Rojnameya Ronahî

Pirojeya Heyva Sor A Kurd a kolandina bîrên avê  li Şehbayê dest pê kir

Li herêma Şehbayê kêmbûna avê bûye pirsgirêkeke giştî, ji ber tunebûna sotemeniyê rêjeya derxistina avê jî kêm bûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê,  Heyva Sor A Kurd li herêma Şehbayê dest bi pirojeya kolandina bîran û avakirina sitasyona derxistina avê kirin e.

Zana Roj/ Şehba

Weke ku tê zanîn piraniya welatiyên li Şehbayê , xelkê Efrînê ne ku piştî dagirkirina herêma Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi darê zorê ji mal û warê xwe derketine û xwe li herêma Şehbayê bicih kirine. Her wiha hemwelatiyên herêmê yên resen jî hene. Herêma Şehbayê weke cografî rastî gelek êrîşên komên çeteyan, DAÎŞ û artêşa Sûriyê hatiye. Herî dawî ji aliyê şervanên azadiyê YPG û YPJ ê ve hat rizgarkirin. Ev êrîşên li ser herêma Şehbayê hatine kirin, yekser bandora xwe li ser sererd û binerda herêmê kir, lewra ji ber sedemên cur be cur yên weke guhartina hawayê û êrîşên hatine rûdan, ava vexwarinê êdî ber bi zûhabûnê ve diçe.

Ji aliyekî din ve, dorpîça hikumeta Şamê bi hemû rengê xwe didome. Tunebûna madeyên sotemeniyê yekser bandora xwe li ser derxistina avê kiriye. Ji ber wê jî Heyva Sor a Kurd dest bi pirojeyên kolandina bîran û avakirina sitasyonên derxistina avê kirin e.

Têkildarî kêmbûna avê li herêmê û bandora dorpêça hikumeta Şamê, her wiha pirojeyên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatine destpêkirin, hevserokê Komîteya Avê ya Navendî Seydo Seydo û endamê Heyva Sor Heyder Reşîd ji rojnameya me re axivîn.

Kêmbûna rêjeya avê li herêmê

Seydo destpêkê diyar kir ku bi hatina demsala havînê re rêjeya avê bi awayekî berbiçav kêm bû û wiha got: “Bi hatina demsala havînê û bilindbûna pileya germahiyê re, gelek bandor li rewşa avhewayê û rêjeya ava vexwarinê ya bîran bû, herwiha di aliyê çandiniyê de jî, zevî û sebzeyên ku hatine çandin ji ber germahiyê û rewşa hawayê piraniya wan hişk bûn. Bi taybet di aliyêpeydakirina avê de zehmetiyê mezin tên dîtin. Bîrên di destê me de ber bi zûhabûnê ve diçin û rêjeya avê bi giştî kêm dibe.”

Dorpêça Hikumeta Şamê û zehmetiyên jiyanî

Seydo anî ziman ku dorpêça ferzkirî ya Hikumeta Şamê rola herî mezin di kişandina pirsgirêka avê de dilîze û wiha domand: “Ji ber dorpêça ku zêdetirî 2 sala ye bi awayekî giran li ser herêmê hatiye ferzkirin, bê guman piraniya pirsgirêkên ku di giştî herêmê de tên qewmandin jêdara xwe ji wê digire. Hikumeta Şamê ya ku nahêle madeya sotemendiyê derbasî herêmê bibe, rê li ber zehmetiyên jiyanî vedike. Em tavahî dizanin heyanî ku av ji bîran bê derxistin pêwîstî bi cenetor û mazotê heye. Lê ji ber mazot bi giştî kêm e em mecbûr mane ku bîran  rawestînin”.

“Rêxistina US 2 hezar mitire kab ji avê derbasî herêmê dikir, lê ew jî hat kêm kirin”, bi van gotinan Seydo anî ziman ku Rêxiatina US ya navnetewî ji 2 hezar mitir kab ji ava ku derbasî herêmê dikir, rêjeya wê daxistiye 1 hezarî. Ev jî kirîza kêmbûna avê zêdetir kiriye.

Pirojeyên Heyva Sor A Kurd

Endamê Heyva Sor A Kurd Heyder Reşîd da zanîn ku wan ji bo çareserkirina kirîza avê li giştî herêmê dest bi pirojeya kolandina bîran kirine û wiha got: “Ev piroje ji aliyê Heyva Sor A Kurd di 24 Tîmehê de hatiye destpêkirin. Girîngiya wê ku ji kirîza kêmbûna avê li herêmê re bibe çareserî, bi taybet di hundirê kampan de bîr nînin û rêxistinên têkildar rêjeya avê kêm kirine, lewra niha me ji kampa Serdemê dest pê kiriye, her wiha wê li kampa Berxwedan û navçeya Ehdas ev piroje wê pêş bikevin.”

Li hember tunebûna sotameniyê altirnatîva enerjiya rojê

Heyder anî ziman ku ev poirojeya  enerjiya rojê  li şûna sotemeniyê esas digire û wiha domand: “Li hemberî dorpêça Hikumeta Şamê a ku nahêle sotemenî û madeyên bingehîn yên jiyanî derbasî herêmê bibin, weke altirnatîv li şûna sotemeniyê, me derxistina avê bi enerjiya rojê di van pirojeyan de esas girtiye. Bi taybet di hundir kampan de li cihê ku bîr bên kolandin, wê ev altirnatîv bên çêkirin da ku tavahî gel ji avê sûdê werbigire”.

‘Ji bo alîkariya gel çi ji destê me bê em ê bikin’ ‘’

Heyder di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di van pirojeyan de şeredarî û rêxistinên biyanî bûne destek û wiha got: “Ev pirojeyên hatine destpêkirin bê guman ji bo çareserkirina pirsgirêkên tên jiyankirin, ji bo derbaskirina van zehmetiyan çi ji destê me bê derketin em bê teredud dikin. Li ser vê bingehê şeredariya gel ya herêmê bi me re dibe alîkar, her wiha Rêxistina Midico entarnashonal ya Siwêsrî dibe alîgir”.