Rojnameya Ronahî

Tekoşîna jinê wê dawî li hişmendiya faşîzmê bîne

 Nehîr Pale

Jina şoreşger, têkoşer û xwedî vîn li ser dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên dagirker xeter e. Çi xebatî bidin meşandin ji bo xwe xeter dibînin û dikevin nava hewldanên ku wê bidin cemdandin an ji holê rabikin. Hêzên dagirker vê yekê bi riya şerê taybet, girtîgeh, kuştin û hwd. berdewam dikin.

Buyerên ku jin tê re derbas dibin mîna kuştin, revandin, tecawiz kirin, intîhar û gelek rewşên mîna wê, şerekî taybet ê herî mezine li dijî jin tê kirin. Her ku buyerek diqewime li ser giştî civakê ji milê manewî ve bandorê dike û jinê di aliyê piskilojîk, fêzîkî û fikrî de felc dike. Ango bi kuştin û tecawizkirina jinê re bi hezaran jin têne kuştin û tecawiz kirin.

Tenê di meha Tebaxê de li Îranê 20 jin hatin kuştin, li Yemenê di navbera 8 salan de 2 hezar 454 jin hatine kuştin û 7 hezar û 284 jin jî birîndar in. Li Misrê di navbera 3 mehan de 51 jin hatine kuştin, li Nêjîrya roja 24`ê Tebaxê 2023`an koma Boko Haram 42 jin revandin. Li Tirkiye jinek bi navê (S.A.) 26`ê Tebaxê 2023`an agir berdide bedena xwe û jiyana xwe ji dest dide, hunermenda nexweşiya penceşêrê Emel Çiftçî ji aliyê polîsên Tirk ve hat girtin û tedawiya wê hatiye seknandin.

Her wiha buyereke ku asta têkoşîna dayîkên Aştiyê û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker diyar dike roja 23`ê Tebaxê qewimî. Dayîkên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê xwe Cîhan Akçelîk tevî du parêzeran ji bo îfadeyê ji Geverê ya Bakurê Kurdistanê diçin bajarê Wanê, lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, vegeriyan Geverê. Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin. Di encama qezayê de her du dayîkên Aştiyê tevî Cîhan Çelîk û yek ji parêzeran jiyana xwe ji dest didin, parezerê dîtir jî bi giranî birîndar dibin. Li gel van buyerên ku diqewimin çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrîn rojane destdirêjî gel û bi taybet jinê dikin. Dewleta şerê taybet bi zanebûn jinê hedef digre û dixwaze bi riya van êrîşan jinê felc bike.

Dayîka Aştiyê Perîşan Akçelîk jineke şoreşger bû û têkoşîneke bêhempa daye meşandin. Li hemberî dewleta şerê taybet Tirkiyê gav paşve ne avêt. Dayîka Perîşan berî ku şehîd bibe du zarokên wê (keçek û kurek) di têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, niha jî ew û kurê xwe bi hevre şehîd bûn.

Têkoşîna jin a ji hemû aliyan ve li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihiştiye astekî herî bilind. Tirkiyê ji bo vê têkoşînê felc bike li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dike. Herî dawî erebeya JIN TV bombe baran kir û di encamê de xebatkarên wan Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

Li tevahî cîhanê buyerên ku jin tê re derbas dibin sedema wê hişmendiya mêr e. Piştî 4000 BZ. buyerên ku jin tê re derbas dibe heman buyerên ku roja îro diqewim in. Yekîtiya jin û têkoşîn kirin dê çareseriyê bi xwe re bîne û dawî li vê hişmendiyê bîne.