Dewleta Tirk a dagirker 23’yê vê mehê bi balafira bêmirov êrişî erebeyeke rojnamevanên JIN TV’yê kir û di encamê de ajokarê erebeyê şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû. Êrişên li ser rojnamevanan dide xuyakirin ku heyanî çi astê dagirkeriya Tirk ji çapemeniya azad ditirse û naxwaze ku rastî derkevin ronahiyê.
Di serî de tê zanîn ku dagirkeriya Tirk êrişî sivîl û rojnamevanan dike û armanca wê ew e, ku vîna civakê bişkîne û rojnemevanên şopa rastiyê bê deng bike. Weke ku em dizanin di dîrokê de li ser axa Kurdistanê û gelê kurd êrişên qirkirin û pişaftinê têne meşandin û heyanî roja îro jî ev siyaset dewam dike. Dewleta Tirk dixwaze bi vê rêyê gelê kurd ji nav bibe. Her kesê ku kurd be û wek welatparêz bixebite, Tirkiye hewl dide ku wî ji nav bibe. Cudahiyê naxe navbera tu tiştî, ji bona xwe her tiştî mubah dibîne. Li ser civak û gelê kurd qirkirinê dide meşandin û xwezaya Kurdistanê jî talan û qir dike. Dagirkeriya Tirk hebûna xwe li ser tinekirina gelê kurd ava dike û dixwaze gelê kurd ji holê rake. Di serî de pêşengên civakê û hemû kesên ku bi rengekî çalak kar û xebatê didine meşandin ji bona dagirkeriya Tirk armancin û di destpêka van de jî xebatkarên rojnamegeriya kurdî tên.
Bi êrişan wê nikaribin vîna me bişkînin
Di serî de tirsekî mezin ê dewleta tirk li hemberî fikir û remanê ku Rêber Apo di nava civakê de çandiye heye. Dagirkeriya Tirk ji fikir û remanê azadiyê yê ku pêşengtiya wê jin di her qadê de dide meşandin ditirse û bi her rengî dixwaze vê yekê asteng bike. Armanca êrişa li ser xebatkarên JIN TV’yê jî her ew e ku rojnamevanan çavtirsandî bike, lê belê em ê heman xebat û têkoşînê bidomînin. Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan wê yekê nîşanî me dide ku dewleta Tirk ji hêza jinan ditirse, bi taybetî jî ji hêza jinên rojnamevan. Ji ber ku jin hemû rastiyan eşkere dikin. Lê bile dagirkeriya Tirk bizanibe ku wê êriş nikaribin me bitirsînin, berevajî wê yekê ev êriş wisa dikin ku em xebata xwe cidîtir û baştir pêk bînin.
Êrîşa li ser rojnamevanan hemû zagonên navnetewî binpê dike
Weke ku tê zanîn armancgirtina jinan bi temamî li dijî hemû qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Rojnamevanên azad dengê heqîqetê ne û armanca dewleta Tirk ji êrişên bi vî rengî jî ew e ku vî dengê azad bêdeng bike û wisa bike ku rastî negihîjin gel. Lê di vî warî de hemû saziyên navnetewî jî hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ne û çavê xwe ji kiryarên dagirkeriyê yên li ser gel û rojnamevanan digre.
Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de tu pîvan û sînoran nasnake û dixwaze ku Kurdistanê bike dojeh ji bona ku Kurd nikaribin têde bijîn. Li Bakurê Kurdistanê hemû pêşengên civakê û rojnemevan avêtine zindanan û rojane wan binçav dike û êrişî navendên wan dike. Herweha girtiyên ku di zindanê de ne wan bernade û gelek girtî di zindanê de şehîd ketin û nehatin berdan. Hovîtiyeke bê sînor li ser gel û civakê tê meşandin. Li Başur jî bi hevkariya PDK’ê heman tişt li ser rojnamevanan tê meşandin, herwiha PDK’ê jî rojnemevanan digre û qetil dike û çarenûsa gelek rojnemavanan nayê zanîn.
Rojnamevanên azad ku rastiya sûcên hovane yên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ya dagirker ji raya giştî re eşkere dikin, ji bo wê tên hedefgirtin, tên bombebarankirin û eger pêşiya van êrişan neyê girtin wê hemû civak bibe qurbanê van êrişan.
23’yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta tîma JIN TV bombebaran kir. Di êrişê de karmendê kanala JIN TV Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana JIN TV Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.
Têkildarî hedefgirtina rojnamevanên Çapemeniya Azad ji aliyê balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk ya dagirker ve, rojnamevanên jin ên Başurê Kurdistanê diyar kirin ku qetilkirina rojnamevanan li ser asta netewî û li gorî zagonên navnetewî yên mafên rojnamevaniyê sûcekê dermirovî û hovane ye, herwiha binpêkirina mafên rojnamevaniyê ye û gotin, mixabin me dît û em dibînîn ku rojnamevanên azad hatin hedefgirtin û qetilkirin û wisa diyar dibe ku rêze qetilkirinên rojnamevanan wê pêk were.
Ji ber ku rojnamevanan û medyayê di eşkerekirina sûcên dewleta Tirk û DAIŞ’ê de roleke mezin û dîrokî leyîst; “Bandora rojnamevan û medyayê li ser raya giştî hebû. Tirkiye çiqas ji hebûna statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji QSD, YPG û YPJ’ê ditirse, ew qas jî ji Çapemeniya Azad û rojnamevanên azad ditirse ku bi tevayî girêdayî nirx û keda şehîdan e. Çapemeniya Azad amadeye ku canê xwe bide ji bona ku rastî di tariyê de nemînin û sûcên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê û civaka navnetewî re eşkere bike.”
Pêwîste ku her kes dengê xwe li hemberî van êrişan bilind bike
Tişta ku niha ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê kirin, berdewamiya siyaset û şerê qirkirin û tunekirina dîrok, çand, bîr û hebûna gelê Kurd e. Niha dewleta faşîst ya Tirk di çarçoveya şerê taybet û qirkirinê de, bi êrişên xwe yên bênavber û bêsînor rasterast li dijî tevayî gelê Kurd şerekî giştî daye destpêkirin.
Herweha hedef girtina rojnamevanan aliyekî din yê van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirkere û ya ku tu sînorên mirovî, exlaqî û navnetewî nasnake, bi taybet jî dagirker rojnamevanên Çapemeniya Azad ku li ser şopa heqîqetê û veguhestina dengê rastiyê ne têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, dike hedef.
Ji ber vê yekê pêwîste di asta navnetewî, navxweyî û herêmî de helwesteke cidî li dijî van êrişên qirker û hovane yên dewleta Tirk a qirker û faşîst bên nişandan. Ji ber ku dagirkeriya Tirk a qirker cesaretê ji bêdengiya navnetewî digre û ew jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê van sûcên dij mirovî yên ku têne kirin.






