Rojnameya Ronahî

PARVEKİRİNA ÊŞÊ

Cîger Dilşad  Hin civak bi hezar salan ve ji kelijandina hin netew e û kêmneteweyan  bi awayekî xwezayî pêk tê. Di sosyolojiyê de ji wê keljandinê re pişaftina xwezayî tê gotin,hinek ji wê rewşê bi helandina ji berxwe pênase dike. Di bingehê de cudabûneke mezin di navbera herdu dîtinan de tune ye. Ji wê rewşê re mirov dibêjin herikîna jîyana dervayî bandora dewletê wê rastir be. Lê bi Sargon’ê Akadî re(ku wî dewletên Sumerî bi darê zorê kiriye û heyama dewleta emperyal da dest pê kirin),heyama keljandina xwezayî derbeyeke mezin xwar Bê guman dîsa jî keljandinên xwezayî çêbûn lê ew bi giranî di encama koçkiriya civatan ji ber şer an jî  hepiskirina civakan bi sînorên dewletên nû re derktine holê. Ji lewra jî gava em ji dilê dîrokê ber bi roja me ya îro ve tên em dibînin ku jiyankirina bi darê zorê di nava sînorên  dewletan de pirtir bûye. Civakên îro yek bi tenê jî nikarî xwe ji wê sîyaseta dewletan xelas bike. Tu civakek jî hemojen tune ye,di her civakekê de beşên cuda ji netewên cuda hene. Çimkî sînorên dewletan li gorî gelekî çênebûne! Her wiha sînorên tu dewletê mîna roja bi darê zorê welatiye nemaye. Pîrîktîya dewletê zor e  û ferehbûn û tengbûna sînorên wê jî mezinbûn û biçûkbûna zora di destên wê de diyar dike.

Maka hemû êşan dewlet e.

Ji sedî nod û nehan êşên ku îro civak dijîn dewleta. Êşên ku di encama kerasetên  xwezayî rûdane hem dem kurt in,hem herêmî ne, û hem jî bandora wan li ser hemû civakê nak in. Mînak lehî erdhej, şewatên ji berxwe ve derdikevin,kêmbûna barîna baranê û hwd.li heremekê diqewimin û li kes cvatên ku li wir jiyan dikin dibe. Lê êşên ji sîyaseta dewletê derdikevin li hemû civakê bandor dibin. Mînak; şer standina bacê, şûxilandina bi darê zorê! Ev sîyaset li ser hemû civakê bandor dike,dem dirêjtire  û hem jî zû bi zû civak nikare xwe ji tesîrên wê yên neyînî xelas bike. Mînak ;gava dewlet şerekî derdixe (bêyî şer tu dewlet nikare bijî,çimkî bi şer û xwînê welatiye û bêyî wan jî nikare bijî)zarokên gel ji çar alîyên dewletê kom dike û talankirin û wêrankirina derdikeve li ser hemû civakê bandor dike. Bi taybetîjî sîyaseta netewa dewlet di vê hêlê de hoviyane li ser hemû civakê.

Ji hêla din ve ji boyî xwe bide jiyan kirin,her fîtneyan di nava civakê de dubendiyan di navbera beşên civakê de derdixîn e.

Lîstika herî bandorkirin jî,wekî ku dewleta gel e xwe nîşan dide. halbûkî dewlet nabe ya gel civakê. Çawa çêdibe ku tişta li dijî gel,civakê derketî bibe ya gel-civakê ev,ji krektera hebûna dewletê dicjber e.

Bê guman êşa herî mezin ku ji hişmendiya dewletê derketî jî kolekirina jinê ye! Her civakek, dev ji civakê berde heta her malbet û kesekî/e ku ji roja dewlet derketî ûiheta îro êşa bindestiya jinê nejîya ye/najî tune ye? Mêrê ku zilmê li hevsera xwe dike jî qurbanê sîyaseta dewletê ye. Lê,mêr nedizanebûna bindestiya xwe de ye. Heta mirov wisa bêje wê ne şaş be;hişmendiya dewletê her mêrek kirî narsîst(Narsîst tê wateya mirovê/a aşiqê xwe) û sadîst(sadîst tê wateya mirovê/a êşê bi mirovan bidin kişandin. Ji jîyankirina mirovan êş û elemê kêfxweş dibin.

