Rojnameya Ronahî

Ciwan berê xwe didin qadên berxwedanê

Tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiyê dewam dike, di vê çarçoveyê de 20 ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî nava refên gerîla bûne û gotin;“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdan, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin.”

Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan dest bi kampanyayên ‘Cenga Azadiyê bi ser bixin” û “Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixe azadî” dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de bang li ciwanan kiribûn ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Di 15’ê Tebaxê de komek ji 20 jin ên ciwan bersiv dan vê bangê û bi tevlîbûna xwe Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin, bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê kirin ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Îro jî 20 ciwan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew tevlî bûne.

Şervanên ciwan gotin,“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdan, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin.”

Ciwanan daxuyaniya xwe bi vî rengî dan:

“Weke ku tê zanîn ji aliyê Tevgera Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve hemleya Cenga Azadiyê Serbixin û “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hate destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de bang li ciwanan hate kirin ku di nava refên gerîla de têbikoşin.

Di 15’ê Tebaxê de komek ji 20 jinên ciwan bersiv dan vê bangê û bi tevlîbûna xwe 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin û ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê vexwendibûn Têkoşîna Azadiyê. Komek ciwan a ji 20 kesan pêk tê hem banga rêxistinên ciwanan kirin û hem jî banga jinên ciwan ên têkoşer guhdar kirin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlîbûna xwe ji raya giştî re ragihandin.

Ciwanan diyar kirin ku sedema sereke ya tevlîbûna wan Rêber Apo ye û gotin, “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo tolhildana şehîdên xwe û avakirina jiyana azad ji bindestan re tevlî nava refên gerîla dibin.”

Ciwanan diyar kirin ku ew dixwazin bi gerîlayên li çiyayên azad şer dikin re bin û gotin, “Em ê li kêleka gerîlayên ku tevî hemû êrîşên dijmin li ber xwe didin.”

Ciwanan diyar kirin ku dixwazin bibin bersiv ji kampanyayên ku di demên dawî de hatine destpêkirin û gotin,“Em bi tevlîbûna xwe 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku ber bi refên azadiyê ve biçin. Em soz didin ku em ê çekên şehîdên Zap, Metîna û Avaşînê rakin, têkoşîna şoreşê bidin meşandin, xeyal û armancên wan pêk bînin.”

Daxuyanî Ji bo reya giştî!

“Weke tê zanîn ev zêdeyî 2 sal in ku tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Tecrîda li ser Rêbertî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk a faşist, qirker dixwaze Rêbertî ji me qut bike; lê bi helwesta şoreşgerî û dîrokî Rêber Apo ev polîtîka vala derxist, her wiha hişt ku em rastiya xwe bibînin ku “Kes Nikare Roja me Tarî Bike”. Rêber Apo di van 50 salên têkoşîna şoreşgerî de bê hejmar hevrêyên qehreman ên ku jiyana xwe ji bo şoreşê û jiyana azad feda kirine ava kir û perwerde kir. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, encama tirsa ku li ser hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ferz kir. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê nîşan da ku gotina wî ya “mirov hêza herî mezin e” heqîqet e. Berxwedana Rêbertî bi felsefeya Şoreşê hîn zêdetir pêş ket û paradîgmaya Neteweya Demokratîk li cîhanê hate naskirin.

Meha Tebaxê ji bo tevgera azadiyê dîrokî ye, di 15’ê Tebaxa 1984’an de yekem guleya li dijî dijmin hate avêtin, pêvajoyeke nû ya ji nû ve zayîna gelê Kurd û têkoşîna li dijî zilm, qirkirin û faşîzmê destpê kir. Ji çalakiya Fermandar Egît gelê Kurd bi xurtî li hemberî dijmin dest bi helwesteke xurt kir û di têkoşîna şoreşgerî de qonaxeke nû hat dest pê kirin. Bi ruhê Fermandar Egîd, her wiha bi ruhê fedayî yê Heval Zîlan bi hezaran ciwan berê xwe dan çiyayan û ber bi azadiyê ve meşiyan.

Bi vî ruhê şoreşgerî em ê jî tevlî vê meşa azadiyê bibin. Ji bo li kêleka hevrêyên qehreman ên ku niha li çiyayên azad ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap, Avaşîn û Metîna xwedî derdikevin re bibin mil bi mil. Li hemberî hemû êrîşên dijmin ên ku hemû teknolojiya NATO’yê bi kar tîne û çekên kîmyewî û qedexe jî di nav de bikar tîne, lê rûxmê van hemûyan gerîla dîsa jî li ber xwe didin û di parastina xaka pîroz a çiyayên Kurdistanê derbeyên mezin li dijmin dixin.

Em jî weke ciwanên ku li ser paradîgmaya Rêbertî dimeşin, êrîşên faşîst û hovane yên dijmin qebûl nakin û em yekane biryara ku bi rastî dikare ji pirsgirêkên îro gelê me re rû bi rû maye çareser bike, digrin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo tolhildana şehîdên me, ji bo avakirina jiyana azad ji gelên bindest re em tevlî nava refên Gerîlla dibin. Di çarçoveya kampanya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan CENGA AZADI SERBIXIN û JIN JIYAN AZADI SERBIXE AZADÎ ve em bersivê didin banga fermandar Heval Cemal. Her wiha em bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên 4 parçeyên Kurdistanê û hemû ciwanên ku di bin êrîşên dijmin de ne, dikin ku tevlî vê meşa azadiyê bibin. Tevlî gerîllayên modernîteya demokratîk bibin, tevlî gerîllayên azadiyê bibin.

Em bi tevlîbûna xwe salvegera 39’emîn a Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em soz didin ku em ê çeka şehîdên Zap, Metîna û Avaşîn hilgirin û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin, xewn û armancên wan bixin pratîkê. Em ê bi têkoşîna şoreşgerî ya azadiya gelê xwe bi ser bikevin.”