Rojnameya Ronahî

Dagirkerî nekarî xeyalên wê asteng  bike

Baryana 16 salî li Şehbayê di nava komên Hîlala Zêrîn de li keman, gîtar û defê dide û hêviya wê ew e,  ku xwe bi rengekî hîn baştir pêş bêxe û bigêje armanca xwe.

Piştî ku dewleta Tirk û hêzên çete yên pê re Efrîn di Adara 2018´an dagir kirin, Baryana Sîdo jî tevî malbata xwe koçî Şehbayê bû. Niha ew li kampa Serdemê ya Şehbayê dimîne, û li gorî şert û mercên koçberî û zehmetiyên herêmê li pey xeyalên xwe yên muzîkjeniyê diçe.

Baryana Sîdo ji gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye. Piştî dagirkeriyê ji neçarî tevî malbata xwe koçber bûye û niha li kampa Serdem a Şehbayê ye. Baryana Sîdo niha 16 salî ye. Ji zarokatiya xwe ve li pey xeyalên xwe yên muzîkjeniyê ye da ku rojekê bibe hunermendeke navdar. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe li ser herêma Efrînê bû bend li ber xeyalên Baryanayê. Piştî ku xelkê Efrînê yê Kurd bi darê zorê hatin koçberkirin 18’ê Adara sala 2018’an, Baryana Sîdo li Şehbayê bi cih dibe da ku bi xelkê xwe re berxwedana li dijî dagirkeriyê dewam bike û bi serbilindî vegere Efrînê.

Malbata Beryana pêre alîkar bû

Baryana Sîdo li ser destpêka gavên xwe yên muzîkjeniyê dibêje, ji ber ku ew di nava hunermenên muzîkî de mezin dibe, ew jî hez ji muzîkê dike: “Ji ber ku di nav malbateke hunermend de dijîm; bav, xwişk û birayê min stranbêj û muzîkjen in, min hez ji huner û muzîkê kir. Ji ber ku biçûk bûm û diçûm dibistanê, min nekarî zêde bi pêş ve biçim. Lê piştî koçberiya me li Şehbayê, min cihê xwe di koma zarokan de girt û di wir de min stran gotin û hez ji gîtarê kir.’’

Baryana xwe hînê lêdana Gîtarê dike

Baryana di dewama axaftina xwe de got, “Dema min hez ji Gîtarê kir, derfeta min a ez hînê lêdana wê bibim tune bû. Lê ji ber ku xwişka min muzîkjen û mamosteya kemanê ye û li Şehbayê dersên kemanê dide, ez jî hînê lêdana kemanê bûm. Kesê hînê lêdana kemanê bibe, dikare hînê lêdana her amûra bi têl bibe. Min Gîtarek ji xwe re peyda kir û bi rêya kursên înternetê, min xwe hînê lêdana gîtarê kir. Bi israra xwe, min zincîrên zehmetiyên koçberiyê qetandin û hêdî-hêdî zêdetir hînê lêdana keman û Gîtarê dibim.’’

Dixwaze bibe hostekara Gîtarê

Baryana Sîdo dibêje, bi rêya perwerdekirina xwe bi xwe û bi alîkariya malbata xwe, di nava Saziya Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Efrînê û Şehbayê de ew bûye endameke sereke û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Niha ez li Şehbayê di nava komên Hîlala Zêrîn de li keman, Gîtar û defetê didim û hêviya min ew e, ku xwe hîn zêdetir pêş ve bibim û bigihîjim armanca xwe.”

 

Baryana Sîdo îsal tevî endamên koma Mîra Huseyin Zeno û Şiyar Amanosê, strana hunermendê nemir Aram Tîgran “Zînê” bi awayekî serkeftî gotibû û di ber re jî li Gîtarê dabû. Ev performansa wê li ser hesabên medyaya dijîtal a Awazên Kurdî hatiye belavkirin.