Wisa li mêran kiriye ku ji lêdan ,tecawizkirin û zilmkirina li hevsera xwe kêfê distîne! Lê gava ji mêr were pirsîn;”tu kêfxweşî ji lêdana hevsera xwe,wê di cih de dereweke ji serê xwe mezintir bike û bêje”na!”

Lê tişta xirab ew e ku hişmendiya dewletê di giyana jinê jî de tova mazoşîzmê çandî.( mazoşîst tê wateya mirova/ê ji kişandina êşê kêfê digire,berevajî sadîst e.)

Mixabin, jinan jî heta asteke mezin mazoşîzmbûna xwe  “pejrandine”!

Ji  boyî civak ji vê rewşa kembax rizgar bike;

1-divê di serî de jin xwe ji hesta  mazoşîzmbûnê  xelas bike

a-çi dibe bila bibe jin divê jin lêdanê û jiyana koletiyê qebûl neke! ,lê mixabin di vê xalê de jin pir zêde xwe dixapîn in. Lêdanê dixwe,lê gava derdikeve derva ,an jî mîvanek tê wekî ku tiştek nebûye tevdigere. Çima qaşo ji boyî navê wê xera nebe û şerefa xwe biparêze. Navê wê têra xwe xera bûye û ne şeref maye ne jî namûs. Dayîka ku ji zarokên xwe hez dike,divê serê xwe ji mêr re danexîne! Mixabin dayîk di vê xalê de xwe pir dixapînin,dibêjin;”ji boyî zarokên  min perîşan nebin,ez mecbûrim ku tehmûl bikim!” dayîka ku wisa dibêje, ne di wê zanebûnê de ye  ku ,bi wê helwesta xwe zarokên xwe dike kole,

b-jina ku lêdan û tecawizkirina mêr qebûl dike bê vîn e û bi wê sekna xwe xeyalên zarokên xwe jî dikuje. Bi kuştina xeyalan jî namîne, kesayetên vala diafirîne û temenê dewletê dirêj dike.

c- di dirêjkirina temenê dewletê de bêdengmayîna jin-dayîkan xwedî cih û risteke mezin e! ji ber ku mêr dewlet afirandî,dewletê ji xwe ve nêzîk dibîne û naxwaze desthilatdariya wî ji dest biçe,bi hemû hêza xwe dewleta biçûk(malbatê)diparêze!

d-Wekî ku Rêber Apo dibêje;”jin netewe ya bindest ya herî kevnar e” ji lewra jî heta ew netewe (jin) azad nebe ,ne gengaze ku civak azad bibe.Astengîya herî mezin rewşa derûniya jinê ya mazoşîst bi xwe ye! Ne ku her tiştî diavêjin ser jin na, Dendika civakbûnê jin e. Gava jin xwe ji wê derûniyê rizgar bike,dikare mêr jî azad bike.

e- niha dîtineke wiha heye ;”wê mêr jinê azad bike,çimkî mêr jin kirî kole” ev dîtin,ji binî ve şaş e! Çima mêr ku jin kirî kole jinê azad bike? Çi karê mêr di azad kirina jinê de heye? Li ku hatî dîtin ku koledar bêyî berxwedana koleyan rabûye û koleyên xwe azad kirî? Ji ber wê yekê, divê di serî de ew dîtina şaş ( ku mêran avêtî holê û li ser têkoşîna jinan heta astekê bandor kirî) were rakirin.

Ev ji boyî gelan jî wisa ye. Bi tu caran serdest  ( mêr dibe,dewlet dibe ) dagirker naxweze dev ji mîtingeha xwe berde. Em dibînin ku heta gelek welatê xwe ji bin zilm û zordariya dagirkeran derdixin bi sed hezaran şehîdan didin.

2-Divê mêr rewşa xwe  ya narsîst û sadîst  qebûl bike û têkoşîna azadkirina xwe ji wê derûniya narsîstbûn û  sadîstbûna xwe ya li hember hevsera xwe bi xwe rizgar bike. Divê mêr bizanibe ku her cara ku li hevsera xwe dixe,di heman demê de li giyana xwe dixe û giyana xwe bi kolekirina jinê re hebsî dike,difetisîne.

