Rojnameya Ronahî

‘Karê Destan hunera vejandina Filklora kurdî ye’

 Ronaz Silêman/Qamişlo

 Bi armanca vejandina filklora kurdî, pêşxistina karê destan û çêkirina tabloyan bi kolana li ser textan, di sala 2021’an de pêşengeha karê destan li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Ji ber girêdana gelê kurd bi kevneşopî û Dîroka xwe ve pir kûre. Ji ber vê yekê giringiyê didin çand û hunera xwe. Yek ji van kevneşopiyan karê destan e. Herwiha pêşengeha Ferîd Hiso ya karê destan di sala 2021`an de bi pêşenga 3`ê jin û 2`i Zilaman kar û xebat tê meşandin.

Derbarê pêşengeha karê destan de, Şêwekar û Rêveberê pêşengehê Ferîd Hiso û endama pêşengehê Cîhan Ebd Elxefûr ji rojnama me re axfîn.

Ferîd Hiso diyar kir ku du pêşengehên taybet ya karê destane li bajarê Qamişlo bi navê Ferîd Hiso, Ferîd û Wehîd hene û wiha got:”Ev demeke dirêje me dest bi kar û xwebatên destan û vegera alavên dîrokî kiriye. Di sala 2021`an de pêşengeheke me bi navê Ferîd Hiso li bajarê Qamişlo hat vekirin. Herwiha bi demê re kar û xebatên me roj bi roj pêşdiket. Niha jî karê ku li pêşengehê tê kirin evin. Tabloyên Zeyîtî,  Şewtandina Serdep, Cam, kertûnê komir û Wêneyên hunerî jî tên çêkirin. Karê ku jin jî pê mijol dibe Morîk, Hermel û karê xemlandinê ye.”

‘Bi riya karê Destan hestên xwe derdixim’

Şêwekar û Rêveberê pêşengehê Ferîd Hiso hestên xwe wiha anîn ser ziman:”Di zarokatiya min de hezkirina min ji karê destan re hebû. Ji ber vê yekê min xwe fêrî karê destan kir û gelekî ji karê xwe hezdikim.Bi riya karê destan hestên xwe vedibêjim, girêdayî vê yekê di xwendinê de jî min xeyal û daxwazên xwe bi cih anî. Herwiha mamoste û malbata min jî piştgirî ji xwesteka min re kirin. Dema ku ez mezin bûm  min ev kar ji xwe re kir bingeh û min karê hunerî û bazrganî bi hevre da meşandin. ”

‘Tabloyên xwe li cîhanê belavbikin’

Ferîd Hiso axftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya sereke ew bû ku çanda karê destan neyê jibîrkirin û berdewamiya wê bimîne. kesên ku daxwaza wan ji vî karî re hebe, karên xwe pêş bixin û werin li karê me binêrin. Heger ji bona kirînê an jî ji bona  fêrbûnê be em amedene bi wan re alîkarbin. Pêşengeha me geleriye li pêşiya her kesî vekiriye. Herwiha Ji bo ku tabloyên xwe li cîhanê belavbikin. Pêwistî bi berdewamiya belavkirin û pêşxistina karê destan heye.”

 

‘Mijûlbûna bi karê destan êşa jiyanê ji bîr dike

Endama pêşenghê Cîhan Ebd Elxefûr diyar kir ku ji zarokatî ve dest bi karê destan kiriye û wiha got:”Ji ber hezkirina min ji karê destan re hebû ji temen 10 salî de min dest bi vî karî kir. Ji bo vê yekê, xwendina min jî girêdayî amadekirina mamosteya beşa xebatê destan li zanîngeha Şamê bû. Piştî dawîkirina Zanîngehê di warê piratîkî de, min dest bi karê destan kir. Herwiha di karê destan de rehetiyê dibînim, ew karekî gelek balkêş e. Dema ez vî karî dikim kêfxweş dibim û her tiştên bi êş yên jiyanê ji bîr dikim.”

‘Daxwazên min vejanda Filklora kurdî ye’

Cîhan Ebd Elxefûr axftina xwe wiha qedand:”Ev nêzî 20 salan karê destan dikim. Destpêka ku min dest bi karê destan kir bi xwesteka min bû, niha jî dixwazim filiklora berê vegerînim. Di pêşengeha Ferîd Hiso de, di beşê filklor û xeşebiyat de kar dikim. Herwiha min dest bi karê filklorî jî kiriye, daxwaza min pêşxistina Filkloriye. Ev kar bala mirovan dikişîne, ji bo min kêvxweşiyek e. Li ser Filiklora berê jî ji kesên bi temen mezin dipirsim û tiştên ku dibêjin ez çêdikim. Pêşwaziya civakê gelekî ji karê destan re heye. Dama derbasî pêşengehê dibin ji bedewbûn karê destan matmayî dibin, ji ber cihekî rehetiyê û cuda dibînin. Ji gelek bajaran tên û wêneyên karê me digrin. ”