Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK Ê ji dijmin re bûye amûra qirkirina gelê Kurd

27/08/2023
in ROJEV
A A
PDK Ê ji dijmin re bûye amûra qirkirina gelê Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

PDK’ê û ENKS’ê ji bo rewakirina dagirkiriya li Efrînê çi ji destê wan tê ji dagirkeriyê re dikin û ji bo qirkirina gelê kurd ji dijmin re bûne amûr. Berpirsê Ofîsa Têkiliyan ya Meclisa Sûriye Demokratîk Mihemed Hesen diyar kir ku PDK’ê bi riya Saziyên xwe yên li Efrînê li dijî gelê kurd hevkariya dagirkeriyê dike.

Zana Roj/ Şehba

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê, ji bo pişaftina gelê resen yên ku li Efrînê man e, guhrtina demografî û ya ziman, çand û nasnameyê dimeşîne. Li ser xaka Efrînê hemû binpêkirinên dij mirovî tên pêk anîn. Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna guhartina demografî û etnîkî di giştî herêmê de ye, ev yek jî bi riya avakirina malên mêtîngeriyê û bicihkirina gelên Ereb û Turkmen pêk tîne. Bê guman li ser gelê resen yên ku ji mecbûrî di Efrînê de mane hemû cureyên qirkirinê dide meşandin û gel ji mefê xwe pê par maye. Biştî Erdheja 6’ê Sibatê Saziya Xêrxwaziya Berzanî derbasî Efrînê bûn û qaşo wê alîkariya gelê Kurd bikin. Lê belê di bin navê alîkariyê de saziyên xwe di hundir Efrînê de daye vekirin û bi dagirkerî û çeteyên girêdayî wê re bûye alîgir, herwiha siyaseta hevkariya dagirkeriyê dide meşandin. Weke ku di Efrînê de dagirkerî tune ye û banga gelê koçber dikin ku vegerin Efrînê.

Têkildarî îxaneta PDK’ê li hember gelê Kurd di Efrînê de û hevkariya wê bi dagirkeriyê re, Berpirsê Ofîsa Têkiliyan ya Meclisa Sûriye Demokrat Mihemed Hesen ji rojnameya me re axivî.

’Dagirkeran warê azadî û aşîtiyê kirin dojeh’

Mihemed anî ziman ku Efrîn beriya dagirkirinê ji herêmên derdor re bibû cihê herî ewle û ya xebatê, bi dagirkirnê re rengê azadî û aşîtiyê veguherî dujehê û wiha domand: “Bajarê Efrînê bi avakirina sîstema Netewa Demokratîk re bû warê azadî, aşîtiyê, pêşesazî û ya herî bi ewle. Êdî hemwelatiyên herêmên derdor berê xwe didan Efrînê û tê de bi cih bûn. Efrîn hemû pêkhate û netew di nava xwe de hembêz kir û bi rengê Netewa Dempkratîk pêkhatiyan bi azadî jiyan dikirin. Lê belê Efrîna pîroz bû armanca dagirkeran û di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hat dagirkirin. Bi dagirkirinê re tavahî binpêkirinên derveyî exlaqê mirovî tên kirin. Rojane qetilkirin, revandin, destdirêjî li ser gelê resen tê kirin. Êdî ew warê azadî û aşîtiyê veguherî dujeha dagirkeran”.

‘PDK ê li ser hişmendiya Osmaniyan hatiye mezinkirin’

Mihemed Hesen destnîşan kir ku PDK’ê bi hişmendiya Osmaniyan hatiye mezinkirin û wiha got: “Di dîroka siyaseta Osmaniyan de polîtîkeya girêdanbûna hin Kurdan bi hişmendiya xwe ve dihate meşandin û ku ew kurd weke dûvikên Osmaniyan bên mezinkirin, da ku di pêşerojê de li çar perçeyên Kurdistanê êrîşî Kurdan bi Kurdan bê kirin. PDK’ê û ENKS’ê ew Kurdên ku bi hişmendiya Osmaniyan hatine mezinkirin. Bi avakirina saziyên xwe di hundir herêmeke Kurdî ku hatiye dagirkirin de, tê wateya îxanet û dijminahiyê. PDK’ê yekser bi dagirkeriya Tikiyê û çeteyan re hevkariya dakirkeriyê dike da ku ew jî bibe hêzeke sereke di Efrînê de. Lê belê tenê weke leystûkekê di destê Tirkiyê de tê bikaranîn”.

‘PDK ê di Efrînê de siyaseta rewakirina dagirkeriyê dimeşîne’

Mihemed Hesen diyar kir ku PDK’ê li Efrînê siyaseta vegerandina gelê koçber dide meşandin û rawakirina dagirkeriyê armanc dike û wiha domand: “Di hundir Efrênê de siyaseteke qirêj ya piropagandayê ji aliyê Tirkiyê û PDK’ê ve tê birêve birin. PDK’ê siyasta dagirkeriya Tirk dimeşîne û dixwaze bide xuyakirin ku di hundir Efrînê de zext, revandin, kuştin, binçavkirin û talan kirin nîne û jiyan bi awayekî xwezayî tê birêvebirin. Bi vî awayî piropagandaya teşwîqkirina vegerandina gel dide meşandin. Yek ji armanca jî valakirina herêma Şehbayê ye û bi wê riyê dikarin ji raya giştî re ragihînin ku gel bi hebûna Tirkan raziye û dagirkirina efrînê rewa bikin.”

‘Xiyaneta PDK’ê tevahiya sînor derbas kirin’

Berpirsê Ofîsa Têkiliyan ya MSD’ê Mihemed Hesen tekez kir ku PDK’ê xeta îxanetê derbas kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêxistinên navneteweyî deerbarê kiryarên komên çete yê li Efrînê daxuyanî dan û diyar kirin ku li Efrîn li dijî gel gelek sûc tên kirin, lê PDK’ê li hemberî vê yekê derket û piştgiriya faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan kir. Bi vê yekê hat zelalkirin ku PDK’ê êdî xeta îxanetê derbas kiriye û weke dijminekî hevpar bi Tirkiyê re li hember Tevgera Azadiyê tê dîtin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.