Rojnameya Ronahî

 ‘Hunera wênesaziyê rêhevala jiyan min e’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Wênesaza ciwan Solîn Osê diyar kir ku wê bi xwestek û hezkirineke pir mezin dest bi xêzkirina wêneyan kir û got, wênesazî cîhana mirov ya hundir e, ez bi evîndariyekê mezin bi xêzkirina wêneyan ve hatime girêdan û roj bi roj hiskirina min ji wênesaziyê re zêde dibe

Hunera Wênesazî, xwedî dîrokekê pir dirêj û kevnare. Cara yekem wêne di civaka xwezayî de li ser dîwarên Şikeftan û Cermên lawiran hatiye dîtin. Mirovan bi xêzkirina wêneyan jiyana xwe, derdor, bûyer , çand û serdema ku tê de jiyan kirine derxistiye holê. Lewra yek ji berhemên ku di nav civakê û cîhanê de belavbûyî ne hunera wênesaziyê ye.

Yek ji wênesazên jin yên Rojavayê Kurdistanê  ku wênesazî  hunera xeyal û xewnên  wê yên zarokatiyê ye, Solîn Osê ji rojnameya me re axivî û got, min li gorî xeyalê xwe hunera xwe li pêş xistiye û ez bi riya hunerê hest û ramanên xwe derdixim holê.

 ‘Armanca pêşketinê kir armanca xwe’

Solîn Osê diyar kir wê ji zarokatî ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye  û wiha got: “Her mirovek ji zarokatiya xwe ve jêhatîyeke wî heye, li cem min jî jêhatiya xêzkirinê hebû. Tiştê ku min di pêşiya xwede didît, min xêz dikir,  roj bi roj hizkirina min ji wênesaziyê re zêdetir dibû, lê malbat û civaka me piştgirî nedan jêhatiya min. Ji ber ku çivakê tu girîngî ne dida wênesaziyê , ev yek pir bandora wê li min hebû, hêrseke li cem min çêbû ku çima civak û malbat vê yekê ji min re dibêjin, di vir de min pêşketin kir armanca xwe ya sereke û hunera bedew xwend . Min ji ber kêmderfetan xwendina xwe temam nekir, lê piştî damezrandina Zanîngeha Rojava min hunera bedew tê de xwend û xwena xwe pêk anî. Niha jî ez endama Yekîtiya hunermend û rewşenbîran im û kar û xebatê wênesaziyê dikim. ”

‘Bi xwendin û şêwekariyê ez pêş ketim’

Solîn Osê di berdewamiya axaftina wiha got: “Destpêka ku min dest bi wênesaziyê kir, tenê yekem kesê ku piştgiriya min kir mamosteyê minî yê refa7`an, Mûstefa Xelîl bû, ji min re got, heviya min heye ku di siberojê tê bibe şêwekareke mezin, ji ber di wêneyên min de jêhatî û hizkirina min ji xêzkirinê re dît, di wê demê de min bîra şêwekariyê nedibir, tenê min digot wêne bi rengan tê xêzkirin. Lê dema min asta xwe li pêş xist û dest bi tabloyan kir, herwiha di pêşengehan de amede bûm, wê demê malbat û civakê piştgiriyan min kirin. Ji ber dema ku min tabilo çêkirin û ketim warê şêwekariyê de, derdora min naskirin ku jihatiyeke li ba min heye, her kes nêzî min bû û alîkarî di aliyê şinberî û razberî de kirin. EZ jî BI xwendinê û şêwekariyê gihştim vê astê. ”

‘Ez bi riya wênesaziyên hestên xwe vedibêjim’

Solîn Osê derbarê hunerê hestên xwe wiha anî ziman û wiha got: “Şêwekarî ji bo min wek hevalekî ye , ez bi riya xêzkirina wêneyan hestên xwe parve dikim, bi taybet rewşa derdora min gelek bandora wê li ser kar û xebatê min heye, destpêkê bandora penaberiyê li min kir, di tabloyek de li ser xêz kir,  piştire li ser azadiya jinê, vê yekê hestek xurt da min ku dikarim gelek karên xweş bikim, lê piştgiriyeke aborî ji min re divê, alavên me tineye di vir de zehmetiyan dikişînin. Herwiha derbarê kar û xebatê min de, ez di gelek pêşengehan de beşdar bûme, yekem pêşingeh ku min wêneyên xwe lê pêşkêş kir li Zanîngeha Rojava bû, piştire li Navenda Mihemed şêxo, di Pêşengehên Salane de, Sempoziyom, herwiha bi riya onlayin, Pêşengehên  navnetewî û heta niha min 52`tablo çêkirine, hemû pêşketinên ku ez gihaştimê bi saya şoreşa Rojava bû. ”

Wênesaz Solîn Osê axaftina xwe wiha qedand: “Şêwekarî zanîneke li cem her mirovekî tine ye. Ji bo wê hêviya min ji tevahî civakê re ku şêwekarî wek her beş û cureyên di cîhanê de ye, gelek girînge ji ber dema çanda çav xurt dibe, çanda gel jî li pêş dixe.”