Rojnameya Ronahî

Rola akademiyan di perwerdeya civakî de

Volqan Elî

Akademî yan jî ‘Akademiya’ wekî gotin di dîrokê de cara destpêkê di Yewnana antîk (kevnare) de hatiye bikaranîn. Ji beriya mîladê 500-600 di Yewnana wê rojê de serdema ku fîlozofên wekî Sokrates jiyan dikir, êdî civak ber bi pûçbûnê ve diçû. Ji aliyê exlaqî, çînî ve rizîneke ber bi çav dihate jiyankirin. Ruxmî ku di nava jiyana civakî de bi her aliyê lêkolîn û hewldan jî hebûn, derûdor û kesên xwediyê derfet her tişt ji bo menfeata xwe dikir, difikirî. Mînak, di astekê de felsefe û zanistên xwezayî jî bi pêş ketibûn. Lê gelek alim û fîlozofên di van mijaran de serwer in (wekî Protogoras), digotin ew dikarin vê zanist û hunera xwe di pêşberê pereyan de bifiroşin. Ji aliyê din ve fîlozofên serkêşiya wan Sokrates dikir, digot “hewce dike ti alim û mamoste zanist û hunera xwe bi pereyan nefiroşe. Yanê nebêje, ez xwediyê zanist im, kî hewceyê zanist û hunerê be bila were. Ji min zanist, ji wan pere. Divê kes zanista xwe nefiroşe!”. Sokrates tenê wisa nedifikirî, ev jiyanî jî dikir. Li gorî wî çiya û banî, bax û bexçeyên Atîna tev fêrgeh bûn. Xelk û alem li xwe kom dikir, bêyî berjewendî hewl dida hunera xwe veguhezîne wan.

Xêrnexwazin Sokrates dîtin ku rewş cidî ye, civak û ciwan li dora wî dibe xelek. Axir jê re çareyek peyda kirin. Gotin, “Sokrates bi aqlê ciwanên me dilîze, wan ji rê derdixe”. Ew derdest kirin, xistin zindanê û mehkûmî mirinê kirin. Di dema wî de fêrgehên Sokrates, bi navê Akademî nedihatin nasîn. Piştî mirina wî, xwendevanê wî Platon li ser rêbaza wî di dîrokê de cara yekem Akademî ava kirin û perwerde da.

Heta em dikarin dîroka ‘Akademiyan’ pir paşde jî bibin. Bi rastî jî wekî sosyolog jî dibêjin, klan malzaroka hemû sazî û dezgehên civakî ye. Mînak, bigire ji malbata îro yan jî rexistinên civakî, exlaq û hwd. Ji temsîla xwe ya destpêke di nava klanê de dibînin. Klan, şiklê civakê yê destpêkê ye. Di maneyekê de civaka destpêkê çawa ava bûye, rêgezên wê yên esasî çi bûne îro jî heman rêgez derbas dibin. Exlaq, komînalîzm û kolektîfîzm…, jiyana bi hev re û şirîk…. Çawa ku klan ji hemû tiştê bi civakê re eleqadar re malovanî kiriye, di heman demê de ‘Akademiya Civakî’ ya destpêkê ye jî. Piştî sedhezaran sal jî, di nava herîkîna dîrokî de bigir ji ‘Akademiyayên Sokrates heya bi akademiyên roja me ya îro ma ne maneya wan heman tişt e: Avakirina hişmendî û zêhniyeta civakî, avakirina civaka nû.

Ev diyardeyên civakî (klan-gund û heta qebîle û eşîr) bi perwerdeya civakê jî radibûn, ji bo ji nû ve afirandina civakê wekî dibistan û fêrgehan bûn. Lê wekî gotin, dîrok li benda Sokrates bû. Ji ber ku me li jorî behsa wê kiribû em wekî peyv, wekî naveroka behsa Akademiyên Sokrates û Eflatûn nakin. Dîsa jî ji bo fêrgehên (akademiya) civakî, mirov dikare tenê tiştekî bîne ziman ji serdemên paleolîtîk (serdemên kevirê kevn), ji wê demê heya bi roja me ya îro ev fêrgehên civakî (klan bi xwe) bi rol û risteke hevbeş rabûne: Birêxistina hişmendiya civaka demên pêş.

Serok Apo balê dikişîne li ser paqijbûna hedef û amûrê. Dibêje ku ‘paqijbûna armanc û hedefê têrê nake, lazim e amûrên ku mirov bi wan xwe bigihîne armancê jî paqij bin’. Em çima hewce dibînin vê bêjin. Di roja me ya îro de Bakûr û Rojhilatê Sûriye, bi Rêveberiya Xweser tê birêvebirin; civaka demokratîk (civak exlaqî û polîtîk) di qonaxa xwe ya meşa bi çarlepikî de ye. Hebûnek, zindiyek û pergalek ku hê nû nû ava dibe, xwe ava dike di maneyekê de di qonaxa xwe ya herî zeyif de ye. Ji ber vê yekê ji her tesîra derve re vekiriye, pergala wê ya parastinê ji nerehetî û ji nexweşiyan re tam ne amade ye. Sîstemên wê pêk tînin hê kamil nebûne, ne temam in. Tam jî di vê maneyê de mînak pergala me ya perwerdeyê, nikare-nabe ku amûr (li şûna Akademiyan zanko) yan jî rêbazeke (mînak, di perwerdeyê de lêdan) pergala qabtalîzim zêde bide pêş.

Dîsa, di hişmendî û zêhniyeta ku pergala qaptalîzimê de mejiyê mirovan de ava kiriye de zanist-perwerde, li pereyan an jî li desthilatdariyê hatiye girêdayin. Eger beşeke zanist-perwerdeyê di astekê de dûrî pere û destilatdariyê be zêde qiymeta wê jî tine. Ji bo vê mînakek herî baş; zîreat û çandinî yek ji qadên herî zêde bi jiyanê re eleqadar e. Lê mixabin ji ber ku xwendekarên wê beşê xelas dikin zêde kar peyda nakin, hema bêje li piraniya welatan dibistanên wisa pir hatine bê qîmetkirin.

Eger em weke civaka demokratîk amûra perwerdeyê wekî pergala resmalî û zêhniyeta wê, tenê bi armanca bûne xwediyê pîşe ( yanî pere) bi kar bînin, em di dawiya dawî de ne di nava civakeke demokratîk de, lê di nava sîstema qaptalîzim a milkparêz de xwe bibînin. Yanî pratîka zankoyan ku naverok û şiklê wan li gorî pergala qaptalîzim, li gorî hişmendî û zêhniyeta egoîst hatiye dîzaynkirin, li me dizivire; doxtor, endezyar û mamosteyên tendirustî, ekolojî û perwerdeya civakî ne xema wan e û bi pey pereyan ketine mezin dibin.

Eltarnatîfa vê çi ye? Divê em li ruhê destpêkê yê ‘Akademiya’ vegerin.