Rojnameya Ronahî

Xwendekarên Peymangeha Tenduristî li Şehbayê pirojeyên derçûnê amade dikin

Tevî dorpêç û êrîşên domdar yên ser herêma Şehbayê, Xwendekarên Peymangeha Tenduristî piştî kedeke mezin,  pirojeyên derçûna dewreya yekemîn amade dikin.

Zana Roj/ Şehba

Piştî derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, sîstema xwendinê di gavên yekemîn yê koçberiyê de xwe bi rêxistin kir û dest bi xebatên vekirina dibistan û peymangehan kir, rûxmî şert û mercên zehmet di dirêjahiya 5 salan de destkeftî û serkeftinên mezin qezenc kirin. Li kêlek dibistanan û peymangeha Ş Viyan Amara, di 2021’an de Peymangeha Tenduristiyê hat vekirin. Li ser 2 salan peymangeh ber bi dawîbûna sala xwendinê ve diçe û xwendekar dest bi amedekirina pirûjeyên derçûna yekemîn dewre, dikin. Pirojeyên xwendekaran yên derçûnê, yekemîn care pêk tê. Wê xwendekar di nava gel de semînerên xwe bidin û li gorî wê bên nirxandin.

Têkildarî pirojeyên Peymangeha Tenduristiyê a herêma Şehbayê, hevserokê peymangehê Reşîd Îbiş ji rojnameya me re axivî.

’Li gorî pêwîstiya herêmê Peymangeha Tenduristî hat vekirin’

Reşîd di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Peymangeha Tenduristiyê li gorî hewcedariya qada tenduristî hat vekirin û wiha got: “Herêma Şehbayê piştî derbasbûna gelê Efrînê di aliyê tenduristî de, rastî zehmetiyan di aliyê tenduristî de hat. Di nexweşxaneya Avrîn û ya Til Rifetê kêmbûna kadroyên tenduristî hebûn û ev yek heyanî niha jî berdewam dike. Ji ber vê yekê biryara vekirina Peymangeha Tenduristî di Şehbayê de li gorî hewcedariya qada Tenduristî hat dîtin û di sala 2021’an de hat vekirin.”

‘Armanca me avakirina kadroyên tenduristiyê yên pirofesyonal e’

Memoste Reşîd da zanîn ku di peymangehê dê beşên sereke yê girêdayî tenduristiyê hatin vekirin, herwiha yekemîn sal bi 32 xwendekaran destpê kir û wiha domand: “Armnaca peymangehê amadekirina kadroyên tenduristiyê yên perefesyonal ku bikaribin destekê bidin  nexweşxane û gelê herêmê. Li ser wê esasî beşên serek yên ku hatin vekirin; (bingeha Tenduristiyê, Temrîd, beşa zarokan, zadxwarin û ambolans..), her wiha hin madeyên din weke (Bîrkarî, zimanê Erebî, zimanê Îngilîzî, zimanê Kurdî, Kîmîa, Kombiyoter û zindiyên biçûk). Her wiha di sala yekemîn de 32 xwendekaran nave xwe tomar kir, hejmarê niha em gihîştin dawiya salên xwendinê ji 32 xwendekaran 17 xwendekar bi ser ketin û dest bi amedekirina pirojeyên derçînê kirine”.

‘Yekemîn care pirojeyên derçûna xwendekaran di nava gel de tên pêkanîn’

Reşîd diyar kir ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yekemîm tecrûbe yê pirojeyên derçûna xwendekaran tê pêşxistin û wiha got: “Pirojeyên derçûna xwendekaran wê vê carê bi şêwazekî cuda be, ev şêwaz heyanî niha nehatiye pêkanîn. Xwendekar wê nêzî heyvekê pirojeyên xwe bi riya semênerên girêdayî nexweşiyan di nava gel de bidin. Semênerên werin esas girtin ev in (Leşmaniya, Kolêra, semînerên girêdayî jin weke feydeya zayîza xwezayî her wiha girîngiya mêjandina dayîkê ji bo zarokan û rê û rêbazên dermankirina şikestinan û şewtandinan hwd). Armanca me ji dayîna van semîneran ewe ku em asta têgihîştina gel ji nexweşiyan re û şêwazê bê re tevgerandin bilindtir bikin, di heman demê de girêdanbûnek di navber gel û xwendekarên tenduristiyê de bê çêkirin. Her wiha em bikaribin ew hişmendiya xwe li ser nexweş û gel re girtin em ji holê rakin û avakirina kadroyekî xwedî çand û exlaqê xwe yê rast armanc dikin. Bê guman ev semêner wê ji aliyê mamosteyan ve bên şopandin û di dawiyê de li gorî çavdêriyê wê nirxandin bê kirin”.

‘Bi Rihê berxwedanî, têkoşînê me xwendina xwe bi dawî kir’

Xwendekara peymangeha tenduristiyê Şêrîn Reşîd bi bûneya bidawîbûna sala xwendinê hest û armanca xwe wiha anî ziman: “Derketina ji Efrînê li ser derûnî û piskeolojiya me bandoreke mezin da avakirin. Me bawer nekir ku em careke din bixwînin û em xeyalên xwe û malbata xwe pêk bînin. Bi rastî sîstema xwendinê kêliyekê jî ranewestî li gor kêm derfetan tavahî xwendekar pêşwazî kirin û niha ew xwendekar derbasî zanîngeh û peymangehan dibin û derdiçin jî. Ji bo me di nava van zehmetiyan de xwendin cihê serbilindiyê ye û pir şanazin ku bi rihekî tijî berxwedanê, têkoşîn û îsrardarî me karî xwendina xwe bidawî kiriba. Em xwendekarên peymangeha tenduristî bi hêvî ne em ji gelê xwe re bibin cihê destekdaîn û baweriyê ku li gorî texmîn û hêviyên wan bin.”