Rojnameya Ronahî

‘Divê siyaseta dijmin di Efrînê de were teşhîrkirin’

Li herêma Şehbayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ya herêmê ve kampaniya ziyaretên gelê Efrînê hat destpêkirin. Hevserokê kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên diyar kir ku di van demên dawiyê de dagirkerî siyaseta teşwîqkirina vegera Efrînê dide meşandin û got “armanca me ew e ku gel nekeve xefka siyasetên dijmin”.

Zana Roj/ Şehba

Di 16 Tebaxê de, Rêveberiya Xweser li herêma Şehbayê dest bi kampaniya  ziyareta malbatên Efrînê yên li Şehbayê kir. Di çarçûveya van ziyaretan de nirxandinên rewşa dawiyê, guhdarkirina helwest û gazinên malbatan, herwiha ya sereke hişyariya gel ji siyaseta dijmin ya ku li ser gelê koçber dide meşandine, hatin niqaşkirin. Dagirkerî siyaseta teşwîqkirina vegerandina gelê Efrînê dike. Piropagendeya ku di Efrînê de weke ku tiştek tuneye û jiyan aram e dide meşandin. Bi kişandina gel ji herêmê re dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê rewa bike. Ji ber van diyardeyan rêveberiya herêmê li Şehbayê dest bi hemleyekê giştî ya ziyaretan li ser asta herêmê daye destpêkirin û wê heyanî 15 rojan bidome.

Girêdayî kampaniya û armanca sereke ji van ziyaretan hevserokê kantona Efrîn û Şehba Melek Hisên ji rojnameya me re axivî.

 ‘Divê siyaseta dagirkeriyê di Efrînê de were teşhîrkirin’

Melek di destpêkê de anî ziman ku dagirkerî polîtîkeyên zirav dide meşandin, ji bo ku gelê Efrînê vegerîne û wiha got: “Di hundir Efrînê de tavahî cureyên kiryar û binpêkirinan tên meşandin, tevî van polîtîkayên qirêj yên dagirkeriyê jî,  armanca faşîzma Tirkiyê ew e ku gelê Efrînê yê koçber vegerîne Efrîne û hebûna xwe rewa bike. Bi taybet di van demên dawiyê de, PDK’ê  bi vekirina saziyên xwe di Efrînê de polîtîkeya teşwîqkirina gel ji bo vegerin Efrînê û di bin siya dagirkeriyê de jiyan bikin tê meşandin û bûye rojeveke sereke. Rastiya dagirkeriyê dixwazin bi riya vegerandina malbatan bi xapandinê bidin rewa kirin, ji lewra divê ev siyaset were teşhîrkirin.”

‘Li ser Rêveberiya Xweser û gelê Efrînê pilanên qirêj tên dayîn’

Melek diyar ku di civîna Astanayê ya dawî de, li dijî gelê Efrîn yê li Şehbayê û Rêveberiya Xweser, di navbera aliyên, civînê de pilanên qirêj hatin dayîn û wiha domand: “Di civînên dawiyê yên di navbera Tirkiye, Sûriyê, Rûs û Îran de ku li Astanayê hat çêkirin,  gelek pilanên qirêj li dijî Rêveberiya Xweser di herêmê de hatin nîqaşkirin. Bi armanca valakirina herêma Şehbayê, her wiha vegerandina gelê Efrînê ji bo rewakirina dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de ev pilangerî hat erêkirin û dest bi piropaganda û êrîşan bû.”

‘Heyanî Efrîn ji dagirkeriyê neyê paqijkirin, wê vegera wê ne pêkan be’

Melek di axaftina xwe de anî ziman ku armanca me ji van ziyaretan ku gel nekeve xefka pilanên dijmin û wiha got: “Di vê mehê de me dest bi vê kampaniyê kir û wê 15 rojan berdewam bike. Ev kampanî  wê li ser asta herêmê bê berdewamkirin ku em bikaribin derbasî tavahî malbatên me bibin. Bê guman armanca me ye sereke ew e ku em siyaseta dijim ya ku bi rê û rêbazên zirav dide meşandin teşhîr bikin da ku gelê me nekeve xefka siyaseta dijim. Di hundir van ziyaretan de em dibînin ku gelê me bi heyecanekê me pêşwazî dike, di heman demê de nerazîbûna xwe li hemberî van siyasetan didin nîşandan û tekez dikin ku heyanî Efrîn ji dagirkeriyê neyê paqij kirin wê veger wê ne pêkan be”.

‘Misogerkirina vegera Efrînê bi têkbirina dagirkeriyê re ye’

Hevserokê kantona Efrîn û Şehba Melek Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Em ê venegirin Efrînê heyanî em dagirkeriyê tune dikin. Divê tavahî gelê me di wê baweriyê de be ku heyanî dagirkerî di Efrînê de hilneweşe em venagerin. Ji ber wê yekê jî têkoşîn û berxwedaniya pîroz ya ku tê meşandin ji bo hilweşandina dagirkeriyê û misogerkirina vegerke bi rûmet û serbilind e”.