Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berhema xebata komînal 

22/08/2023
in NÛÇE
A A
Berhema xebata komînal 
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên kantona Qamişlo bi xebateke komînal kehrebe peyda kir û bang li şêniyên hemû gundan kir ku xwe bispêrin xwe û mîna wan bikin.

Li 2 gundên navçeya Tirbespiyê şêniyan gelek xebat bi awayekî xweser û komînal pêk anîn. Şêniyên gundê Dugurê yê rojavayê navçeya Tirbespiyê û gundê Xirbet El Dîb ê başûrê rojavayê navçeyê, bi xebateke komînal 2 jenerator kirîn û li gor pergala ampîran kehrebe li malên gund belavkirin.

Ev her du gund li ser girîngiya birêxistinkirinê û çawa ev rêxistinbûyîn dikare zehmetiyan derbas bike mînak in.

Hevserokê komîna gundê Xirbet El Dîb Xelîl Miho got:”Hevkariya di navbera şêniyên gund de nîşan dide ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û ji bo pêşxistina rewşa gundê xwe, xwe berpirs dibînin.”

Civîna komînê û danîna çareseriyê

Miho destnîşan kir ku wan li komîna gund civînek li dar xist û di civînê de rewşa kehrebeyê û çareseriya pirsgirêka qutbûna kehrebeyê nîqaş kirin û wek encam beşdaran li hev kir ku buhayê jeneratorekê di nav hev de kom bikin û wê bikirin.

Miho wiha domand: “Di encamê de êdî kehrebe li gund li gor pêwîstiya şêniyan peyda dibe. Bi vê xebata xwe me rê li pêşiya keysbazan girt ku buhayê ampîrê keysbaz bikin.”

Li gor Miho, komîteyek ku ji endamên komîna gund pêk tên, çavdêriya xebitandina jeneratorê dike.

Komîn bingeha çareseriyê û banga xwespartinê ye

Hevserokê komîna gundê Dugurê Mihemed Seîd destnîşan kir ku komîn, bingeha çareseriya pirsgirêkan e ku li gundê wan bi rêya komînê şêniyan gelek xebat ji bo gund pêşkêş kirin wek avakirina navendeke sersaxiyê, paqijkirina çemê gund û li vê dawiyê jeneratorek kirîn.

Seîd bang li şêniyên gundên derdorê kir ku di pêşxistina rewşa gundên xwe de xwe, bispêrin xwe û li gor sîstema komîn û Rêveberiya Xweser tev bigerin.

Mihemed Seîd da zanîn ku komîteyên xizmetguzariyê û sotemeniyê yên navçeya Tirbespiyê piştgiriya projeyên wan kirin û ji wan re sotemenî peyda kirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.