Ahmed Aktaş
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, vê hefteyê li Iraqê bû. Weke serokdewletekî hat pêşewazîkirin!
Roja yekê, li Bexdayê bû. Hema hema bi hemû rêvebirên dewletê re civîn çêkir. Ji Serokdewlet Abdulletif Reşît, Serokwezîr Ş.Sûdanî, Serokê Meclisê M.Helbûsî heta Wezîrê Karê Derve F.Husên û Wezîrê Bergirî M.Ebasî û hwd.
Ne tenê bi rêveberên dewletê re, belê li gel piraniya rêveberên opozisyonê re jî hevdîtin pêkanî: Mîna Nûrî Malikî yê Serokwezîrê kevn, Omer Hekîm, Hemis Xençer, Hadî Emîrî û hwd.
Roja duda, li Erbîlê bû. Bêgûman pêşî ji serokên xiyanetê Malbata Berzanî despê kir; bi rêzê li gel Mesûd, Mesrûr û Nêçîr rûnişt. Pişt re jî berê xwe da hevalbendê xwe yê bingehîn Serokatiya Eniya Tirkmenê Kerkûkê.
Bi vê mijara Tirkmenan ve girêdayî, divê hinek bahsa civîn û hevdîtinên Fidan, ên bi serokên Tirkmenan ra yên li Bexdayê were kirin.
Ev civîna balkêş li Balyozxana mezin a Tirkiyeyê ya li Bexdayê pêkhat. Li vira hediyekê/yadîgarekê didin Fîdan. Dibêjin; “ev Xencera Osmaniya ya ku 120 sal e li vira ye û em didin te(bibe li Kurda bide), da ku tu vêya bigihêne Welatê Wê yê dayîkê/bavê”!
Bi vê gotinê re, gelo peyamek wisa nayê bîra mirovan? “Jixwe ji berê ve ev xaka di bin serweriya Osmaniya(Tirkan) de bû, her nuha jî divê dîsa bikeve bin nîrê dewleta Tirka ya bermaya Osmaniya(wateya wê gotina Welatê Dayik û Bav ev e)”!
Jixwe bi vê peyamê re, armanca gera berfireh û demdirêj a Hakan Fidan jî hinek zelaltir dibe. Ma dewleta tirka jixwe ev nebû demek dirêj e ku di nava dakirkirına Başûr de ye? Ma her roj êrîşên bejayî û hewayî, aşkere û nehînî najo ser gelê me yê Başûr? Bi taybetî di van rojên gera Fidan de êrîş zêdetir bûne; li gel Başûr û Bakur li Rojava jî ev êriş bê navber didomin.
Bê gûman ev êrîşên dagirkerî û qirkerî, ne bêyî destûra şef û fermandarên Fidan û Receb in! Heta daxwazên hîn zêdetir jî hene, di projeya ku dane destê vê koma rêveberiya Receb a tezekirî de; lêdana Îranê û bi vêna ve girêdayî, rêgirtina pêşveçûna eniya Çîn û Rusyayê!
Jixwe durûtiya Rûsya û DYEyê ya li gel Şoreşa Rojava û bi giştî li gel Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê jî, êdî mirova pir aciz û hêrs dike.
Li milekî, xwe alîgirên gelê Kurdistanê nîşan didin, li milê din jî, rê û destûrê(heta mirov dikare bêje fermanê) didin dewleta faşîst a tirk ku agir li Kurdistanê bi barîne.
Eha nuha jî Wezîrê kevn ê DYEyê, li Rojava ye û xwedêgiravî pesnê hevalbendiya xwe û QSDê dide.
Di heman demê de, çawa dibe ku hûn him dostên gelê Kurdistanê bin û him rê bidin êrîşên qirkirina dewleta tirk? Her wiha di heman demê de Fidanê we jî li Iraqê, li ser plan û projeyên qirkirin û dagirkirina Kurdistanê dixebite! Tê gotin ku berpirsê ENKSê jî vexwendiye cem xwe Erbîlê.
Ji alîkî ve, ev durûtiya we, dide diyarkirin ku qasî gelê Kurdistanê hewcedarê we ye, hûn pirtir hewcedarê gelê Kurdistanê ne.