Rojnameya Ronahî

Ji 3`ê Tebaxê heyanî 15`ê Tebaxê

Nehîr Pale

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Afganistanê têkoşîneke hevbeş a jin tê birêvebirin.

Li hemberî sîstema mêr têkoşîna jina Kurd û Afgan di destpêkê de li ser asta kesan bû lê niha weke tevger û yekîtî xwe birêxistin dikin. Jina Kurd li ser destê dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirkiyê bi komkujiyan re derbas bû û dibe, her wiha jina Afgan jî ev buye 2 sal ku bi destê Talîban tê kuştin, tecawizkirin û wê ji hemû mafên wê mehrûm kirin e. Jin li ser asta cîhanê eger ne bi giştî be jî hejmareke mezin li hemberî sîstema mêr a tarî têdikoş in.

`Jinên Afgan bi tenê nehêlin û dengê wan bibhîzin` ev gotina Aktîvîsta mafê mirovan Anusheh Aref e, ku di raghandinê de anîbû ziman. Ji bo jin û tevgerên jin ên têkoşer li hev kombibin û dengê jina Afganî û Şengalê were bihîstin Kordînasyona KJK`ê derbare salvegera komkujiya Şengalê ya 3`ê Tebaxa 2014`an û desthilatdariya Talîban a Afganistanê ku 15`ê Tebaxa 2021`an bû, helwestê xwe diyar kir. 9`ê Tîrmehê 2023`an daxuyanî da û bi silogana `Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne` dest bi kampaniyekê kirin.

Jin li ser asta Rojhilata Navîn û Ewrûpayê xwedî li vê kampaniyê derketin û dest bi çalakiyan kirin. Di vê çarçevê de jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Wargeha Şehîd Rûstem, Şengal, û li Rojhilat û Bakur Kurdistanê dest bi çalakiyan kirin.

Li bajarê Reqayê Foruma piştevaniyê ya bi jinên Êzidî û jinên Afgan re bi dirûşmeya `Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafirînin` li ser asta cîhanî hat organîzekirin. Jinên beşdarî Forumê bûn têkildarî komkujiya DAIŞ`ê li ser jinên Şengalê her wiha li herêmên dagirkirî êrîşa çeteyên Tirkiyê li ser jin û tundiya Talîban a li dijî jina Afgan nirxandin û şermezar kirin. Di Forumê de jina Filistînî, jina Misrî, jina Kurd, jina Ewrûpayî bi giştî anîn ziman ku ew êşa hemû jinên rastî tundiyê tên, hîs dikin û dan hîs kirin ku ji Reqayê heyanî Afganistanê jin bûn yek dil.

Her wiha jinên herêma Cizîrê di çarçoveya kampaniya KJK`ê de mitîngek lidarxistin û anîn ziman ku ew ê li gel jina Şengalî û Afganî li hemberî zîhniyeta mêr têbikoş in.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê jî ji bo jinên Afganistan meşiyan û gotin zihniyeta DAIŞ’ê û Talîban yek e.

Jinên Afganistan ku dagirkeriya Talîban qebûlnakin ji bo kampaniya KJK`ê kêfxweşiya xwe anîn ziman û nameyek ji jinên Şengalê re şandin. Di nameyê de wiha gotin: `Bi îlhama ku me ji bilindbûna qehremaniya jinên Îranê û Tevgera Kurdistanê girtî em serbilindin ku mil bi mil têdikoş in`.

Komeleya jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA) di salvegera dagirkirina Talîban a Afganistanê de daxuyaniyek da û got RAWA hêza çareseriyê ye û ji derveyî yekîtî, rêxistinbûn û têkoşînê tu çekeke me ya din nîne.

Jin bi riya kampaniya KJK`ê bi hev re helwesta xwe li hemberî sîstema mêr diyar kirin û girîngî dan yekîtî, rêxistinbûn û têkoşînê.