Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya  Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû mirovan e’

19/08/2023
in NÛÇE
A A
‘Azadiya  Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû mirovan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Bi bêdengiya sazî û çapemeniya Ewropayê , tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e,  akademisyanê Îtalî Federico Venturini diyar kir ku azadiya fîzîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadî û rûmetê ya hemû mirovan e.

Ev 29 meh in, ji Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê dîlgirtî ye, agahî nayên wergiritin. Parêzerên wî ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serî li dozgeriyê didin, lê tu bersivekê nadinê.

Akademîsyenê Îtalyan Federico Venturini yê alîgirê kampanyaya navneteweyî ya ‘Freedom for Abdullah Ocalan” (Ji Abdullah Ocalan re Azadî) der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, axivî.

‘Bêdengî şermeke mezin e’

Federico Venturini got: “Mixabin girtîbûna wî dibe mînakeke trajîk ku dewleta Tirk li hemû girtîgehên din pêk tîne û mafên bingehîn ên mirovan ên girtiyan înkar dike.”

Venturini diyar kir ku êriş tevî bêdengiya sazî û dezgehên çapemeniyê yên Ewropayê de pêk hatine û destnîşan kir ku ev cihê şermê ye ku divê neyê qebûlkirin û got: “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her cure hewldan bê kirin.”

 ‘Hêzên ewropayê ji konfederalîzma demokratîk ditirsin’

Venturini got Rêber Ocalan bingehên konfederalîzma demokratîk bi awayekî serkeftî danîne û teorîsyenekî jêhatî ye û li ser nêzîkatiyên dewletên Ewropayê yên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan wiha got: “Tevgera azadiyê ya Kurd vê paradîgmaya siyasî ya nû wek alternatîfeke şênber a modernîteya kapîtalîst bi pêş dixe û bi cih tîne. Hêzên Ewropayê ditirisin ku ev fikr berbelav bibin û îmtiyazên wan kêm bikin, lewma jî dê li hemberî mînakek wiha tehemul nekin. Her wiha haya dewleta Tirk jî jê heye ku dewlet û saziyên Ewropayê li dijî provokasyon û polîtîkayên wê yên ku mafên mirovan binpê dikin, dengê xwe nakin.”

‘Yekane rêya aştiyeke mayînde azadiya fîzîkî ye’

Venturini îşaret pê kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke adil û mayînde ya li Rojhilata Navîn esas e û haya dewleta Tirk ji vê heye û wiha pê de çû: “Divê azadiya wî ya fîzîkî hebe da ku bikare bixwîne, bigere û dema hewce be hevdîtinan bike. Tirkiye bi bi girîngiya sembolîk a ragirtina  Rêber Abdullah Ocalan di nava esaretê de, dizane. Ew rêberê navdar ê Tevgera Azadiyê ya Kurd e û kesayetek e ku gelê Kurd li gelemperiya cîhanê dike yek. Dewlet bi girtina wî mesajeke xurt dide ku yekane çareseriya pirsgirêka Kurd şîdet e. Piştî ku azadiya fîzîkî pêk bê, gelê Kurd dê bibe xwedî derfet ku di nava aştî û xweseriyê de bijî.”

‘Divê dilsoziya me ya bi azadiya wî re bidome’

Venturini pênaseya “çirayeke hêviyê” ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi kar anî û got ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêwîstî biryardariyeke xurttir heye û wiha dewam kir: “Pirsa divê çi were kirin, pirseke gelekî girîng e ku bi demê re deng vedide. Ne tenê meseleya xîretê ye, di heman demê de divê zext li dewleta Tirk bê kirin û alternatîfên ji bo diyalogê bi welatî û saziyên Ewropayê re çêbin. Rêber Abdullah Ocalan wek çirayeke hêviyê li ber me disekine. Divê em piştrast bin ku fikrên wî bi israr belav bikin û ji bo serbestberdana wî têkoşînê bidomînin. Wek ewropî em nikarin dev ji gelê Kurd berdin; divê dilsoziya me ya ji bo azadiya wî bidome.”

‘Têkoşîna rûmetê’

Federico Venturini wiha ê zêde kir: “Azadiya fîzîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo rizgariya gelê Kurd e, ji bo hemû mirovan têkoşîna azadî û rûmetê ye. Divê em paşguh nekin ku rola wî ji çarçoveya pirsgirêka Kurd gelekî wêdetir e. Prensîbên hevgirtin û azadiyê yên ji aliyê konfederalîzma demokratîk ve hatine destnîşankirin, di tevgerên civakî yên cîhanê de deng vedidin.”

Federico venturini kî ye?

Federico Venturini bi Thomas Jeffrey Miley re edîtoriya pirtûka ‘Azadiya Te û ya Min:  Rêber Abdullah Ocalan û Ii Tirkiyeya Erdogan Pirsgirêka Kurd’ kir. Sala 2016’an doktora xwe ya ekolojiya civakî, krîza bajarî û tevgerên civakî ji Zanîngeha Leedsê wergirt û bi salan di xebatên li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan de cih girt. Li Zanîngeha Udine ya Îtalyayê xebatên xwe yên akademîk didomîne. ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.