Kengê mêr êşa sanciyên  hevsera xwe yên welidandina zarokan hîs kir,di karên nava malê de pê re alîkarî kir û nirxeke mezin da karê hevsera xwe ya di nava malê de, bi awayekî hovane nêzî (dar û zevî dibe,sewal dibe) xwezayê nebû wê demê wê bikaribe qala demokraybûna xwe bike

3-Divê mêr hesta empatîbûnê di kesayeta xwe de ava bike . pergala dewletê di serî de hesta empatîbûnê di kesayeta mirov de hedef girt û di kesayeta mêr de kuşt! Ev pênc hezar sal  jî hewl dide kudi gîyana jin de jî bikuje. Dilê kesê/a sadîst-narsîst bi xwe dişewite,lê dilê wî/wê bi tu kesî natiştî naşewite. Ya rast mesela ne dilşewitîna kes bi kesên din e. Mesele jînkirina bi awayekî mirovane ye.

4-Di hêla giyanî de sadîst-narsîst nexweşiyeke derûnî îfade dike. Ango rewşeke dervayî asayî ya giyanî ye. Ji jinê pirtir pêdivîya mêr bi tedewîkirina giyanî heye. Gava mêr ji hestên narsîst û sadîst rizgar bû,wê jin bikaribe zûtir xwe ji hesta ku bi darê zorê di giyana wê de hatiye çandin rizgar bikin.

 

5-Bi têkûzkirina kesayeta mêr re wê jiyana zarokan jî were guhartin ;ne keçên mazoşîst diafirin,ne jî lawikên narsîst-sadîst tên gihandin. Gava çanda demokratîk di malbatê de hate rûniştandin,wê dewlet biçûk bibe!

Mirov dikare wisa  formîle bike;

ÇI QAS KESAYETÊN NARSÎST-SADÎST Û MAZOŞÎST KÊM BIBIN EW QAS MALBATÊN DEMOKRATÎK ZÊDE DIBIN!

ÇI QAS MALBATÊN DEMOKRATÎK EW QAS DEWLETA BIÇÛK!

ji bo pergala Neteweya Demokratîk di nav civakan de rûne û mayînde bibe xelasbûna ji kesayetên narsîst-sadîst û mazoşîst peywireke bingehîne. Dendika Neteweya Demokratîk malbata demokratîk e!

NETEWPERESTÎ; NARSÎSTBÛN-SADÎSTBÛNA BEŞEKE ÇİVAKÊ ÎFADE DİKE!

Rêveberên dewletan bi jehra netewperestiyê mêrê narsîst-sadîst her av dide . Çawa mêr êşên jin hîs nake ango ji hîsa empatiyê  hatiye şûştin,netewperast jî êşa netewên din hîs nakin û ji êşkişandina kesên neteweyên din kêfê digire. Bingeha kesên netewperest dispêre kesayetên narsîst-sadîst e! Ji roja ku dendika dewletê  bi destê rehîbên Sumerî (rehîb û şopdarên wê xetê tev jî kesên sadîst-narsîst in!)di Zîguratan de hate afirandin û ji wir wekî jehrekê derbasî nava civakê hate kirin, kesên sadîst-narsîst hatin afirandin. Netewperest (ji bilî serdestan),tu sûdê ji xurtbûna dewletê nabînin. Berevajî wê,her zirarê dibînin. Çawa mêrên sadîst-narsîst di malbatê de,ji êşkişandina jinê tu sûdekê nagire,mirovên netewperest jî ji êşkişandina gel-beşên civak yên din sûdê nagire.

Êş zor û zehmetî du alî bandor dike,heger mirov bizanibe ji bo çi  dijî,dikemile. Lê heger nizanibe ji wî/wê kesa/ê herî bêaxlaq,diz û derewker derdikeve.

Parvekirina êşê bingeha civakbûnê ye. Her çi qas di roja îro de di encama siyaseta pergala Modernîtiya Kapîtalîst de parvekirina êşê di nava civakê de lewaz bûbe jî,lê heta civak hebe wê parvekirina êşê jî hebe.

Gotinek heye dibêje; “bi parvekirina êşê, êşa mirov kêm dibe,sivik dibe”.

Rast e!Lê bi tenê êş kêm nabe bi wê re mirov cewhera mirovbûna xwe diparêze. Mirovê/a êşa mirovan pareve nake mirovbûna wî/wê jî kêm bûye!

