hemwelatiyên biyanî yên din. Herî zêde ji bo me kanadayiyên li kamp û navendên girtinê, girîng in. Divê Kanada rolek di vegerandina wan de bilîze.”

Neff wiha lê zêde kir:”Ji demeke dirêj de em bangên Rêveberiya Xweser a ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan dibihîsin, lê mixabin civata navneteweyî van bangewaziyan paşguh dike. Ji ber wê jî vegerandin û darizandina xwecih û ya navneteweyî çareseriya dadmendî ya herî rast e. Em ê hewl bidin ku Kanada roleke navendî di vî warî de bilîze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.