Rojnameya Ronahî

Navdarê nemir Nûrî Dêrsimî

Ciwana Mûsa / Qamişlo

 Ji destpêka Dîrokê ve gelek navdarên kurd jiyana xwe di kar û xebatê welat de derbaskirin e. Nûrî Dêrsimî jî yek ji wan kesan e, ku ji destpêka jiyana xwe ve, weke welatparêzekî çalak cihê xwe di nava civakê de girtibû.

Gelek kesayetên kurd yên mîna şoreşger û têkoşeran ku bi fedakarî xizmeta gele xwe kirine derketine holê, yek ji wan jî ku di dîroka Kurdistanê de, navê xwe nivîsandiye, Nûrî Dêrsimî ye.

Kurteçîroka jiyan û xebata Nûrî Dêrsimî

Avdara sala 1892`an, li gundê Axzonîkê–parêzgeha Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî ji bavê xwe Îbrahîm û diya xwe Zelîxe re çêdibe, li dinê çavan vedike. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Xûzatê û ya navîn li Xarpîtê diqedîne. Paşê, sala1911`an, ew diçe Stenbolê, zanista bijişkiya ajalan dixwîne. Hê ji ciwaniya xwe ve, bi temenê xwe yê piçûk, tevlî refên kar û xebatê dibe. Sala 1918`an, ew di Komela Bilind a Kurd de, ya ku bi pêşengiya siyasetmedar û zaniyarê Kurd ê gewre Seyid Ebdilqadir Kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî bi rê ve diçû, dibe endam, û da ku gelê xwe ji bindestî û koletiya reş rizgar bike, zend û bendên xwe badide û bi dilsozî xebatê dike, û ji ber çalakiyên xwe, ew tê binçavkirin. Radibe ji Stenbolê derdikeve, diçe welatê bav û kalan, û li Dêrsimê cîwar dibe.

Ew û hevalê xwe Elî Şêr, bi hev re, kar û barê serhildana Qoçgêriyê dikin, ew a ku 6ê Avdara 1921`ê destpê bûye, û bi tundî û hovîtiya dewleta Tirk di nav xwînê de maye. Li wir, ew ji aliyê leşkerên Tirk ve tê girtin, lê bi alîkariya Seyid Riza serbest tê berdan. Girtin û zindankirina wî, hêvî û moralên wî naşikîne, û her ew têkoşîna xwe ya netewî berdewam dike. Dema serhildana Dêrsimê sala 1937’an destpê dike, ew dibe yek ji rêberên wê yên sereke.

Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940`î, li tataxa “Miheta Bexdad”, bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne.

Piştî dardakirina Seyid Riza, dewleta Tirk 4 hezar zêrên Osmanî ji wî kesê ku serê Nûrî Dêrsimî jê re bîne dike xelat. Dema dewleta Tirk dibihîze ku ew li Urdinê cîwar bûye, ji hikûmeta wê dixwaze ku ew Nûrî Dêrsimî radest bike, lê Urdin xwesteka wê napejirîne, red dike. Li Sûriyê, û li gor biryarên ku dewletê dana nasnameya Sûrî ji bo hemwelatiyên Iskenderonê dabû, Nûrî Dêrsimî nasnameya Sûrî werdigre û ji welatiyên vê dewletê tê jimartin.

Sala 1952`an, bi sernavê”Dîroka Kurdistanê-Dêrsim”, li Helebê, ew pirtûkekê çap û belav dike, têde, tewan û kiryarên hovane yên dewleta Romê ya  ku 222 gundên Kurdan wêran kirine û bêtir ji 15000 Kurd, zarok, jin, pîr û kal kuştine belge kirine.

Gelek Kurdên Kurdax, Heleb û Cizîrê li mala wî civînên Kurdewariyê girêdane, li ser destên wî fêrî zimanê Kurdî bûne, ji kaniya zanîn û ezmûna wî ya Kûr sûd wergirtine. Berî ku ew koça dawîn bike, wî sala 1963`an gora xwe û ya hevjîna xwe li rex hev, li goristana “Henan”, ya nêzîkî bajarê Efrînê kolane, û ev rista jêrîn li ser kêla xwe nivîsandiye:

“min jî li ser vê rêya dijwar, gelek kire qîr û hawar
da ji bo we jî rojekî, dinya bibe gulbihar”

Roja 22ê Tebaxa 1973`an, li Helebê, dilê vî lehengê Kurd radiweste, çavên xwe digre, û ew li Şêx Seîd, Seyid Riza pêşewa Qazî Mihemed û hemû navdarên Kurdan dibe mêvan.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di dema dagirkirina Efrînê de ku di sala 2018`an de bû, hemû cihên pîroz û kevnar wêran kirin, di nav wan de jî gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî jî hebû.