Neteweya Demokratîk  ji ber ku dispêre parvekirina êşên gelan pergala ku herî zêde û lez da mirov digihîne mirovbûna wî/wê, gelan ji hev nêz dike! Netewe dewlet kesan-gelan ji hevdû dûrdixe. Netewe dewlet bi siyaseta netewperestiyê civakê parçeparçe dike û bi wê siyasetê xwe li ser lingan digire. Îro gelê ereb, tirk kurd, fars, aşûr,ermen, yên din çi qasa hev dinasin? Mixabin nanansin. Bi tenê bi vegotina têgînên îdeolojîk gel nêzî hev nabin! Di gel wê,pêdivî bi parvekirina êşan heye. Gava kesên civaka kurd êşên civaka ereb tê zanîn û ji dil hiş kir,kesên civaka ereb sû yên kurdan zanîn, her wiha yên gelên din zanîn, wê demê bingeheke xurt ji rûniştandin û jînkirina Netewa Demokratîk re çê dibe!

Parvekirina êşên mirovan ji hevdû nêz dike.

Mirovên bizanibin bigirîn wê bizanibin bikenin jî !

Êşên bindestan(çi netewa bindest, çi kêmnetewe û bawermendên olên cuda ,çi jina bindest û çi jî çîna bindest dibe) hemû yeke! Bi tenê rengê wan guheriye,diguhere Çimkî. ÇAVKANÎYA HEMÛ ÊŞAN DEWLET E! HIŞMENDÎYA DEWLETÊ YE!

Ferasetên dewletê êşan diafirîne û bi mirov dide jiyankirin. Lê wekî ku ne ew çavkaiye, xwe raber dike. Rêveberên narsîst-sadîst ji boyî ser xwe bigirin pêdivî bi pêşxistina netewperestîyê dîtin,dibînin.

 Parvekirina êşan jehrkujîya sadîstbûn-narsîstbûn û netewperestîyê ye.

Kesên ku ji dil êşa kesên din parve dikin ne gengaze ku bibin narsîst,sadîst û netewperest.

Bêguman êş parvekirin  ne ku mirov here bi yê/ya êşê dijî re bigirî û bi tenê “êşa te pareve dikim,serê te sax be!”, tenê bi vî rengî êş nayê parvekirin.di gel wê, pêwîstî bi libergirtina jînkirina êşên nû heye. Wek mînak îro li rojava  û li tevahî Kurdistan’ê ji ber êrîşên dagirkeran û şerê heyî perîşanîyek heye. Lê, rewşa hin kesan ,malbatan baş e,an jî îdare dikin. Ew kes û malbat dikarin bi kes û malbatên ku rewşa wan nebaşe re bibin alîkar. Hin mêr li hevsera xwe dixin, dikarin mûdaxele bikin. Lê na, piştî wê jinê lêdan xwar here jê re bibêje”êşa te parve kirin, tu wateya wê gotinê tuneye. Malbatek nikare zarokên xwe bide xwandin,wan zarokan bidin xwandin; hin bav keçên xwe di temenê biçûk de didin zewicandin,zanebûna xwe bi wan re parve bikin…

Bi kurtasî  hem madî û hem jî menewî gava em êşên hev parve bikin,em ê wê demê bikaribin qala mirovbûna xwe bikin. Û em ê wek mirov ji mazoşîstbûn,narsîstbûn û sadîstbûna xwe xelas bikin.

Jina ku ji mazoşîstbûna xwe, mêrê k ji sadîstbûnû û narsîstbûna xwe xelas bû, dikare qala azadbûna xwe bike. Û wek civak em ê bikaribin bibin kesên demokrat d pergala dewletê lewaz bikin û dawî li netewperestiyê bînin.Ereb’ekî, Tirk’ekî, Fars’ekî,Kurd’ekî ku netewperestiyê bike,wê çi qezeni bike? Di rastîyê de tu cudahî di navbera feqîrên gelan de tune ye. Bi tenê zimanê wan cuda ye. Lê, zikê feqîran bi derewên dewletê ,bi têgehên vala yên dewletê;”dewlet ya we ye,lê xwedî derkevin”, dadigire û bîrdozîya netewperest her û her xurt dike. Li cîhê ku em zikê xwe bi derewên dewletê dadigirin, em wek mirov aqilê xwe bi felsefa