Rojnameya Ronahî

Komxebata jinên ciwan

Dîwana Wêjeyê, komxebateke wêjeyî ji bo jinên ciwan daye destpêkirin. 11 jinên ciwan ên Kurd û Ereb di komxebatê de cihê xwe digirin û hînî nivîskariyê dibin.
Her sal, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Hefteya Hunerî’ li dar dixe. Di hefteya hunerî ya 2022`yan de ji aliyê nivîskarên hazir ve biryara pêkanîna ‘Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ hatibû dayîn.

Îsal jî di 15`ê Tîrmehê de komxebatê bi tevlêbûna 11 jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên ji herêma Cizîrê dest pê kir. Hefteyê 2 caran jinên ciwan li Qamişloyê kom dibin û ji aliyê mamosteyên pirspor ve fêrî huner û şêwazên nivîsê dibin.

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Narîman Evdikê da zanîn ku ew ji bo piştgiriya jinên ciwan ên dixwazin derbasî qada nivîsê bibin, vê komxebatê li dar dixin û got, “Ders bi Kurdî û Erebî ne, me xwest şert û mercên nivîsê bi zelalî bi wan re parve bikin.”

Li gel Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîs û pirtûkên jinan bi awayekî cuda tên nirxandin. Narîman Evdikê der barê wê de got, “Ji ber hestên jinan ên nazik, pênûsa wan jî cuda ye; herî zêde jî ev di wêjeyê de diyar dibe.”